spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozel: Jiyana karkeran kirine kabûs

Sekretera Jin a Şaxa BES’ê ya Amedê Guneş Ozel diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dijî bêqiqûqiyan têbikoşin

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Amedê der barê karkerên ku ji karê xwe hatine dûrxistin û nagihîjin mafê xwe yên mirovî li ber deriyê avahiya Dadê ya Amedê daxuyanî dan. Parlamenterê CHP ê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, Kedkarên BES’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamên BES’ê pankarta “Ji qesran edalet dernayê” hilgirtin. Çalakvanan di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Em di darazê de edaletê dixwazin”, “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” û “Bijî têkoşîna me ya rêxistinî” berz kirin. Sekretera jin a Şaxa BES’ê ya Amedê Guneş Ozal daxuyanî xwend.

Guneş Ozel diyar kir ku karkerên bi KHK ji karê xwe hatine dûrxistin mafê wan hatiye binpêkirin û wiha got: “Pergal bi awayekî serbixwe darazê asteng dike û zagonan binpê dike. Bi salan e kedkarên ku dixebitin jiyana wan a kar kirine kabûs. Ji aliyekî ve giraniya kar ji aliyê dinê ve jî tundiya bi keyfî tê kirin. Kedkar her tim bi aboriyê tên terbiyekirin.  Ked û karê wan bê qîmet e. Keda wan nayê dîtin. Kedkarên darazê ji sala 2009’an vir ve bi xizanî dijîn. Der barê kar û xebatên wan de tu pêşketin tune ye. Ji 23’ê tebaxa 2009’an û  vir ve dibin hejmara zagona 6009’an de cih digire. Bi guhertinên hejmara zagona 3717’an, li dijî kedkaran gelek maf hatine binpêkirin. Ji bo ku kedkarên darazê ji van zextan rizgar bibin, bi salan e em di rojevê de dihêlin.”

Pergal sepanên dijdemokratîk bi kar tîne

Ozel bal kişand ser komkujiya jinan ku bi salan e pêk tê û ev tişt got: “Pergal polîtîkayên taybet pêş dixe. Li dijî kiryaran ker û kor e. Bi salan e jin tên qetilkirin. Desthilatê peymana Stenbolê di şevekê de betal kir. Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin. Herî dawî parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên xwe di 2018’an de êrîşê malbata Şenyaşar kir û ji malbatê 3 kes qetil kirin. Hê jî malbat li ber deriyê Wezareta Dadê li pey edaletê ye. Gelek caran hewldan ku biçin bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin bikin, lê wezîr ker û kor e.”

Daxwaza çareseriyê

Êdî bese em ji pirsgirêkên xwe re çareserî dixwazin

Em naxwazin ku tu cudatî têkeve nava Kedkaran, heqdestê karkeran nayê dayîn. Em naxwazin ev dubare bibe.

Bi guhertina peywiran, lazim e di nava saziyan de, li şûna mulakatê, liyakat esas bê girtin.

Lazim e daraz xizmeta polan bide avakirin û ji nûve kadroyên xwe temam bike.

Demên dawî avahiyên edliyayan derdixin derveyî bajêr. Lazime Heqrêya kedkaran bidin.

Lazim e 4 cureyên xwarinê bêpere bidin kadkeran.

Lazime heqê kirayê bidin hemû kedkaran.

Dibê personelên ku rastî tundiyê hatine rewşa wan bê nirxandin û pêşiya vê tundiyê bê girtin. Kesên ku vê sepana tundiyê dikin lazime bên astengkirin.

Lazim e perwerdehiyeke bi qalîte bê dayîn.

Ev kar dibê ji aliyê buroyên Wezaretan ve bê perwirdakirin. Kesên ku UYAP’ê bi kar tînin dibê çareseriyek ji bo wan bê kirin.

Lazim e ku personelên ku di Miduriyetên Venêrtina Serbest de dixebitin, mafê endamtiya wan a sendîkayê bê mîsogerkirin.

Em wekî Sendîkaya Kedkarên Buroyan heta daxwazên kedkaran pêk bên em ê têbikoşin.