26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya DYA’yê li herêma operasyonê 11 daneyên çekên kîmyewî tespît kir

Dewleta tirk di 23’ê nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê operasyona dersînor da destpêkirin û li gorî çavkaniyên herêmî heta niha 256 leşkerên artêşa tirk û 76 endamên OSO’yê di vê operasyonê de hatine kuştin. Ji ber ku artêşa tirk derbên giran dixwe operasyon di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de veguherî krîzekê.

HPG’ê ragihand ku dewleta tirk di operasyonê de çekên kîmyewî bi kar tîne û çapemeniya navneteweyî jî ev agahî û dîmên kesên di encama bi karanîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane bi parve kir.

11 daneyên çekên kîmyewî

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) şandeyek DYA’yê ku rayedarên Pentagonê jî di nav de ne, ev 10 roj in li ser xetên sînorê Duhok, Zaxo, Şirnex û Colemêrgê lêkolînan dikin. Şandeyê tespît kir ku artêşa tirk di operasyona dersînor de çekên kîmyewî bi kar aniye û 11 daneyên çekên kîmyevî hatine tespîtkirin. Hat gotin ku şandeya Amerikayê bikaranîna çekên kîmyevî wekî “sucê şer” nirxandiye û dê Amerika vê rewşê wekî koz li hemberî Tirkiyeyê bi kar tîne. Ger Tirkiye ji  êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê re bêdeng nemîne ew ê şandeya Amerikayê vê kozê bi kar bîne û ew nûveyên bikaranîna xazên kîmyevî  bi raya giştî re par ve bikin.

Heta niha 256 leşkerên tirk hatine kuştin

Operasyona  artêşa tirk li herêmên Avaşîn, Zap û Metinayê yên girêdayî Başûrê Kurdistanê didome. Operasyona ku mehekî li dû xwe hişt, Girê Koordîne û li gundê Derarê û Kestayê yên girêdayî herêma Metînayê şerên dijwar rû didin.

Artêşa tirk ku bi rojane dixwaze li Girê Koordîne û li gundê Derarê û Kestayê bi helîkopteran leşkeran dayne rastî bersivdayina HPG’ê tên û şerên dijwar rûdidin. Tê gotin ku gelek leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dane. Her wiha gelek leşkerên birîndar jî bi helîkopteran radikin nexweşxaneyan.

Pêşmergeyek ku li herêma operasyonê ye da zanîn ku heta niha  21 jê payebilind bi giştî 256 leşkerên artêşa tirk û 76 endamên OSO’yê hatine kuştin.

Endamên OSO’yê jî birine operasyonê

Pêşmergeyek ku li herêma operasyonê ye û nexwest navê xwe bide bi Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku tirkiyeyê 560 endamên OSO’yê ku ji Lîbyayê kişandibû û anîbû li Colemergê baregeheke leşkerî bi cih kiribû, niha jî wan anîne herêma Bamernê û di operasyonê de wan diavêjin pêş.

Pêşmerge diyaloga xwe ya bi fermandarekî tirk re ragihand û diyar kir ku artêşa tirk ji bo operasyona Garê, Zap, Avaşîn  û metînayê heta niha 900 milyon dolar butçe veqetandine.

Operasyon veguherî krîzeke navneteweyî

Her wiha pêşmerge da zanîn ku encamnegirtina operasyonê di navbera Bexda, Hewlêr û Enqereyê de krîzekî ava kir. Tirkiyeyê hesap kiribû û temînat dabû ku dê demek nêz de 100 km pêş de biçe. Lê ev hesabê Tirkiyeyê negirt. Ji ber vê jî Bexda û Hewlêr zextê li Tirkiyeyê dikin.