27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta malbata Şenyaşar li Amedê didome

Emîne û Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata wan ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Yildiz ve li Pirsûsê hatibûn qetilkirin, çalakiya xwe ya nobeta “edaletê” didomînin.

Malbata Şenyaşar di çarçoveya nobeta “edaletê” de di roja 116’emîn a çalakiyê de îro hat Amedê û serdana Partiya DEVA’yê û Baroya Amedê kir. Malbata Şenyaşar ewilî serdana Rêxistina Partiya DEVA’yê ya Amedê kir. Malbatê piştre Baroya Amedê ziyaret kir. Ferît Şenyaşar jî derbarê dosyeyê agahî da rêveberên Baroyê û got: “Daraz dibe şirîkê sûc. Em li benda her kesî ne ku piştevaniyê bide têkoşîna me. Gefê kuştinê li me dixwin lê em natirsin. An em ê di vê rêyê de bimirin an jî em ê edaletê bînin.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî bi bîr xist ku ew doza malbatê ji nêz ve dişopînin û got: “Ev bûyer her kesî xemgîn dike. Em wek baroya Amedê li ba malbata xwe ne. Her parêzer ji bo vê dosyeyê xwedî hesasiyetekê ye. Heke hestê edaletê yê civakê neyê tatmînkirin, meriv nikare li wî welatî behsa edaletê bike. Di şexsê Malbata Şenyaşar de heke faîl neyên cezakirin, wê baweriya xelkê ya ji bo darazê heye jî bişkê. Ev pirsgirêka bêcezakirinê her ku diçe kûrtir dibe. Em behsa kuştina sê kesan dikin lê hêj qedexe li ser dosyeyê heye. Dosyeyê ji malbat û parêzeran direvînin. Em ê heta dawiyê şopdarê dozê bin. Em soz didin ku em ê li cem malbatê bin.”