7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parvekirina temenan

Ji kerê re hat gotin, tu yê bê rawestan ji sibê heta êvarê barên giran li pişta xwe bikî, tu yê ji aqil bê par bî û tu yê  50 sal bijî. Kerê got 50 sal gelek e, tenê 20 salan bidin min. Temenê wê bû 20.

Ji kûçik re gotin tuyê parastina mirovan bikî û tu yê hevalekî baş bî ji insanan re û wê temenê te 30 sal be…kûçik got gelek e bila tenê 15 sal be… temenê wî bû 15.

Ji meymûn re gotin tu yê xwe ji darekê bavêjî yeke din, tu yê laqirdiyan bikî û kenê mirovan bînî. Temenê te jî wê 20 sal be. Meymûnî got gelek e. Tenê min 10 sal divê. Temenê wî bû 10 sal.

Dora mirovan hat. Gotin tu yê afrîndeyê herî bi aqil bî. Tu yê bi aqilê xwe her tiştî bixî bin serweriya xwe û ji xwe re bikar bînî. Temenê te jî wê 20 sal be. Mirovan got ev temen hindik e. Ez 30 sal ê ji temenê kerê zêde ma, 20 ê ji temenê kûçik û 10 ê ji temenê meymûnî ma jî dixwazim. Lewre temenê mirovan wiha dirêj bû.

20 salan wekî insan dijî piştre dizewice.

30 salî wekî kerê dijî, barê giran li ser milê wî ye, piştî ku zarokê wî mezin dibin.

15 salan wekî kûçik dijî guh dide malê û çi didin ber wî dixwe. Paşê kal dibe.

10 salan jî wekî meymûn dijî. Ji malekê diçe malekê, ji mala kur dişînin mala keçê û dibe pêkenoka neviyên xwe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê