Rojnameya Heftane

Ava mezin

Ez teze gihîştime, hê ciwan im, di nav laşê  min de kelecanek wisa heye ku ez jî nizanim çima… Bihara ewil e, gul û gupik hêdî hêdî dibişkivin, ez jî xwe weke wan gul û gupika dibînim. Berfa li ser erdê, dema roj hiltê, ew berf jî ber bi danê nîvro ve dihele, ew helandina berfê jî evîndariyekê dike nav dilê min.

Carna ez xwe bi xwe difikirim “gelo ez du dilî an jî sê û çar dilî me? Gelo hemû keçikên di emrê min de jî du dilî ne?” Na bawer nakim, eva ez im û ev jî taybetmendiya min û xweşikbûna di rengê biharê de girêdayî ye ewqas.

Dema ez di nav van xeyalan de bûm, rojekê diya min û bavê min gotin em diçin bajarekî mezin, negotin diya min nexwaş e, gotin em diçin gerê. Ez fikirîm dema gerê û dîtina bajarê mezin nîne, ger ew berê xwe bidin wî bajarî, wê kî li wan heywanên nû zane binêre û wan bi av û alif ke!

Ev fikarên min paşê pir dereng hatin bîra min, wê demê min fêm nedikir ka wê çawa bin. Lê dîtina bajarekî mezin ez xistim nav xeyalên mezin. Mirovên cur bi cur, kuçe û kolanên mezin, xaniyên mezin û bihareke bi rengekî din. Min xwe kir qîr û sîr, min got ez ê jî bi we re bêm wî bajarî, gotin; na nabe, kes li malê û heywanan ji te baştir xwedîtî nake, em herin û werin, careke din bi serê bavo em ê te bişînin wî bajarî.

Teeew, dema got; serê bavo û sond xwarin, min dizanî heta sê û çar salan ez wî bajarî nabînim. Bi kelegirî ez di cihê xwe de mam û  ew çûn.

Di vê navberê de, piştî ku ew çûn, min bi wê hêrsa xwe ya mezin, ew heywanên ku avis bûn min hemû zayandin, mêjokê wan li ber soba kerma xwedî kirin, hemû der û cînar li ber karê min, xwedîderketina mal û heywanan metel mabûn, ez her dixebitîm, min ji tu kesekê alîkarî nexwest. Piştî çend rojan dê û bavê min vegerîyan malê, lê ew vegereke bi rûpirçî bû, herduyan bi hevra xeber nedidan, bavê min nan nedixwar, tenê tûtina xwe dipêça û bi zikê birçî dikişand, her sibe diya min hêkek dilmeyî dida wî lê, bavê min devê xwe pê nedikir.

Piştî çend roj şûnda, em li ser sifreyê taştê dikin, diya min dîsa hêka dilmeyî dirêjî bavê min kir û got; “Tu bi serê bavo kî qey ne baş bû ku me lingê xwe li ber ava mezin şuşt?” Bi vê gotina diya min re, bavê min bi hêrs vegerîya got; “Erê erê baş bû, te tenê lingê xwe bişûşta ez razî bûm, lê te li ber wê ava mezin, li pêşberî min û qet der û dora xwe nenihêrî, xwe avête nav avê, ew bayê avê jî dêrê te bilind kir, dûra çi bû?”

He, du re çi bû?, “Dema dêrê te li ber bayê ket, qûna te derket derva, ka bifikire, ger ez û tu li wê derê tenê nînbûna, hinekên din jî li wir bûna, wana jî qûna te didît.” Got û ji ser sifrê rabû. Diya min jî rabû û çû destê wî girt û got; “Ne malmîrat, qey aqilekî min jî heye, ez jî dikarim bifikirim, min jî dît ku kesek li wan deran tune ye, ez û tu bi tenê ne, lewma min xwe avête nav wê ava spî, çi ye, çi bûye qey! Mêrantîya te ji jintîya min çêtir e! tu jî ketî û ez jî ketim nav avê! Careke din jî ez bi te re naçim ti deran.”

Wisa ji hev xeyidîn, dema danê êvarê bavê min di destê wî de tûrikek da diya min, me hemûyan serê xwe li ber derî raderxist, bi dizî li wan dinihêrî, di  nav wî tûrikî de pirtî yên gulgulî û pazên weke ku diya min ji xwe re derpiyên pazen bidrû, wê derpîyên pazên hez dikir.

Lê wê ava sipî jî evîndarîya wan mezin kiribû. Gelo ew ava mezin li ku derê bû! Ew av pir nêzikî me bû lê haya me jê tunebû, ava mezin “Behra Wanê” bû.