26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çep: Divê Tirkiye li dadgeha navneteweyî bê darizandin

Tirkiyeyê di 23’ê nîsanê de, li Herema Federe ya Kurdistanê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Operasyon hê jî didome. Heta niha gelek caran ajansan nûçeyên ku TSK û PDK’ê li herêmê çekên kîmyewî bikar anîne hatin parvekirin. Parazvanên mafên mirovan ku ev yek sûcê mirovahiyê pênase kirin, mijar birin rojeva welatên ewropayê. Ji ber bombebaranê û çekên kîmyewî jiyana gelê li herêmê di talûkeyê de ye. Li gorî çavkaniyan li Kanîmasiyê û derdora wê, li herêma Behdînanê, di nava meha dawî de, 548 kes bi nexweşiyên cuda ketin. Ji ber çekên kîmyewî nexweş ketin û çûn nexweşxaneyan. HPG’ê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û anî ziman ku di demên dawî de, herî kêm 157 caran çekên kîmyewî û qedexe hatine bikaranîn. Serokê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Herêma Federe ya Kurdistanê Mihemed Sabah ê ji Rojnewsê re axivî û got: “Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hiqûqa şer e. Ev yek li dijî rêgezên mafên mirovan ên sîvîlan ji çekên kîmyewî diparêzin e. Divê Tirkiye ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bê gilîkirin û di dadgehên navneteweyî de bê darizandin.”

Partiya Çep, çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li Herêma Federe ya Kurdistanê tê bikaranîn, serî li Meclisa Elman a Federal a û giliyê Tirkiyeyê kir. Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût pirsname da meclisê û ev pirs pirsîn. “Hikûmeta Federal a Elmanaya, ji bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a di tevgera bi navê ‘Operasyona Pençê Teyr û Pençê Brûskê’ de  li dijî hêzên PKK’ê bikaranîn, agahî hene an na?’

Akbûlût ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di dîmenên hatine parvekirin de diyar dibe ku Tirkiyeyê çekên kîmyewî bikar tîne. Divê Elmanya dawî li bêdengiya xwe ya li ser vê mijarê bîne. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Elmanya (OPCW) dikare bikeve tevgerê.”Akbulut xwest ku pispor lêkolînê bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê