26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK li şûna berjewendiyên kurdan berjewendiyên malbatî diparêze

H. Halil Alataçi

Mijara yekitiya kurdan demek dirêj e di rojevê de ye. Hemû hêzên kurdan herî zêde di 2013’an de nêzîkî vê pêvajoyê bûn. Ev pêşketin di asta herî jor de encama hewildana Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Berî vê pêvajoyê di salên 2000’î de û heta 2013’an bi pêşengtiya şaredariyên bakurê Kurdistanê konferansên wêje, mûzîk, şano, ziman, sînema, jin, ciwan, nivîskar û rojnamegerên kurd pêk hatin. Hin ji van konferansan çend caran hatin dubarekirin. Bi heman awayî gelek mîhrîcan hatin lidarxistin. Van hewildanan hişmendî, nîqaş, lêhûrbûn, hest û ramanên kongreya neteweyî pêş xist.

Rola herî mezîn jî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Jixwe raman û paradigmaya hemû xebatan encama keda Ocalan bû. Ji bo Kongreya Neteweyî pêş bikeve Ocalan name ji Mesûd Barzanî re şand û xwest bibe Serokê kongreyê û pêşengiya gelê kurd bike. Li gel ku piraniya gelê kurd Ocalan wekî serok dibîne jî Ocalan bi armanca yekitiya kurdan ji vî mafê xwe feraxat kiribû. Ger Kongreya Neteweyî pêk bihata niha gelê kurd li çar perçeyan di merhaleyek din de bû. Lê mixabin ev yek pêk nehat.

Berpirsyarê sedema vê yekê Mesûd Barzanî bû. Ligel ku Ocalan qadek mezin li pêşiya wî vekir û derfeta serokatiya gelê kurd pêşkêş kir jî Barzanî nekarî vê wezîfeya dîrokî bi cih bîne. Ji ber ku hedef û armanca Barzanî ya yekitiya gelê kurd û Kurdistanê nîne. Hişmendiya wî û partiya wî li ser esasê parçeyekê, malbat û eşîrê teşe girtiye. Vîzyon û hişmendiya Barzanî ya serokatiya gelê kurd û pêşengiya kongreya neteweyî tune ye. Perspektîfa wî teng, malbatî û eşîrî ye. Xwedî bingeheke civakî, siyasî, felsefî û îdeolojîk nîne.

Nikare pergal û paradîgmayên cîhanî bixwîne û li gorî wê polîtîkayan pêş bixe. Bi vê perspektîfa xwe ya teng bû sebeb ku gelê kurd fersendek mezin winda bike. Heman hişmendiya Barzanî û malbata wî ya teng, paşverû, malbatî û eşîrî niha gelê kurd ber bi felaketek mezin ve dibe. Hişmendî û feraseta malbata Barzanî û partiya wan PDK’ê jî ji ya Mesûd Barzanî wêdetir nîne. Li pêşiya kongreya neteweyî, yekitî û hevgiriya gelê kurd û Kurdistanê bûn astenga herî mezin.

Niha em bên ser sernava vê nivîsê. Çawa dibe ku PDK û Barzanî di yekitiya kurdan de rolek giring dilîze. Ev jî îroniyeke siyasetê ye. Carinan hin bûyer bandorên berovajî dikin. Rewşa Barzanî û PDK’ê jî îro heman bandorê dilîze. Li gel hemû derfetan jî di yekitiya gelê kurd de rolek erênî, baş û qenc nelîstin. Li şûna yekitiya kurdan û hevgiriya partiyên kurdan, hevkariya dagirkeran tercîh kirin. Li cihê berjewendiyên giştî yên gelê kurd û Kurdistanê berjewendiyên malbat û partiya xwe hilbijartin.

Bi qasî ku nêzikî dagirkeran dibin, ew qas ji gelê kurd û Kurdistanê dûr ketin û dûr dikevin. Bi  qasî ku siyaseta dagirkeran dimeşînin, ew qasî jî teşhir dibin. Bandora Barzanî û PDK’ê ya li ser gelê kurd di demên dawî de ketiye asta herî jêr. Li ser berteka li hemberî malbata Barzanî û PDK’ê gelê kurd li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat ew qas digihîje hev. Îro PDK û çend partiyên girêdayî xwe li aliyekî û hemû partiyên kurdan li aliyekî ne. PDK û beşek elît a li derdora berjewendiyan hatine cem hev li aliyekî, gelê kurd li aliyekî ye.

Li dijî polîtîkayên PDK û Barzaniyan a bi dagirkeran re gelê kurd di astek jor de bûye yek. Ev rewş ji bo partiyên siyasî yên kurd jî derbasdar e. Her ku diçe zêdetir helwesta xwe ya li hemberî têkiliyên PDK’ê yên bi dagirkeran re tînin ziman. Li dijî daxwaza şer a PDK’ê radiwestin. Qasî di vê helwesta xwe ya dijberî kurdan de israr dike, zêdetir kurdan hêrs dike û li ser xeta azadiyê kom dike. Bi gotineke din bêyomiya PDK’ê bi bandorek berovajî kurdan dike yek. Lê ne bi qencî û başî. Bi hevkarî û nokeriya xwe vê bandorê dilîze. Xweziya PDK’ê ne bi hevkariya bi dagirkeran re ev bandor bilîsta. Xweziya bi xizmeta ji gelê kurd re û pêşengîkirinê ev rol bilîsta. Lê wekî tê gotin di her şerekê de xêrek heye.

Di hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re jî pêşketina gelê kurd a di aliyê helwest, raman, rih û hişmendiyê de derket holê. Lê ev nayê wê wateyê ku kurd ji talûkeyê derbas bûne. Ji ber ku PDK niha hemû zengîniyên gelê kurd ên aborî di bin kontrola xwe de digire. Dê heta dawiyê van li hemberî gelê kurd bi kar bîne. Dê hewil bide heta dawiyê bi hêz û alîkariya ji dagirkeran digire hêviyên gelê kurd tune bike. Bi çapemeniya xwe ya bi pereyê feqîr û jarên kurd fînanse dike, hewil dide provokasyonan bike. Pir zelal derketiye holê ku êdî çapemeniya PDK’ê ji hêla îstixbarata tirk ve tê meşandin. Ji bo hûn rûyên çapemeniya PDK’ê fam bikin li vê lînkê binêrin. (https://gazetekarinca.com/2021/04/eski-rudaw-calisanindan-carpici-iddia-anadolu-ajansina-bilgi-mi-sizdiriliyor/)

Heman provokasyonan li ser kuştina pêşmergeyan jî dimeşîne. Wekî tê zanîn di 5’ê heziranê de PDK’ê îdîa kir ku gerîlayên HPG’ê 5 pêşmerge kuştine. PKK’ê ev yek derewand û diyar kir ku ev provokasyoneke PDK’ê û Tirkiyeyê ye. Her wiha xwest ku heyetek serbixwe û pêbawer lêkolînê bike. Hem PKK’ê û hem jî çavkaniyên herêmî, pêşmerge û şahidên bûyerê diyar kirin ku wesayîta pêşmergeyan ji hewayî ve hatiye bombebarankirin. Ango dewleta tirk ew şehîd kirine. Lê PDK û çapemeniya wê bi israr xwestin PKK’ê sûcdar bikin. PDK xwest vê bûyêrê bike hinceta êrîşên li ser PKK’ê û rewakirina hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re.

Li ser zêdebûna rageşiyê ji parlementerên partiyên din ên Parlementoya Kurdistanê û Parlementoya Iraqê heyetek ji bo lêkolînê çûn cihê bûyerê. Lê çi bibe baş e gelo? Belê we rast texmîn kir. PDK’ê taktîkên tirkan baş ji ber kirine. Berî heyet biçe wesayîta hatiye bombebarankirin ji nişka ve winda bû. PDK’ê ji bo rastî dernekeve holê bermahiyên wesayîtê ji holê rakirin. Her wiha destûr neda ku heyeta parlementeran biçe cihê bûyerê. Parlementeran tenê karîbûn ji şahidên bûyerê agahiyan bigirin.

Parlementer Şayan Eskerî ku di heyeta lêkolînkirina bûyera kuştina pêşmergeyan de cih girtibû daxuyaniyek da û rastiya PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta tirk re raxist ber çavan. (https://twitter.com/h_orman_/status/1406312381609910274/photo/2) Eskerî diyar kir ku êrîş bi hewayî pêk hatiye û tu eleqeya PKK’ê bi êrîşê re nîne. Heman agahî ji hêla endamên din ên lijneyê ve hate aşkerakirin. PDK ji bo bi alîkariya dagirkeran hêzên kurd ji holê rake serî li hemû lîstikan dide. Pêşmergeyên girêdayî xwe jî ji bo vê armanca xwe ya bêyom bi rihetî dide kuştin. Hem jî bi alîkariya dagirkeran û bi bombeyên wan.

Rûyê PDK’ê û hevkariya wê ya bi dagirkeran re qasî ku derdikeve holê pozîsyona wê ya astengkirina kongreya neteweyî û yekitiya kurdan jî qels dibe. Ev yek jî encamek pir zelal derdixe holê ku êdî divê kurd kongreya neteweyî, yekitiya kurd û Kurdistanê bêyî PDK’ê bifikirin û ji bo vê bixebitin. PDK êdî bi awayekî objektîf hêzeke Kurdistanî nîne. Heta ku vê politikaya xwe neguherîne jî nikare ji vê pozîsyonê xilas bibe. Mixabin tu niyetek PDK û mala Barzanî ya wiha jî nîne. Tişta xuya ew e ku mala Barzanî dê zêdetir û dildartir bikeve pêşiya dagirkeran û Kurdistanê bi wan bide dagirkirin.