26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Crîstîano Ronaldo 4 milyar dolar firotina Coca Colayê kêm kir

Piştî ku lîstikvanê gogê yê portekîzî Crîstîano Ronaldo 2 şûşeyên Coca Cola yên li ber xwe ji masê dan alî di demeke kurt de firotina vê berhema şirketa coca colayê 4 milyar dolar kêm bû. Dema ku Crîstîano Ronaldo di daxuyaniyeke çapemeniyê de ya ji bo pêşbirka futbolê ya Ewro 2020’î de rahişt şûşeyên Colayê yên li ber xwe dan alî û got li şûna wê avê vexwin bi feydetir e, vê yekê bandoreke mezin li ser firotina vê berhemê kir.

Piştî vê bûyerê di demeke kurt de li gorî raporeke rojnameya The Guardian ya Ingilîstanê para vê şirketê ji 56.10 dakete 55.22 dolar.  Li gorî vê firotina wê ji 242 milyaran dakete 238 milyar dolarî.

Wekî tê zanîn 300 milyon şopdarên Crîstîano Ronaldo li ser hesabê wî yê Instagramê hene.