26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên malbatî û malbatên xwedî partî yên li başûrê Kurdistanê

Nivîskarê Rojnameya Welat Arîf Salîmî, di nivîsa quncikê xwe yê Rojnameya Welat de bal kişad ser partibûna malbatî û têkiliyên partî û malbatan.  Salîmî, mînakên partiyên başûr û têkiliya partiyan a bi malbatan re bi awayekî şênber analîz dike.

Nivîsa Arîf Salîmî ya Rojnameya Welat wiha ye:

Belkî gelek kes rêzefîlma”The Game Of Thrones” ango bi kurdî ‘Leyîstikên Textên Qralan’ dîtibe. Di rêzefîlmê de behsa memleketek xeyalî yê bi navê Westross dike ku tê de gelek malbatên xwedî desthilat in, her yek bi arteş û emareta xwe, şerê desthilatdariyê dikin. Carna şerê hevûdu dikin û carna hin malbat li hemberî hin malbatên din li hev dikin. Herêma başûrê Kurdistanê tam dişibe ew memleketê xeyalî.

Ew der jî wekî Westross hema tu bêjî ne ji cîhana rasteqîn e. Dewleteke ne dewlet e. Welatekî ne dişibe welat an! Xwedî arteş û leşker e, lê naşibe tu arteş û leşkereke din. Grubên çekdar ango mîlîşyanê malbatî û eşîretî her yek di herêma xwe de serwer e. Di heman demê de tu serwerî ya herêm bi xwe tune ye. Ne xwedî zagon, yasa û hiqûqê ye. Gelek caran pirsgirêkên civakî bi taybet sûcên wekî qetil, dizî û revandin ji bilî dadgeh bi rêya “sulhî eşayerî” û lihevhatina malbatan têne çareserkirin. Aşê nezanan, bi xwe dizivire. Piştî 30 salan hebûn û tunebûna wê hê jî ne misoger e. Hema tu bibêjî xewneke dirêj û tevlihev a 30 salan e.

Li aliyek din jî vê herêmê, bi malbatên desthilatdar ên siyasî û partiyên malbatî yên xwe tam dişibe memleketê Westross a xeyalî.

Belê, li başûrê Kurdistanê jî wekî Westross gelek hêzên malbatî û malbatên desthelatdar ên xwedî partî, leşker û îstixbarat hene. Mirov dikare bêje partiyên siyasî bûne eşîret û îmaret, îmaret û eşîr jî bûne partî! Di heman demê de rêveberên siyasî jî serokeşîr in. Şer û nakokiyên di navbera wan partiyan hema bêje weke şerê eşîran e.

Em li vir bala xwe bidin ser malbatên desthilatdar ên Başûr û partiyên malbatî yên wê derê.

PDK

Yekemîn partiya malbatî ye ku li çar parçeyê Kurdistanê hatiye damezrandin. Malbata Barzanî ji avakirina Partiya Demokrata Kurdistan a Iraqê (PDK-I) heya niha, têde xwedî desthilat a mutleqîn e. Endam û kadroyên herî payebilind ên PDK-I heke ne Barzanî bin, hewceye li hemberî zarokekî malbata Barzanî her tim bibêje‘ezbenî’. Niha Masoud Barzanî serokê partiyê ye.

Lê wek her malbat û eşîreke desthelatdar ji bo kî şûna Masoud Barzanî bigire, di navbera kurê wî Masrûr û biraziyê wî Nêçîrvan şerek veşarî û di heman demê de şereke xurt heye.

Ew malbat hêza xwe, heya astekê dispêre eşîra Barzan û hin eşîrên din ên Behdînanê. Lê hêza xwe ya bingehîn ji dewletên dagirker ên Kurdistanê ango Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê digire. Bêyî wan dewletên dagirker nikare rojek jî li ser lingan bimîne. Berjwendiyên malbata Barzaniyan, weke stratejiyeke sereke esas digire, ji bo vê yekê amade ye gelê kurd û Kurdistanê jî bifiroşe. Gelek caran jî firotiye. Jixwe di paradîgmaya PDK’ê de tenê eşîra Barzanî millet in û kurdên din ne mîllet in, ‘reyet’ in.

Gelek siyasetmedar û rêxistinên din bi taybetî yên başûrê Kurdistanê li hemberî malbatbûyîna PDK’ê derketine lê mixabin a niha ew hemû bi xwe bûne malbatî.

Bizûtnewey Îslamî a Kurdistanê

Yekemîn partiya îslamî ku di heman demê de yekemîn partiya îslamî bû ku hêza wî ya çekdarî hebû. Ji roja avabûyînê heya niha di destê malbata Mele Ebdilezîz Prîsê ku ji gundê Prîs a Helebçeyê ye, de ye.

Di sala 1987’an de li bajêrê Sine ya rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Mele Osman EbdulEziz ve, bi desteka Îranê, hatiye avakirin. Ji bo hemû hizb û partiyên îslamî û cîhadiyên din a başûrê Kurdistanê re weke partiya dayik tê nasîn.

Mele Osman û birayên wî girêdayî îxwanulmûslim ên şaxa Iraqê bûn. Hinek behsa vê yekê dikin ku wan ramana Îxwanî anîne başûrê Kurdistanê. Lê pişt re Mele Osman û birayên wî çûn Îranê û ji Îxwana Iraqê qut bûn. Komela dadgerî anga Komela Îslamî ya berê, Yekgirtûya Îslamî, Ansar Al Îslam, Cundul Îslam, Neviyên Selahedîn Ayubî û hin grupên îslamî yên din hemû ji hembeza Bizûtnewey Îslamî derketine.

Piştî wefata Mele Osman, birayê wî Mele Elî bû emîr û rêberê Bizûtnewe. Piştî wefata Mele Elî jî , rêveberiya partiyê ket destê kûrê wî yê mezin Îrfan Elî Ebdilezîz û niha ji aliyê Îrfan ve tê birêvebirin. Xwişka wî Monîre Elî Ebdilezîz û birayeke wî bi navê Îhsan Elî  jî di nav rêveberiya partî de ne.

Birayekî Îrfan û Îhsan, Mele Tehsîn bi desteka Îranê grubeke cîhadî bi navê Nevyên Selahedîn Ayubi ava kiribû. Piştî şerê DYA’ê li Afganistanê Mele Tehsîn çû wê derê, di sala 2011’an de di bombardiman a firokeyên DYA’ê hat kuştin.

YNK

YNK’ê di destpêkê de wek partiyeke dijberê malbatîbûyîn û eşîrbûyîna PDK’ê bû. Jixwe yek ji rexnegirên herî bingehin a malbatîbûyînê PDK’ê, rêveberên YNK’ê bûn. Her tim PDK’ê ne wekî partiyeke siyasî belkî wekî rexistinek eşîrtî û malbatî didan nasîn. Lê YNK’ê di van salên dawî de, bi taybet piştî nexweşketina Mam Celal Talebanî, bi awayekî bilez ber bi malbatîbûyînê ve çû. Niha ew jî tam bûye malbatî. Her çend  taybetmendiya, YNK’ê  ku di destpêkê de wek enyek ango bereyek (koalisyonek) di navbera çend aliyan de avabûye, hinek cuda ye. Li ser vî esasî ji bilî malbata Talebanî hin malbatên din ên desthelatdar jî têde ne.

Malbatên desthilatdar di nav YNK’ê ev in:

Malbata Mam Celal: Herdû kurên wî, Bafel û Qubad di pîramîda desthelata YNK’ê de li cihê herî bilind in. Bafel hevserokê giştî yê YNK’ê û Qubad jî hem cîgirê serokwezîrê herêma başûrê Kurdistanê hem endamê encûmenî serkdayetî, ango desteya rêveber a YNK’ê ye. Pereyên YNK’ê û piraniya hêzên leşkerî yên wê di bin kontrola Bafel û Qubad de ne.

Malbata Şex Cengî

Şêx Cengî zirrbirayê Mam Celal bû. Kurên wî, yani biraziyên Mam Celal, heya meha tirmeha bihûrî ji desthelatdarên sereke ya YNK’ê bûn. Aras, Lahûr, Polat, Aso, Ako û … berpirsiyarên xwedî desthilata YNK’ê bûn. Di 8’ê tîrmehê de mala Mam Celal bi darbeyek ku tê gotin Tirkiye, PDK û Îran jî destek dane, Lahûr û birayên wî ji îktîdarê xistin.

Lahûr digel Bafel kûrê mezin ê Mam Celal hevserokên YNK’ê ye. Lê niha tu desthilatê wî tune. Lahûr di heman demê di berpirsiyarê dezgeya Zaniyarî ango îstixbarata YNK’ê û hêzên dijterorî ango antîterorê bû. Di darbeya 8’ê tîrmehê de herdu hêz ji wî standin. Hê jî ne xuya ye ew malbat dikarin careke din vegerin ser îktîdarê yan na.

Malbata Kosret Resul Elî

Kosret Resûl yek ji fermandarên eskerî ya herî bi nav û deng ê YNK’ê ye. Hêza xwe ya sereke ji fermandarbûyînê girtiye. Di 20 salên borî de pirsgrekê wî yê tenduristiyê hebûye. Niha ev çend sal in nexweşîna wî giran bûye û herdu kurên wî Şalaw û Derbaz şûna wî di nav hêzên  pêşmerge ya Kosret û YNK’ê de cih digirin. Şalaw û Derbaz jî weke bavê xwe zêde xwendewariya wan tune, piştî xwe didin hêza leşkerî û pere. Niha ji xeynî desthilata leşkerî, bazarê derman û amûrên bijîşkî di destê wan de ye. Her tim wezîrê saxlemî ango tenduristî ya herêma Kurdistanê kesekî girêdayî Mala Kosret e. Nexweşxane ya Par li Hewlêrê ya malbata Kosret e. Li Silêmaniyê jî ew malbat bazarê derman monopol kirine. Tê gotin bazarê derman ê Silêmaniyê di destê keça Kosret Resul Elî de ye.

Kosret Resul û kurên wî bi vê yekê tên nasîn ku her tim bi pere helwesta xwe ya siyasî diguherin. Di sala 2005’an de Kosret û Newşîrwan li dijî Mam Celal lihev kirin û xwestin Mam Celal ji sekreteriya YNK’ê bixînin. Lê di deqa dawî de Kosret li hemberî çend milyon dolaran bi Mam Celal re li hev kir hat û pişta Newşîrwan berda. Piştî salekî Newşîrwan ji YNK’ê qut bû.

Kosret Resûl di sala 2014’an de careke din bi Berhem Salih û hin rêvebirên din ên YNK’ê li dijî mala Mam Celal û Îbrahîm Ehmed, Navenda Biryar ava kirin. Kosret Resûl û Berhem Salih du cîgirên Mam Celal bûn. Li gorî pîvanên navxweyî yên YNK’ê diviya bû, piştî nexweşketina Mam Celal ew YNK’ê birêve bibin. Lê pere û desthilat di destê kurên Mam Celal û hevjîna wî Hêro Îbrahîm Ehmed de bû.

Di van salên dawî de Kosret gel Mele Bextyar û Şêx Cefer wekî YNK’eyiyan pro-PDK’ê tên nasîn. Tê gotin Kosret (Resûl) heya niha jî mehane yek milyon dolar ji malbata Barzaniyan pere digire.

Piraniya alîgirên Kosret ji Hewlêr û Koye ne. Niha alîgirên wî pir kêm bûne. Niha malbat ji aliyê herdu kurên wî Şalaw û Derbaz ve tê birêvebirin. Şalaw endamê mekteba siyasiya YNK’ê ye û Derbaz jî endamê encumenî serkirdayetî YNK’ê û di heman demê de berpirsyarê melbend a Hewlêrê ye.

Keça Kosret bi Polo kurê Şalaw Elî Eskerî re zewicî bû lê niha ji hev qut bûne. Malbata Elî Eskerî jî yek ji malbatên xwedî desthilat ên YNK’ê ne, lê desthilata wan pir kêm e.

Malbata Îbrahîm Ehmed

Îbrahîm Ehmed mamoste û xezurê Mam Celal bû. Yek ji siyasetmedarên herî bi nav û dengê herêma Silêmaniyê ye. Di salên 1930’an de yek ji rêveberên Hîzbî Hîwa bû. Piştî avabûna PDK’ê di sala 1946’an de bû rêveberêkî PDK’ê. Di sala 1963’an de gel Mam Celal û piraniya endamên polîtburoya PDK’ê li hemberî Mele Mistefa Barzanî helwest girtin. Ew ku pişt re jê re digotin Celalî dijî karektera eşîrparêz û malbatparêz a Mele Mistefa Barzanî bû. Di sala1966’an de ji Mele Mistefa û PDK-I qût bûn. Piştî wî êdî rola Îbrahîm Ehmed di siyasetê de kêm bû û rola zavayê wî Mam Celal xurt bû. Hêro Îbrahîm Ehmed hevjîna Mam Celal û xwişka wê Şanaz Îbrahîm Ehmed di pîramîta YNK’ê de di asta jor de cih digirin. Niha Hêro nexweş e û Şanaz gel Bafel û Qubad YNK’ê birêve dibe. Tê gotin Şanaz roleke girîng di darbeya 8’ê tîrmehê de li dijî malbata Şêx Cengî lîstiye.

Malbata Şêx Cefer

Şêx Cefer jî weke Kosret Resûl Elî yek ji fermandarên leşkerî yê YNK’ê ye. Niha cîgirê serokê herêma Kurdistanê ye. Wek keseke gendel û qabadayî tê naskirin. Di nav YNK’ê de zêde nayê hezkirin. Kadroyên YNK’ê wî wekî mirovekî mala Barzanî di nav YNK’ê de dibînin. Berê wezîrê pêşmergeyan bû. Xwedî du hêzên leşkerî ye. A yekemîn hêza Komandos û ya duyemîn jî hêza Altûnî ye.

Hêza Komandos ji aliyê xwarziyê wî Akam Omer ve tê birêvebirin. Biraziyêke wî jî Rêzan Şêx Dilêr di parlamentoya Iraqê de parlamentera YNK’ê ye. Hêza Komandos di darbeya malbata Mam Celal û malbata Îbrahîm Ehmed de li hemberî malbata Şex Cengî roleke girîng lîst. Jixwe darbe bi desteka ew hêzan pêk hat.

Hin malbatên xwedî desthilat ên din jî di nav YNK’ê de hene ku her yek li gorî xwe rol dilîzin. Gelek ji wan jî bi rêka zewacê/a kur û keçên xwe bûne xizmên hevûdu.

Ji bilî malbata Elî Eskerî (yek ji serkirdeyên yekemîn ê YNK’ê ku di sala 1976’an di komkujiya Hekarî ji aliyê PDK’ê  ve hat qetilkirin) mirov dikare amaje bi malbatên Mela Bextiyar, Mehmûd Sengawî, Cebar Ferman jî bike. Keça Mela Bextiyar bi Bafel Talebanî re zewicî ye û keçeka Cebar Ferman jî hevjîna Pola Şêx Cengî yek ji birayên Lahûr Şêx Cengî ye.

Tevgera Goran

Newşîrwan Mistefa û Celal Talabanî gel çend ciwanên din ên kurd, YNK’ê wek partiyeke çep û li dijî malbatbûyînê ava kirin. Lê niha herdu xwedî rêxistinên malbatî ne. Tevgera Goran di sala 2009’an de, 3 sal piştî qutbûna Newşîrwan Mistefa ji YNK’ê veqetiya, hat ava kirin. Rêveberên Goran hema hema endamên baskê Newşîrwan Mistefa di YNK’ê de bûn. Di hilbijartinên parlamentoya herêma Kurdistanê ya sala 2018’an windahiyek mezin da û  hejmara kursiyên wê bû nîv. Pere û darayî ango aborî ya tevgera Goran di destê her du kurên Newşîrwan Mistefa, Nima û Çiya ye de ye. Tevgera Goran bi awayekî fîili ji aliyê kurên Newşîrwan ve tê birêvebirin.

HSDK’ê yan Hîzbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan

Yek ji 3 rêxistinên sereke yê YNK’ê bû û di sala 1979’an de jê qut bû. Gelek serkirde û siyasetmedarên başûrê Kurdistanê di nav de cih girtibûn. Piraniya wan piştî raperîna başûrê Kurdistanê ya di sala 1991’an de tev li YNK û PDK’ê de bûn. HSDK’ê jî biçûk bû û ji Mihemed Hacî Mehmûd, yek ji fermandarên leşkerî re ma.

HSDK’ê berovajî navê xwe ne sosyalîst, ne demokrat û ne sosyaldemokrat e. Partiyeke malbatî û eşîretî ye. Zêdetirî 30 sal in ji aliyê Mihemed Hacî Mehmûd ve tê birêvebirin. Bira û biraziyên wî jî di nav reveberiyê de ne. Birayê wî Abdullah Hacî Mehmûd niha li ser pişta HSDK’ê wezîrê karûbarên şehîdan û enfalkiriyan ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Îsal ew ji bo dîploma lîseyê bigire beşdarî ezmûnên giştî bû lê derneçû. HSDK’ê di parlamentoya herêma Kurdistanê de xwedî kursiyeke. Baregeha sereke ya Mihemed Hacî Mehmûd di gundê Gulexane a Şarezûr de ye. Rexmî ku sekreterê partiyeke ‘Sosyalîst demokrat’e wekî serokên eşîran tevdigere. Du jin û çendîn zarokên wî hene. Peywendiyeke wî ya xurt bi Îranê re heye.

Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê

Di sala 1992’an de ji aliyê îxwanên başûrê Kurdistanê ve hat avakirin. Wek baskê îxwan di başûrê Kurdistanê de tê nasîn. Ji aliyê Selahedîn Behaedîn ve tê birêvebirin. Ji bilî malbata Selahedîn Behaedîn, hin malbatên din ên Behdînan û Silêmaniyê jî di nava Yekgirtûya Îslamî de xwedî desthilat in.Yek ji şeş partiyên sereke ya başûrê Kurdistanê ye. Di parlametoya herêma Kurdistanê de xwedî 6 kursiyan e.

Komelî Dadgerî (Komela Îslamî ya berê)

Heya beriya kongreya dawî ku îsal pêk hat navê partiyê Komelî Îslamî Kurdistanê bû, niha navê wê bûye Komelî Dadgerî. Ji aliyê Mela Alî Bapîr ve tê birêvebirin. Di sala 2001’an de ji Bizûtnewey Îslamî qut bûye û piraniya alîgirên Bizûtnewe bi xwe re biriye. Niha di parlametoya herêma Kurdistanê de xwedî 7 kursiyan e. Peywendiyê xwe bi Îranê re xurt e. Partiyeke îslamî ye lê zêde ne nêzîkî îxwan e.

Her çend tam ne partiyeke malbatî be jî lê belê Elî Bapîr ji destpêka heya niha emîr û serokê partiyê ye. Mirov dikare bêje Komelî Dadgerî bi Elî Bapîr tê nasîn.

Partî Parêzgaranî Kurdistanê

Partiya kurên Huseyn axayê Surçî serokê berê yê eşîreta Sûrçiya ne. Di salên 1995’an Huseyîn axa ji aliyê malbata Barzanî ve hat înfazkirin û mal û milkên wî hatin xespkirin. Kur û malbata wî surgunî Silêmaniyeyê bûn. Ew malbat niha xwedî partiya parêzgaran ango Muhafîzekaran a Kurdistanê ne. Partiyeke taybet a eşîra Surçiyan e. Partiyeke pir biçûk e û di nav eşîra Sûrçiyan de tu bandora xwe tuneye. Piraniya Sûrçiyan bi PDK’ê re ne.

Newey Niwê

Newey Niwê partiyeke nû ye. Di sala 2017’an de ji aliyê sermayedarekê Silêmaniyê bi navê Şaswar Ebdulwahid ve hatiye avakirin.

Xwedî kanala NRT’ê ye. Di sala 2018’an de, di hilbijartina parlamentoya başûrê Kurdistanê de 8 kursî û di hilbijartina parlamantoya Iraqê de 4 kursî bi dest xist û surprîzeke mezin kirin. Lê pişt re 4 parlamantarên parlamtoya herêma Kurdistanê û her 4 parlamantarên parlamenterên Iraqê jê qut bûn. Niha di parlamentoya herêma Kurdistanê de tenê 4 kursiyên wê hene. Ew partî jî hema bêje partiyeke malbatî ye. Şaswar Ebdulwahid û xwişka wî Sirwe Ebdulwahid du rêveberên sereke yên Newey Niwê ne.