26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîs, qada hestên polîtîk e

Nivîsandin gava ewil a ber bi azadiyê ve ye; ruhaniya hîs, vegotina ramana xwe nasîniyê ye. Nivîsandin serêşandin, tekûzkirina kesayet û mezinkirina hest e. Nivîs, qada hestên polîtîk e. Bi nivîsê re lêgerînên kûr, xeml û xêla kedê, barîna xeyalên hestan û girêdana bi jiyana azad re bi teşe dibe. Zeman, diyalektîka mejî bi gotinê resen dike…
Kes, bi hîskirina hestên xwe re tevî pênûsa xwe diherike; fikra xwe tevî herikîna jiyana xwe dike. Bi hestên xwe siberojê ronî dike. Yanî pênûsa jinan, temsîla gotina wan dike. Yek ji amûrên têkoşîna jinan ên herî karîger qada ramanê ya wêjeyê ye. Ramangiha jinan, ji pênûsa pirtûkên wê pêk tên. Di rêveçûna şoreşa jinan de, mertala her jineke ku ji bo azadiya xwe têdikoşe, pênûsa xwe ye. Bêguman ev rê ber bi şoreşê ve dirêj dibe, hîn tiştên ku bêne nivîsandin û vegotin gelek in. Weke hemû beşên zanistên civakê çawa ku di bin serweriya desthilatdariyê de bi rizîbûnê re rû bi rû mane; di qada wêje-ramanê de jî ya li pêş diyar dibe fikra nêr e. Hevoka nêr, çima ew çendî balê dikişîne ser xwe? Encam, hişmendiya çors e. Gotin, ji estetîzekirina xweşikbûna ruh qut e.

Sedema ku fikrandina yekalî li pêş e, ev yek jî bandora neyênî li ser hizrandina qada wêje/ramana kurdî jî dike. Wêjeya kurdî, di hêla hişmendiyê de hîn di asta paradigmaya neteweya/demokratîk de xwe bi rêk û pêk nekiriye. Bersiva ramyariyê bi gotegotên nêr/mêr digere. Ev hişmendî li hember wekheviya di navbera jin û mêr de bi erka dijber tevdigere. Newekheviya di navbera zayendan de, encamên vê zihniyeta feodal in.
Dema ku ez nanivîsim, xwe li hemberî hizra jinan kêm dihesibînim. Nivîsandin hizra min aram dike. Qelsî ne ji gotinê, lê ji ponijandina kêm a pênaseya wêjeyê tê. Orjîna zimanê kurdî ji çanda xwezayî ya mak/mêbûnê tê. Ji bandora şaristaniya navendî bêhtir bi pêşketina şoreşa çandiniyê re li erdîngeriyek fireh berbelav dibe. Lê bi demê re forma qalikê nêr lê tê alandin… Aqlê hevoksaziya wêjêya kurdî ji rêya ber bi şoreşa jinan ve diçe, dûr dimeşe. Mêr xwe kiriye navenda wêje/ramanê. Lewma eywana wêjeyê weke ku milkê mêr ê xas be tê dîtin.

Meriv bi nivîsê dikare rêya diçe heqîqetê nîşan bide; rastiyên sernixumandî aşkera bike. Jin dikare tevî pênûsa xwe êş, pirsgirekên jin dijîn, êrîşên li dijî jinan tên kirin rave bike. Her wiha behsa destkeftiyên di armanca têkoşînê de hatine afrandin vebêje. Çima pêwist e jin hîn bêhtir bixwînin, binivîsin, niqaş bikin û xwe di rêya kedê de pêş bixin? Ji ber ku nivîsandin hesta nîmetê ya mirov bilind dike. Hemin heye ku wê merdiya di warê raman/nivîsê de hiş rengîn bike. Çerxa di navbera mejî û pênûsê de dizivire, ew e ya ku ramangeha bîra mirov dikole bixwe ye. Dawiya dawîn de wê çerxa ramangeha meriv, biniqute hêlîna hizrandina hestan…

Yek ji van hêlînên ku em dilê xwe lê vedikin/parve dikin û malavaniyê ji hest, ramangeha me re dike jî Rojnameya XWEBÛN’ê ye. Bila di dema weşana nû de bala we, hiş û çavên we her li ser Rojnameya XWEBÛN’Ê be. Ji bo şopandina geşedanên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bila çavkaniya we ya sereke rojnameya Xwebûnê be! Rojnameya Xwebûnê; bîra zimanê zikmakî, dibistana dîrokî, pirtûkxaneya çanda kurdewar, bi zimanê me yê dayikê qala rastiyên di tarîtiyê de veşartîne dike. Gelî hevalan; hûn di rojên bê de amade ne ku em bi hev re tûrikê xwe bi peyvên ramangeha Rojnameya XWEBÛN’ê zengîn bikin? De bila, em ê bi hev re Rojnameya XWEBÛN’ê bixwînin…