27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Panoramaya Heftane (15 ÇILE 2022)

Çaremîn danişîna doza der barê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê mijdara 2015’an de li Sûra Amedê hatibû kuştin, li 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran hat dîtin. Di danişê de derket holê ku harddîska ku yek ji delîla herî girîng a di dosyayê de ye, ji bo lêkolînkirinê ji TUBÎTAK’ê re hatibû şandin vala ye. Beriya danişînê kesên ku tê gotin şahid in, name ji Baroya Amedê re şandin û pêvajoya ku polîs û dozgeriyê çawa ew kirine şahid vegotin. Yek ji van kesan Denîz Ateş e. Ateş ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye, da zanîn ku Dozgerê Komarê Kenan Karaca ku ji bo şerê li Sûrê hatibû peywirdarkirin, bi soza berdanê ew areste kiriye. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren nameya Ateş pêşkêşî dadgehê kir. Ateş di nameya xwe got “Polis û leşkeran bi awayekî li dijî rûmeta mirovahiyê îşkence li me kirin. Em tazî kirin. Bi saetan li ber sermayê îşkence li me kirin. Dozger bi awayekî dijhiquqî ji min xwest ku ez cinayeta Tahîr Elçî bikim stûyê Mahsûn Gurkan û Ûgûr Yakişir. Û soza berdana min da.”

Di Newroza 2017’an a Amedê de polîs Y.Ş. xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê 23 salî qetil kir. Malbatê bi hinceta “qisûra xizmetê” doza tazmînatê li Wezareta Karên Navxweyî kiribû. Lê Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Dîlokê, biryara tazmînatê ya Dadgeha Amedê bi hinceta li dijî hiqûqê ye xera kir. Dadgeha Dîlokê îdia kir ku Kemal Kûrkût “çalakgerekî êrişkar” bûye û di kuştina wî de polîs ji “Neçarî” gule berdaye Kûrkut ….û biryara tazmînatê xera kir. Parêzerê malbata Kûrkût Serdar Çelebî, daxuyaniya Walîtiya Amedê ya piştî bûyerê bi bîr xist ku ji bo Kemal Kûrkût gotibû “xwekuj” e. Çelebî, destnîşan kir ku ji roja ewil ve hewldanên ji bo nixumandina ser bûyerê hene. Birayê Kûrkût Ercan Kûrkût jî der barê biryarê de bi bîr xist ku birayê wî li ber çavê raya giştî hatiye kuştin û got “Di pêvajoya dozê de rexmî ku me bi sedan delîl pêşkêş kir jî polisê kujer beraet kir. Dîsa daxuyaniya Walîtiya Amedê “bombeyeke zindî ku hewl da bikeve qadê hat bêbandorkirin” weke qisûr nehat hesibandin. Li vî welatî qisûr kurdbûn e! Heke tu kurd bî tu biqisûr î!”

Malbatên girtiyan ji bo ku girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan qediyane û nayên berdan, werin berdan li Amed û Wanê di Nobeda Edaletê de ne. Malbatên ku di nav çalakiyan de ne xwestin dengê wan were bihîstin û gotin ku ew ne cenazeyên zarokên xwe, zarokên xwe dixwazin. Nobeda Edaletê ne tenê li Amed û Wanê, li Rihayê ji aliyê malbata Şenyaşar ve û li Dêrsimê jî ji aliyê malbata Gulistan Doku ve tê meşandin. Di van çalakiyan de yekane daxwazên malbatan pêk anîna edaletê ye û diyar dikin ku heta edalet pêk neye dê çalakiyên xwe bidomînin. Ji aliyê din ve çalakiya malbatên şehîdan ên li ber deriye Sêmalkayê ji bo girtina cenazyên gerîlayên ku di encama kemîna PDK’ê de, jiyana xwe ji dest dan jî didome.

Di serdema AKP-MHP’ê de rêjeya bêkariya ciwanan derket asta jor. Li aliyê din ciwanên ku zanîngehê dixwînin û xelas dikin jî bêkar dimînin. Li gorî daneyên DÎSK-AR’ê yê mijdara 2021’an li tevahiya Tirkiyeyê 8 milyon û 45 hezar mirov bêkar in. Ji ber bêkarî û zextên li ciwanan tê kirin di sala 2021’ê de 76 ciwanan dawî li jiyana xwe anî. Herî dawî xwendekarê pola 2’yan a Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Firatê yê 20 salî Enes Kara, di 11’ê çileyê de ji ber zextên li wargeha cemeatê, dawî li jiyana xwe anî. Kara li pişt xwe nîşeya întiharê jî hişt, diyar kir ku ligel ne misliman e jî li wargeha cemaetê bi zorê nimêj pê dane kirin û ferz kirine ku tev li dersên cemaetê bibe. Meclisa Ciwanên HDP’ê daxuyanî da û anî ziman ku di sala 2021’an de ji ber zextên hikûmeta AKP’ê 76 ciwan dawî li jiyana xwe anîn. Gelek rêxistinên civakî û kedê yên Enqereyê jî daxuyanî dan. Rêxistinên civakî anîn ziman ku tarîkat û wargehên cemaetê berpirsiyarê kuştina Kara ne.

Polîtîkayên ku Tirkiye li bakurê Kurdistanê li ser kurdan dimeşîne, bi heman rengî Îran jî li ser kurdên Rojhilatê Kurdistanê dimeşîne. Wekî li Tirkiyeyê li Îranê jî kurd ji ber nasname û zimanên xwe tên girtin û kuştin. Li Sine ya rojhilatê Kurdistanê ji ber ku zarok hînî kurdî dikirin, 5 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî hatibû birîn. Piştî birîna cezayê Zara Mihemedî di 8’ê çileyê de hat girtin. Piştî girtina Zara kurd di serî de gelek derdor bertek nîşanî Îranê dan û banga berdana wê kirin. Ji aliyê din ve Saziya Kurdşop yek ji wan saziyan e ku di warê bipêşxistina zimanê kurdî de kar dike, bi daxuyaniyekê, girtina Zara Mihemedî şermezar kir û ragihand ku cezakirina Zara, isbata dewama siyaseta desthilatdarên Îranê ya ji bo bêdengkirina neteweya kurd e û wiha got: “Em ê xwedî li Zara Mihemedî derkevin, her sal di 8’ê çileyê de bi navê Zara em ê xelatê pêşkêşî dersbêj û çalakvanên zimanê kurdî bikin.”

Piştî berxwedana xwerêveberiyê di 2016’an de dewleta tirk Sûra ku malovanî gelek çanda re dikir û xwedî berxwedêr…. xira kir û avahiyên ku ne li gorî ruhê Sûrê ava kir. Dewlet xwest bi vî awayî bîr û paşeroja gelê kurd tune bike. Niha hikûmet wek dewama vê polîtîkayê dixwaze li Kirklar Daxî ya Sûrê li ser navê serokê MHP’ê Devlet Bahçelî daristanek çê bike. Gelê Amedê bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê dan û diyar kirin ku Amed Ya Me ye û naxwazên kesên navê nijadperest ê wek Bahçelî li daristaneke bê dayîn. Rêxistinên sivîl ên demokratîk di serî de, hunermend, ekolojist, Komeleyên Çand û Hunerê yê Amedê bertek nîşanî vê tiştî dan û diyar kirin ku dewlet dixwaze wan bêbîr bihêle û gotin ku ew esl û feslê kesê ku di bîrdoziya wî de qetlîma heye û rasterast dijminê gelê kurd e qebûl nakin Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî di civîna partiya xwe ya li meclise de bal kişand ser mijarê û got ku Amed Ya Me Ye. Her wiha bertekên li dijî daristana li ser navê Bahçelî di rojeva twitterê de jî cihê xwe girtin. Li Twîtterê haştaga #AmedYaMeYe hat vekirin û bû TT. Di peyamên twîtterê de hat destnîşankirin ku dê Amed xwedî li mîrateya xwe ya çandî derkeve.

Li Tirkiyeyê kurd û penaber tim dibin hedefa êrîşên nîjadperestan de ne. Her roj li bajareke Tirkiyeyê kurd an jî penaber rastî êrîşên nijadperestan tên û tên qetilkirin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bi daxuyaniyek ragihand ku li navçeya Bayrampaşayê ya Stenbolê penaberê Sûriyeyî yê bi navê Naîf Elnaîf li mala xwe ji aliyê komeke nijadperestan ve hatiye qetilkirin. Beriya niha jî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 23’ê kanûnê diyar kiribû ku ciwanekî Helebî li Dîlokê bi êrişeke çekdarî hatiye kuştin û di 16’ê mijdarê de jî diyar kiribû ku 3 penaberên sûriyeyî li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê di xew de ji aliyê êrişkarekî ve hatine qetilkirin û şewitandin. Ji aliyê din ve li Tirkiyeyê êrîşên nijadperestî yên ku ji ber polîtîkayên hikûmetê pêk tên, ji aliyê yasayî ve jî tên parastin û bi tu awayî rastî cezayeke nayên. Hefta borî li Enqereyê nijadperestên ku nêzî 30 kesan pêk dihatin, bi kêran êrîşî sê ciwanên kurd kiribûn û tenê çend kes ji wan hatibûn binçavkirin, ji aliyê dozgeriyê ve bi lez û bez hatin berdan.