27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em bibin dengê girtiyan

Malbatên girtiyên nexweş ji bo zarokên wan ên nexweş bêne berdan û daxwazên wan pêk bê, çalakiya “Nobeda Edaletê” di roj 2’emîn de li Baroya Amedê berdewam dikin. Îro dîsa Hevjîna Siddik Guler ê li Girtîgeha Îskenderûnê Hasine Guler, dayika Ahmet Kalakolan ê li Girtigeha Hêjmar 2 a Bandirmayê Fevziye Kolakan, bavê Ciwan Boltan ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê Hakki Botan xwişka Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî, Încî Guler amade bûn. Di çalakiyê de hevjîna Siddik Guler ê 83 salî yê li Girtîgeha Îskenderûnê girtî, Hasine Guler a 73 salî axivî. Guler, anî ziman ku malbat ji bo zarokên wan ên nexweş serbest bêne berdan vê çalakiyê li dar dixin û wiha got: “Em dixwazin bibin dengê zarokên xwe û girtiyên nexweş û înfaza wan şewitiye bêne berdan. Hevjînê min 26 sal in girtî ye û girtiyê nexweş e.”

‘Em naxwazin cenazeyê girtiyan derkevin

Dayika Ahmet Kolakan Fevziye Kolakan (71) jî anî ziman ku kurê wê 28 sal in girtî ye û wiha got: “Ji bo mafên girtiyan me Nobeta Edaletê daye destpêkirin. Em 4 malbat hewl didin dengê girtiyan bînin ziman. Em bang li malbatên din dikin ku bêne tev li çalakiyê bibin. Em bi hevre têbikoşin. Binerin ez bi vî temenê xwe hatime ji bo kurê xwe yê nexweş li vir im. Berê ez dikaribûm biçim her derê. Lê niha nikarim biçim tu deveran. Ez bimirim jî ez ê ji bo kurê xwe her tiştî bikim. Em dixwazin malbatên me jî bêne cem me û em bi hevre dengê xwe bilind bikin.”

Em ê her tim ji bo girtiyên nexweş bibin deng 

Xwişka Abdulselam Guler Încî Guler jî anî zimn ku ji bo balê bikişînin ser bêedaletiyê vê çalakiyê li dar dixin û wiha got: “Birayê min nexweşê dil û tansiyonê ye. Jiyana birayê min girêdayî nefesekê ye. Em ê her tim ji bo girtiyên nexweş bibin deng. Em dixwazin malbatên me yên din jî tev li vî dengî û vê têkoşînê bibin.

Maltana îro jî bi rêveberiya baroyê re hevdîtin kir û xwest baro ji bo daxwazên wan têbikoşe. Rêveberên baroyê jî piştî li malbatan guhdar kirin, anîn ziman ku ji bo bibin bersîva daxwazên wan dê di demek nêzîk de têkevin nava têkoşînê.

Li gori daneyên ÎHD’ê li girtîgehan 605 jê girtiyên nexweşên giran in. Bi giştî hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Di sala 2020’an de 50, di sala 2021’an de jî 13 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.