30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerê jêhatî û mêrê bêcir

Hesen Hemkê

Carekê parêzerek li balafirê siwar dibe û dema li cihê xwe rûdinê dibîne ku mêrek jî li kêleka wî ye. Parêzer perê xwe dijmêre. Ew mêrê bêcir bala xwe dide perê wî û dibê; bêdeng û bi aramî, çi pere bi te re hebin bide min çêtire, naxwe ez ê hemû balafirê li ser serê te kom bikim.

Ez ê bi dengekî bilind qîrîn bikim û bêjim ev mêrik diziya min kiriye. Îca tu berdewamiya wê dizanî wê polîs bên û te bi xwe re bibin. Heke tu naxwazî ez te bihetikînim bi ya min bike û pereyên xwe bide min.

Parêzer kaxizek ji berîka xwe derxist û got; ez ker û lalim, ji kerema xwe tiştê tu dibêjî li ser kaxizekê binivîse û bide min ez bixwînim.

Mêrê bêcir hemû tiştê ku got li ser kaxizê nivîsî û da destê parêzer. Parêzer kaxiz xist bêrîka xwe û bi bêhneke fireh û bi dengekî nizim ji mêrikê re got; niha tu dikarî bikî hawar û qîrîn ji ber êdî delîlê bêgunehiya min di bêrîka min de ye û te bi xeta destê xwe nivîsiye.