5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike

Hiqûqzan Mahmût Şakar diyar kir ku helwesta CPT’iyê di dewamkirina îşkenceya tecrîda li Îmraliyê de bi bandor e û got: “Heke AKP-MHP di hilbijartinê de têk biçin, divê hikûmeta nû binpêkirina mafan li Îmraliyê bi dawî bike.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in berdewam dike. Ji du salan zêdetir e tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî nehatiye girtin. Hevdîtina malbatan û parêzeran bi her awayî tê astengkirin.

Her çiqas Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di îlona sala 2022’yan de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribe jî lê nayê agahiyek ku bi Ocalan û her sê girtiyên din re gelo ka hevdîtin kirine yan na. Bêdengiya CPT’iyê ya derbarê Îmraliyê de berdewam dike.

Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar helwesta CPT’iyê ya derbarê tecrîda Îmraliyê de ji nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Mehmet Aslan re axivî û diyar kir ku her çiqas CPT li dijî îşkenceyê hatibe avakirin lê di mijara li Îmraliyê de bêdeng dimîne. Şakar got CPT derbarê rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên de xwedî agahdar e û çi dibe bibe bila divê ew pêşî li îşkenceyê bigire.

Şakar wiha axivî: “Ji 25’ê Adara 2021’an heta niha tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ev yek ji neyînîyên şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê wêdetir bi rewşeke nû re têkildar e. Em di rewşekê de ne ku em nikarin tu agahiyan di warê mafê tendirustî û jiyanê yên birêz Ocalan de. Rastiyek wisa heye. Ev rewşek ne asayî ye ev rewşek awarte ye. Ji destpêkê ve daxwaza me ya sereke ew bû ku CPT li dijî vê rewşa awarte û gelekî xeter hem di warê siyasî û hem jî di warê hiqûqî de însiyatîfekê li pêş bixe.”

‘Ji bêhiqûqî li Imraliyê re êdî bes e’

Şakar bal kişand ser serdana dawî ya CPT’yê ya Tirkiyeyê û anî ziman ku CPT tenê serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye. Şakar diyar kir ku CPT bi awayekî taybet çûye Îmraliyê û bi bîr xist ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê agahiyên ku Abdullah Ocalan bi CPT re hevdîtin pêk neaniye bi raya giştî re parve kirin. Şakar wiha got: “Parêzerên wî, malbata wî û tevahî gelê kurd û raya giştî ya demokratîk ji CPT’yê xwestin ku daxuyaniyê bide. Hem ji ber ku rewş awarte ye, hem ji ber ku tê gotin birêz Abdullah Ocalan hevdîtin nekiriye, hem jî ji ber ku 2 sal in rewşa bê agahdarkirinê didome, em li derveyî pêvajoyên rûtîn ji CPT’yê helwestek hêvî dikin. 2 sal in tu agahî ji girtiyên li girtîgeheke di nava sînorên Ewropayê de ye nayê girtin. Dema mirov vê dibêje jî ditirse. Ev nîşan dide ku rewş çiqasî giran e. Heke CPT di rewşeke wiha awarte de hêza xwe ji bo dayîna daxuyaniyekê bi kar neyne, wê kengê bîne?

CPT mîna ku tiştek nebe tevdigere. Em wek hiqûqzanan li bende ne ku CPT helwestek zelal bigire û fikarên me ji holê rake. Lê tevî ewqas dem derbas bû jî hê jî nêzîkatiyek ku wê fikarên me ji holê rabin nîşan nedaye. Hê jî tu agahiyek ka bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye an nekiriye, nedaye. Ev raye û înîsiyatîfa wê heye lê tercîh nake ku nîşan bide.”

‘Helwesta CPT’yê bandorê li ser tecrîdê dike’

Şakar da zanîn ku ev helwesta CPT’ê di berdewamkirina tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê de bi bandor e û têkildarî erka CPT’ê ya ku daxuyaniyê bide de wiha got: “Heke hûn nikaribin pirsgirêka heyî û feraseta rûtîn çareser bikin, hûn dikarin vê erka xwe bikar bînin. Ji ber vê yekê raye dane we. Heke hûn nikaribin wê pirsgirêkê bi dewleta endam re çareser bikin, heke li ser vê binpêkirinê israr were kirin, hûn xwediyê desthilatdariyê ne ku ji bo derbaskirina wê daxuyaniyek gelemperî bidin. Ji ber vê yekê hûn bi agahdarkirina hemû dewlet û civaka sivîl re dikarin zextê li welatê ku vê binpêkirinê didomîne bikin û neçar bikin ku gavan bavêje. Ji ber vê yekê ev desthilatdarî ango raye dane we. Heke hûn ê di derbarê Îmraliyê de ku ev 2 sal in agahî jê nayê girtin rayeya xwe bikar neyînin lê gelo hûn ê kengî bikar bînin? Bi hêrs rexneyan li CPT’iyê dikin. Em ji wan hêvî dikin ku helwestek rast û bi bandor nîşan bidin.”

‘Divê Tirkiye dest ji helwesta li dijî hiqûqê berde’

Şakar bang li Wezareta Dadê jî kir û got: “Pêwîste Tirkiye dest ji vê helwesta xwe ya li dijî hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye berde. Dixwaze bi tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan rejîma xwe ya zordarî û tundiyê ava bike. Ji bo hevdîtina parêzeran pêwîstî bi li bendemayîna rapora CPT’iyê nîne. Jixwe divê hevdîtin pêk bên. Hiqûq wisa dibêje. Tişta ku îktidar dike rewşek awarte ye. Em carek din daxwaz dikin ku dest ji vê berde.”

Piştî hilbijartinên 14 Gulanê

Şakar bal kişand ser hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên ku di 14’ê Gulanê de bên kirin û anî ziman ku heke AKP-MHP têk biçe, divê hikûmeta nû ku bê avakirin vê binpêkirina mafan a mezin li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din ji holê rake û hêviyên wan ên bi vî rengî hene.