27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AA nûçegihanê xwe wekî endamê rêxistinekê nîşan dide

Nûçegihanê Ajansa Anadoluyê yê ku ji ber pirsa xwe ji kar hatibû avêtin destnîşan kir ku ew ne ji tu aliyî ye û wiha got: “Dibe ku min di jiyana xwe de cara ewil rojnamegerî kiribe ez ji ber pirsa xwwe poşman nînim.”

Rojeva vîdeoyên Peker e

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank û Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî li Stenbolê civîneke çapemeniyê ya hevpar dabûn. Ji roja ku serekçeteyê mafyayê Sedat Peker vîdeoyên der barê têkiliyên dewlet-mafya-hikûmetê li ser kanala xwe ya youtubeyê parve dike bi vir ve, rojeva Tirkiyeyê qet aş nabe. Peker di her vîdeoyeke xwe de hewl dide behsa karûbarên dewlet, hikûmet û mafyayê yên veşartî û bi hev re pêwendîdar, bike. Rojeva Tirkiyeyê bi vê dagirtî ye.

Çitinî ji wezîran dernakeve

Di civîna çapemeniyê ya her du wezîran de, nûçegihanê Ajansa Anadoluyê Musab Turan îdia û angaştên Peker yên der barê wezîrê karên navxweyî Suleyman Soylu ji her du wezîran pirs kir û wiha got: “Ev çendek e rojeva Tirkiyeyê bi hin kêşeyên burokrasiyê re mijûl e. Gelo vê yekê di qada navneteweyî de li ber me astengî derxistin an na? Her wiha AKP ku ev 19 sal in wekî tevgereke civakî derketiye holê ji Suleyman Soyluyê ku navê wî bi tawanbariyên bi vî rengî re tê bilêvkirin piçûktir e? Li her derê her kes behsa vê rojevê dike lê çitinî ji wezîrên me dernakeve. Ez ji wezîr Pakdemîrlî dipirsim: Gelo di civîna kabîneyê de Soylu der barê vê yekê de parastina xwe kir? Parastina wî bi dilê we bû an na?”

Gelo endamê rêxistinekê ye?

Li ser pirsa Turan wezîr Varank got ku tu şov dikî lê ez bersiva te bidim. Varank mîna Soylu axivî, got tu têkiliya me bi karên îlegal re çênebûye û bi ser de jî nûçegihan Turan sûcdar kir.

Piştî vê bûyerê AA’yê Musab Turan ji kar avêt der heqê vê bûyerê de daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de got ku nûçegihanê me li gorî rêzikên rojnamegeriyê tev negeriyaye, pirsên eletewş pirsîne û vîdeoya vê kişandiye, ji ber van jî peymana karkirina wî hatiye feshkirin.

Di daxuyaniyê de AA’yê destnîşan kir ku wan der barê Turan de serî li dozgeriyê xistine ka gelo endamê rêxistinekê ye an na. Her wiha wan ji bo  Pasaporta Gewr û Karta Çapemeniyê ya Turan jî bên betalkirin saziyên eleqedar agahdar kirine.