5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ocalan: Divê Destûra Bingehîn tundiya 40 salan lêkolîn bike

Reberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, destnîşan kir ku divê Destûra Bingehîn ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbas kirin hebe û wiha got: “Ji destpêka komarê û vir ve Kemalîstên laîk armanckirin ku di makeqanûnê de kurdan û civaka îslamê tasfiye bikin.”

Ji Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 21 mehan zêdetir e agahî nayên girtin. Her çiqas di sala 2019’an de parêzeran 5 hevdîtin pêkanîbin jî qedexeya hevdîtinê ya parêzeran ku ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve li Girava Îmraliyê xistin dewrê, berdewam dike. Abdûllah Ocalan ê hevdîtina wî ya malbatê jî her tim tê astengkirin herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî bû û axaftina wan di nivî de hatibû qûtkirin. Abdullah Ocalan di vê axaftina telefonê de bal kişandibû ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û wiha gotibû: “Ev tişta hûn dikin gelek xelet e. Dewlet jî xeletiyê dike, hûn jî. Ev ne hiqûqî ye ne jî rast e. Ev qet nayê qebûlkirin. Ev di heman demê de gelek bi xetere ye. Hûn di ferqê de ne ku ka we çi kiriye. Ez dixwazim parêzerên min bên vê derê û bi min re hevdîtinê bikin. Ev pirsgirêk encax bi vî awayî çareser bibe. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek pêk were divê bi parêzeran re be. Ji ber ku ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”

Abdûllah Ocalan destnîşan kir ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê hem hiqûqî hem jî siyasî ye. Di pêvajoya di bin navê “çareseriyê” de di 3’yê çileya 2013’an de hate dest pê kirin de şandeya siyasî ku Hevserokê Kongreya Demokratîk (KCD) yê demê Ahmet Turk û parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Ayla Akat Ata tê de cih digirt hevdîtinek bi Ocalan re kirin. Bi ser wê hevdîtinê re 10 sal derbas bûn. Abdûllah Ocalan di vê hevdîtinê de diyar kir ku ew ji sala 1993’an û vir ve ji bo aştiyê têdikoşe û ev hemû hewldan 30 sal in tên hebakirin.

‘Divê Destûra Bingehîn tundiya 40 salan lêkolîn bike’

Abdûllah Ocalan ê di vê hevdîtinê de got ku “14 sal in hewl dan min jî beralî bikin” bal kişand ser girîngiya Meclisê û Komîsyona Heqîqetê ya di bin banê wê de were avakirin. Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku divê di mijara makeqanûnê de Mecliseke damezrîner hebe û wiha got: “Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salên dawî li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe. Ji destpêka komarê û vir ve Kemalîstên laîk armanckirin ku di makeqanûnê de kurdan û civaka îslamê tasfiye bikin. Bi vî awayî gelê tirk jî ji maf û azadiyên xwe bêpar man.”

‘Divê hebûna kurdan bên qebûlkirin’

Abdûllah Ocalan diyar kir ku divê makeqanûna bê çêkirin maf û azadiya gelê tirk û beşa îslamî û hebûna gelê kurd qebûl bike û wiha berdewam bike: “Divê ne tenê zimanê gelê kurd hebûna wî jî were qebûlkirin. Heta ku rastiya gelê kurd li Meclisê neyê qebûlkirin hûn ê çawa makeqanûnê ava bikin? Di vê mijarê de hûn dikarin makeqanûna 1921’an û Pêşnûma Reforma Kurd a ji 20 xalan pêk tê esas bigirin. Li wir qebûlkirina hebûna kurdan heye. Em dixwazin Pêşnûma Reforma Kurdan zindî bikin. Hûn dizanin di 9’ê sibata 1922’yan de Pêşnûma Reforma Kurdan li dijî 64 dengan 373 dengan hatibû qebûlkirin. Veşartina van belgeyan armanckirina tasfiyeya kurdan e. Lê belê piştî qebûlkirina vê belgeye serkeftina 30’ê Tebaxê pêk hat. Sala 1922’yan sala rizgariya Tirkiyeyê ye. Hûn çima van belgeyan vedişêrin.”

‘Girtina 10 kesan komplo ye’

Abdûllah Ocalan, hevdîtina Serokwezîrê demê Tayîp Erdogan û Serfermandarê Giştî yê demê Yaşar Buyukanit a di 4’ê gulana 2007’an de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Di hevdîtina Erdogan û Buyukanit de bi beşa darbekaran re li ser dervehiştina kurdan tifaq û lihevkirinek heye. Derbaskirina vê lihevhatinê şertê aştiyê ye. Eger em nikarin aştî û çareseriyê pêk bînin, eger em nikaribin provokasyona operasyona KCK’ê bi ser bixînin, aştî çîrok e. Girtina 10 kesan komplo ye, bêbandorkirin e, cureyeke kuştinê ye. Ji bo aştiyê du mehên we hene. Pişt re yên mayî li gel parêzbendiyê dikarin bên tasfiyekirin. Dibe ku derbên dijwartir jî hebin. Divê dawî li operasyonên KCK’ê werin.”

Ji îslamê re azadî ji kurdan re îmha

Ocalan, diyar kir ku hişmendiya “em dikarin kurdan bi Îslamê mijûl bikin” AKP derxist holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ji ber bikaranîna îslamê ya di tunekirina kurdan de qiyamet were rakirin. Erdogan di vê çarçoveyê de di bingeha îmhakirina rojhilatê Firatê de bû parlamenter. Bi Baykal re hevdîtin kirin. Ji îslamê re azadî ji kurdan re azadî! Ev nabe.”

Abdûllah Ocalan ê destnîşan kir ku aştiya heqîqî bi aştiya kurd û tirkan re pêkane û ev nirxandin kirin: “Têkiliyên van her du civakan dînamît kirin û jehr kirin. Em çawa dikarin vê serbixînin em ê li ser vê bisekinin. Wê bi rûmeta netewî ya gelekî bilîzin û gel jî wê li dijî vê bê bertek bimîne! Ez bi hêrs im. Ez ne netewe-dewletparêz im. Netew dewlet azadî nîne, koletî ye. Em dixwazin kurdan veguherînin netewekî demokratîk. Heta ku di makeqanûna Tirkiyeyê û qanûnên wan de ev yek nebe nabe. AKP ji vê re dibê hewce nîne. Lê em ê çawa bijîn? Bêyî îfadeya hiqûqî û destura bingehîn a 20 milyon mirovan em ê çawa bijîn?”

‘Divê pêşnûma reforma kurdan were nûkirin’

Abdûllah Ocalan ji bo ev yek pêk were di bin banê 3 mijaran de van pêşniyaran dike: “Avakirineke hawîrdoreke bê şer û pevçûn. Divê makeqanûn û pêvajoya qanûnî; Pêşnûmeya Reforma Kurd were nûkirin. Ez ji bo penasekirina hemwelatîbûnê vê pêşniyarê dikin; Makeqanûna me hemû çandên dîrokî weke dewlemendiyeke Tirkiyeyê qebûl dike û mafê pêşvebirina xwe îfadekirina wê bi awayekî azad û xwe birêxistinkirinê nas dike. Di makeqanûna Îspanyayê de jî wiha ye. Ev penasekirin wê pirsgirêka hem welatî bûn û hin pirsgirêkên din jî çareser bike. Dibe ku weke pêşniyara AKP’ê pêşniyareke bêalî jî hebe. Lê penaseyeke mîna ya ku ez pêşkêş dikim gelek pirsgirêkan çareser dike. Ez qala perwerdeya ziman jî nakim. Mafê meşrûiyetê wê bibe xwedî xweseriyeke aborî. Wê dureperêzên di Peymana Xweseriya Rêveberiyên herêmî de dê bêne rakirin.

Înkara kurdan înkara tirkan e

Pêvajoya normalbûnê; înkarkirina hebûna kurd, înkarkirina hebûna tirkan e. Heke kurd û Îslam biçin wê tirk jî li Anatolyayê nikarin bimînin. Heke ev beş werin tunehesibandin wê ev lobî û hêzên serdest we jî tune hesibînin. Girîng e hurmet ji hemû çandên dîrokî re bê nîşandan û mafê xweîfadekirin û rêxistinbûyînê bê naskirin. Sererastkirineke wisa dikare xelas bike. Her tişt dikeve nava vê. Girîng e ku makeqanûn ji vê re ne girtî be. Ne hewce ye mirov bihejmêr e. 3 peyv bes in; Hemwelatîbûyîn girêdana dewletê ye. Tê diyarkirin ku mafê zimanê zikmakî û nasnameya çandî ku AKP’ê di Komîsyona Makeqanûnê de pêşniyar kir li ser esasê takekesî tê hesibandin û wekî mafekî kolektîf nayê qebûlkirin. Ez di vê mijarê de wiha dibêjim: Divê ne di nava dewletê de mehandina mafên takekesî hebe ne jî li dijî dewletê hemû çandan cuda cuda bi cih bikin hebe. Dema ku siyaset li gorî penaseya xwe ya rastîn neyê kirin, bi mirovên li welat dide windakirin. Di vê rewşê de siyasetmedar e ku neçareseriyê kûr dike.”