Rojnameya Heftane

‘Hêrsa me ji êşa me mezintir e!’

Hêj zêmara dayika Îpek Er Hakîme Kiliç ‘Rabe keça min rêya min dirêj û barê min giran e’ li ber guhan deng dida tecawizkar Mûsa Orhan hat berdan. Jinên kurd jî li hemberî vî şerê taybet got: "Hêrsa me ji êşa me mezintir e."

Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê tundî, kuştin, tacîz û tecawiza li jinê her roj zêde dibe. Bêcezahiştina êrîşkar, tecawizkar û kujeran wekî polîtîkayeke dewletê tê meşandin. Her wiha li bajarên Tirkiyeyê û li bakurê Kurdistanê jî polîtîkayên ji hev cuda tê meşandin. Di bingeha van polîtîkayan de jî parastina desthilatariya mêr heye.

Li Bakur zêdetir ev polîtîka bi destê erkdarên dewletê tê meşandin. Li vê derê jinên têkoşer, welatparêz û bi taybetî jî jinên ciwan ên xizan tên hedefgirtin. Ji salên 90’î heta roja me ya îro jî heman rê û rêbaz tê bikaranîn. Êlih di salên 90’î de wekî bajarê întîxarê dihat pênasekirin. Bûyera Îpek Er carek din nîşan da ku li Bakur heman rewş didome û asta şer tu carî neguheriye.

Îpek û Hakîme…

Îpek Er ya 18 salî li Sêrtê bi tecawiza çawîşê pispor Mûsa Orhan re rûbirû ma. Îpek serpêhatiya xwe ji dayika xwe Hakime Kiliç re dibêje. Piştre Îpek û Hakîme ji bo edalet pêk bê û tecawizkar bê cezakirin serî li dadgeha Sêrtê û Êlihê didin lê kes dengê her du jinan nabihîze heta ku Îpek întîxar dike. Ji 16’ê tîrmehê şûn de êdî her kes bi serpêhatiya Îpekê hîn bû. Her wiha Îpek serpêhatiya xwe bi nameyekê vegotibû.

‘Êdî ez natirsim’

Îpek Er 34 rojan li nexweşxaneya Êlihê li ber xwe da û li derve jî dayika wê ji bo tecawizkar bê cezakirin hewl da. Ligel hewldanên her du jinan bûyer bi aşkerakirina nameyê bêtir ket rojevê. Îpek Er di nameya xwe de wiha dibêje: “Mûsa Orhan xeyal û hêviyên jiyana min hilweşandin. Canê min pir diêşe. Wî ez xapandim. Ji min re digot ‘ger tiştên di navbera me de tu bibêjî ez ê te bikujim. Jixwe kes ji te bawer nake, tu bê xwedî yî. Min li gelek kesan wiha kiriye û tiştek nayê serê min.’ … Jixwe êdî ez dimirim û ez natirsim..!”

‘Rabe keça min..!’

Dema Îpek Er li nexweşxaneyê bû malbatê gilî kir lê dozger û serdozgeriyê ligel nameya heyî jî biryara serbestberdana çawişê pispor Mûsa Orhan da. Dayika Îpek Er di her axaftina xwe de aciziya xwe li hemberî helwesta erkdarên dewletê dianî ziman û digot: “Divê mezinên dewletê Mûsa Orhan bê ceza nehêlin. Ji ber ku ev berhema wan e. Bila vê qirêjiyê paqij bikin. Ez bang li dozgerê ku Mûsa Orhan berdaye dikim, gelo wî wisa li keça te kiriba te yê heman bertek nîşan bida…!”  Di 18’ê tebaxê de Îpek Er jiyana xwe ji dest da û dayika wê bi zêmara “Rabe keça min rêya min dirêj û barê min giran e” keça xwe veşart.

Peyamek dan civakê

Li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî li hemberî bûyerê nerazîbûn nîşan dan û bal kişandin ser polîtîkayên bêcezahiştina tecawizkar û kujeran. Li hemberî wan bertekan di 19’ê tebaxê de çawişê pispor Mûsa Orhan hat girtin lê Orhan piştî hefteyekê careke din serbest hat berdan. Girtina wî ji bo bêdengkirina gel û serbestberdana wî jî ji bo civakê peyamek bû.

Parêzeran gilî kir

Parêzerên malbata Îpek Er, derbarê Mûsa Orhan ku sûcê ‘êrîşa bi wesf a zayendî kiriye’ de gilî kir û xwest Mûsa Orhan bê darizandin. Gilî bi îmzeya 11 parêzeran hat kirin û serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê hat dayîn.

Ji bo dengê xwe bide bihîstin

Bûyerên bi vî rengî bi salan e li herêmê wekî polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin. Bi hezaran jinên ciwan ên kurd bi vî rengî tên qetilkirin an jî bi tecawizê re rûbirû dimînin. Ji neçariyê yan dawî li jiyana xwe tînin an jî bêdeng dimînin lê vê carê Îpek Er ji bo dengê xwe bide bihîstin û tecawizkar ceza bigire dawî li jiyana xwe anî. Wisa jî bû!

‘Doza min bişopînin’

Piştî dawî li jiyana xwe anî û dayika wê jî bêdeng nema, civak jî xwedî li wan derket. Îpek Er bi nameya xwe xwest peyamek bide jinên ciwan û xwest bûyerên ku bi salan e li herêmê pêk tên derkevin ser rûye erdê. Sazî û rêxistinên jinan jî dan zanîn ku îfadeya Îpek Er di nameyê de heye û di nameya xwe de gotiye “Doza min bişopînin”, êdî ew name emanetî jinan e.