26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên THÎV’ê serdana malbata Şenyaşar kir

Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a bi daxwaza “Edaletê” ya li ber Edliyê Rihayê di roja 31’emîn de didome. Her wiha serdanên piştgiriyê yên ji bo malbata Şenyaşar a li ber edliyeyê jî didome. Şandeyeke ji nûnerên şaxa Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê Mûrat Aba jî di nav de, bi armanca piştevaniyê serdana malbatê kir.

‘Kesên em qetil kirin bigirin’

Dayik Emîne Şenyaşar ji şandeya THÎV’ê re behsa komkujiya li nexweşxaneyê hat kirin û mehek çalakiya xwe ya nobeta edaletê kir. Şenyaşar diyar kir ku 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê dan kurê wê Fadil Şenyaşar û wiha got: “Bi awayekî bêhiqûqî kurê min girtiye. Ez dixwazim wî serbest berdin. Em ji bo edaletê li vê derê. Lê tim mudaxeleyî me dikin. Ez nikarim li malê rûnim. Mehek me çêbû. Heya ku edalet neyê cih, salekê jî bidome, ez ê dîsa li vê derê rûnim. Jixwe ev 3 sal in ez najîm. Ew min bikujin jî, ez ê  li vê derê bim. Kesên em qetil kirin bigirin.”

Ferît Şenyaşar jî da zanîn ku biryara qedexeya lidarxistina çalakiyan a walîtiyê, tenê ji bo wan derbasdar e û wiha domand: “Me daxwazname daye dozger. Em li benda encamê ne. Têkoşîna me didome. Em rastî hemû mûameleyên xirab tên. Bûyer bi hev re girêdayî ye. Bersûc heman kes in, lê dosye kirine du dosye.”

23 kes tespît kirin

Şenyaşar herî dawî anî ziman ku komkujiyek hetiye kirin û wiha got: “Dozger ji me re gotibû, wan 23 kes tespît kirine. Wê demê ya pêwîst bikin. Hûn li benda çi ne?”

Pisporê Xizmeta Civakî yê TÎHV’ê Mûstafa Altitop ê cihê xwe di şandeyê de, qala armanca serdana xwe kir û wiha got: “Ji bo piştevaniyê em hatin vê derê. Em hêvî dikin ku ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Di vê pêvajoyê de, tişta ji destê me bê em ê bikin. Em amade ne, piştgiriyê bidin we.”

14’ê hezîrana 2018’an, parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kiribû. Di êrîşê de 3 ferdên malbata Şenyaşar û kesek ji malbata Yildiz jiyan xwe ji dest dabûn. Roja 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yan a Meletiyê li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz 18 sal ceza birî.

RIHA