Rojnameya Heftane

Li dijî mirovên spî berxwedana jina reşik!

Li ser rûyê erdê tu civak tune ye ku ji pergala serdestan zirarê nedîtibe. Hin civak ji ber zimanê xwe, hin civak ji ber ola xwe, hin civak ji ber rengê çermê xwe rastî zextên…

Hunerê resimî de cinî

Wexto ke merdim tarîxê resimî rê ewnîyeno, vîneno ke tewr zêde morê xo camêrdan dayo piro. Na rewşe Rojhelato Mîyanênî ra bigîrê heta Amerîka, Asya, Afrîka û heta Ewropa her ca bi eynî rengî…

Sê heval

Êdî dabû qirika min.

Her sibe ku ez şiyar dibûm û min li dora xwe dinerî, ji qawîşa çil kesî encax sê-çar kesan serî radikir.

Ji veşartina meytan, taqet di çokên min de nemabû.

Li Mûşê min leşkerî dikir, Herba Ûris, yanî Herba Cîhanê nû qediyabû, li her derê tevlihevî, nebes bû îja xela derketibû. Birçîbûnê mirov kiribûn mîna heywanan, bi giha xwedî dibûn. Her der bi bêhna meytan genî bûbû. Ên dijiyan jî hestî û çerm…

Êşa Mûşê wek agirê ku bi pirêzeyan keve belav bûbû, ne zarok dihişt, ne kal, ne jin ne mêr…

Ê min pereyên min hebûn û min nanê leşkeriyê nedixwar, dikanek pîsik li navenda Mûşê, li binya kaniyê, kaniya meydanê ya serê kaş hebû. Min diçû nan, helaw, zeytûn û tiştên wisa dikirîn, jixwe tiştekî din zêde tunebû. Leşker, bi Êşa Mûşê qir dibûn.

Em sê kes bûn; ez, yekî Tepî, Tepa Barava û yekî Girikî, Girkê Izêr. Em welatiyên hev bûn. Piştî ku dewleta Osmanî bi bin ket, rê û dirba leşkeriyê jî nemabû. Ya rast rev bû. Yan jî jiyanxelasî, em ê ji mirinê xelas bibûna lê ew jî şans bû, lêhatin bû. Lewra rê jî xetere bû, talûka rûsan û ermenan, artêşa dewletê jî qaçax digirtin û ceza jî îdam… Tevayê rêbihuran girtî bûn, geliyê Bedlîsê jî di destê ermenan de bû ku em çolbir bigihana Silîva, selametî bû. Me yê xwe bigihanda çiyayê jêr, herêma xwe, herêma Surgiçiya Mêrdînê. Serhed di bin piyên biyaniyan de… Werhasil çûyin hebikî ji mayînê maqûltir bû, lewra mayîn, radestiya Êşa Mûşê bû û talî jî mirin!

Me ya xwe kir yek û şevekê lingo bi qurban, me berê xwe da başûrê Mûşê û meş… nizanim çend şev û rojan em meşiyan. Me newêribû herê şêniyan, ji ser gund û mezreyan me xwe dida alî. Lewra xelkê qaçax digirtin radestî dewletê dikirin. Carinan jî ji bo çakêtekî wan an jî qapût an gîzmeyekê ew dikuştin. Xwarina ku me bi xwe re anîbû, her çiqas me bi hesab dixwar jî, qediya, çokên me şikestibûn. Me tu der jî nasnedikir. Em hatin, hatin, hatin… ji dûr ve çemek xuyabû. Me xwe ji gir berda. Li ser çem pirek hebû, me xwe li pirê girt. Berî ku em bigihên pirê, hê em dûrî pirê ne, ji pêş çend kes dihatin, cilên leşkeriyê li wan bûn. Em tirsiyan, çekên me jî nînin. Nêzîkî li me kirin, serbazek û çend leşkerên dewletê, ew jî bêhal bûn. Me rast got; em reviyane… Me qala Êşa Mûşê, mirin, birçîtî û belengaziyê kir. Canê me tije spî û kêç bûn. Ji ber devlêkirina spiyan kortik di canê me de çêbibûn; qirik û stûyê me herifîn, spî li ser bestika me direqisîn… hêstir ji çavên serbaz hatin xwarê. Serbaz got, pir di destê emenan de ye, gundek li wî aliyî heye, keyayê wî baş e. Xwe li mala keyê, mala muxtêr bigirin, belkî hûn xelas bin, hay ji xwe hebin, de herin hûn serbest in û ji rewşa xwe hayîdar bin, Xwedê bi we re be!

Em dimeşin, lê çi meş û çi hal…

Me nêzîkî li pirê kir, bi tirs li derdorê nêrî, tu kes nedixuya. Bi xof û heft belayan em di ser pirê re derbasbûn lê çok li me şikestin. Ling li me fisiyan.

Piştî çend gavan hevalê me yê Tepî kete erdê, bangî min kir;

-Ha Kemalê Dengizî, lawo ez mirim, heqê xwe helal bikin lê ku hûn filitîn seriyekî bidin mala me. Hal hewalê min bibêjin… Min veşêrin, li van çolan nehêlin!

-Ka hêviya xwe nebire, em ê herin gund û li te vegerin.

-Ca, nizanim…

-??!!

Nizanim bi çi halî me xwe gihand gund. Şev tarî bû. Me mala keya pirsî. Hinekan berê me da mala wî. Camêr pir hurmet da me û got herin odeya me ya jorîn, cilên xwe jixwe bikin û bavêjin derve. Bila spî û kêç li malê belav nebin. Av û serşok heye, xwe baş bişon û têkevin nav livînan. Em ê cilan serê sibehê bidin we.

Hal di me de nemaye. Em man şilfûtazî, me pêşî ji hev fedî kir lê na rewş ne ya fediyê bû. Hişê min çû zarokiyê; me bi lîstika “kilor û tas” dileyîst. Lîstik a du kesan bû. Yê ku dest bida sere hevalê xwe, digot “kilor” û direviya. Ew dima heram, wî jî dida pey ê din, bera didayê, ku firsend didît îja wî ew kilor dikir û ew dima “tas” yanî helal dibû. Lîstikê werê didomand. Paşê me hev “tas” dikir, yanî em helal dibûn û lîstik diqediya. Rewşa min û hevalê min jî wisa. Bi dor me xwe şûşt û bi bêmecalî yan jî helalî(!) xwe avêt nav livînan, me xwe xist bin mitêlê. Xwedêgiravî spiyên me çûn em man paqij, ma ji xwe em çerm, çermkî kijilî bûn. Bêhnek din deng ji derî hat. Min lihêf-çi lihêf çi hal, te tayek jê bikişanda ew ê hezar pîne jê biketana- li xwe pêçand, derî vekir. Du tas mehira ceh dan min û gotin hêdî hêdî bixwin. Me ew mehîra ceh bê nan hêdî hêdî xwar an jî vexwar. Ji me re wek ava heyatê hat, wek ku ji nû ve ruh berdin bedena me. Xwarina me wek îbadetê bû. Me wek ku îbadet bikin ew mehîra ceh bi bêdengî û hurmetek giranbuha û xweşahengî xwar, me qet êrîşî mafê hev jî nekir. Paşê du tasên din. Hebikî ruh hat me. Hê hevalê me hat bîra me herduyan. Me ji keyê re got, wî got; de heta sibê Xwedê mezin e.

Bû sibe, tu nabêjî heta sibê cilên me di distan de kelandine, spî kuştine û ziwa kirine. Cil avêtin ser me û me dîsa mehira ceh xwar û me çû hevalê xwe yê bêmecal anî. Camêr ew jî mîna me têr û paqij kir, ê Tepî jî hat ser xwe. Du-sê rojan wisa em xwedî kirin. Paşê cend nanên ceh dan me, rê ji me re zelal kir û got; nanên xwe ziwa nexwin, ew ê qirika we biçire, nan nerm bikin û hêdî hêdî bixwin.

Em bi xêra wî camêrî filitîn û nemirin.

Bi rewşek riswa û heft bela me xwe gihand malê.

Paşê em man qaçaxê leşkeriyê.

Jiyanê bi teşqele, xizanî, bêçaretî, neyartî û birçîtiyê dewam kir.

Piştî çend salan em hatin ser xwe.

Qaçaxiya min a leşkeriyê dewam kir.

Jiyan bi rewşeke dinê herikî…