26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

OHD’ê bang kir: Daxwazên girtiyan bi cih bînin

Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ên Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Enqere û gelek bajarên din têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyan a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyanî dan çapemeniyê. Şaxên OHD’ê bi beşdariya endamên xwe û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li avahiyên xwe civînên çapemeniyê li dar xistin.

Di daxuyaniya OHD’ê de hat xwestin ku daxwaza girtiyên di greva biçîbûnê de ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan were qebûlkirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin. Şaxên OHD’ê destnîşan kirin ku bi şewba vîrûsa koronayê re li girtîgehan girtî nayên dermankirin, binpêkirinên mafan zêde bûne û girtî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê.

Her wiha bang li wezareta dadê hat kirin ku daxwazên girtiyan li tavilê bi cih werin û heke tiştek neyînî li girtîgehan biqewime berpirsiyar desthilat e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rayedar neçar in ku hiqûq û qanûnên ji bo girtîgehan bi cih bînin.