26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozturk: Dengê Ocalan dengê jiyana azad e

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, di çarçoveya kampanya “Êdî Bes e, Dem dema azadiyê ye”  de li gundên Peyanis, Nîşê û Baleka yên Colemêrgê bi gel re civîyan. Rêveberên HDP’ê jî tev li civînan bûn. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku desthilata AKP’ê di civîna Lîjneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya sala 2014’an de bi “Plana Çokşikandinê” biryar girtibû û wiha got: “Bi têkoşîna gelê me ev plan vala derket. Bi vê planê ji sala 2015’an ve tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Bi tecrîdê dest bi şer kirin. Armanc birîna dengê Ocalan bû. Dengê Ocalan hêviya gelên Tirkiyeyê bû. Dengê Ocalan dengê jiyana azad e. Xwestin vî dengî qut û asteng bikin. Lê negihîştin armanca xwe. Em careke di dibêjin wê bi birêz Ocalan re her tişt biguhere.”

Bi milyonan azadiya Ocalan xwest

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî pîrozbahiyên Newroza Sala 2021’an bi bîr xist û wiha axivî: “Di Newrozê de bi milyonan kes azadiya Ocalan qêriyan û peyam dan. Di dîrokê de destpêkê gelên ermenî û suryanî qetil kirin û dan sirgûnkirin. Îro jî polîtîkayên înkar û îmhayê li kurdan ferz dikin. “