27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NÛJINHA yek salî ye

Ajansa nûçayan a jinan NÛJINHA bi pêşengiya Weqfa Çandê ya MedyayA Jinan ku navenda wê li Siwêdê ye hat avakirin, yek salî ye. NÛJINHA, di serî de li Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê bi pênc zimanan dengê jinan radigihîne û geşedanên dîrokî û rojane derdixe pêş.
Di nivîsa li ser ajansa NÛJINHA’yê de hat parvekirin wiha hat gotin:
“Li Rojhilata Navîn serhildana jinan wekî gulberojkê ji axê hêdî hêdî derket û rûyê xwe da tavê yanî ronahiyê. Têkoşîna jinan li ser vê axê û li tevahiya cîhanê li gelek cihî ji bo jinan bû ronahî.
Ji bo siberoja bi destên xwe ava kirine bêtir bê dîtin pêdiviya ji bo piştevaniyê jinan dîsa anî gel hevdû. Rojnamegerên ji tecrube û raboriyê heta siberojê xwe xwedî kirin ji bo rastiyan û zimanekî din derketin ser rê.
Ew ê dengên jinên li cihê kar bi mêtingeriyê rû bi rû dimînin, jinên li mal, li ser kar tune tên hesibandin êdî dîwar û sînoran derbas bike.
Bi kurdî, erebî, farisî, tirkî, îngilizî bêyî cudahiya ziman, ol, nîjad ew ê çîroka her jinekê li ser esasê buhevrebûnê ragidigihîne bîr bixe.
Bi pêşengiya Weqfa Çandê ya Medyayê Jinan ya navenda wê li Siwêdê ye wê jin heqîqeta jinbûyinê di rûpelên xwe de parve bikin.
Jinên rojnameger wekî ajanseke nû dest bi vê rêyê kirin. NÛJINHA amade ye ku li rawestgehên cuda qala jiyana jinan bike û guhertina jiyana wan ragihîne.”