Parlamentoya Iraqê têkildarî êrîşên dawî yên dewleta tirk ên li beramberî axa başûrê Kurdistanê û pirsgirêka avê dê şandeyekê bişîne Tirkiyeyê.
Endamê Lijneya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Muxtar El-Musewî der barê serdana şandeyê de ji Ajansa Rojnewsê re axivî û diyar kir ku hefteya borî bi amadebûna Serokkomar Berhem Salih ve der heqê êrîşên Tirkiyeyê de civîneke berfireh hatiye kirin.
El-Musewî got ku piştî civînê û nîqaşan Wezareta Karên Derve ya Iraqê dê şandeyekê bişîne Enqereyê. Li gorî ku El –Musewî ragihand şande dê di rojên pêş de serdana xwe bike û dê mijarên ‘êrîşên dewleta tirk ên li hemberî axa Başûr’ û ‘pirsgirêka avê’ nîqaş bike.
Duh jî Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resûl jî destnîşan kiribû ku ji ber êrîşên dewleta tirk ên li hemberî Herêma Kurdistanê liv û tevgereke dîplomatîk di nav Wezareta Karên Derve ya Iraqê de heye.