Rojnameya Heftane

Shakespeare & Company

Bîlal Ata Aktaş

Şerê cîhanê yê yekem diqede, leskerên ji laş û ji dil birîndar berê xwe didin malên xwe. Bajarên li ber sekeratê hewl didin xwe derman bikin. Dinya alem cî diguhere, mîna tîcaretê, yekem şerê qerase yê tevahiya kosmosê jî çi qasî alemê ji hev dûr xistibe, ew qas jî nêzî hev dike. Bajarekî bi nezera çavên hinde bajar û bajarokan cardin qîmetê digire ser xwe. Parîs cardin dibe cihûwarê çand û hunerê.

Slyvia Beacha ya teze ji 30’î derbas bûyî piştî serencameke tevlihev li Parîsê bi cî dibe. Bi derdorên curbicur re têkilîyan datîne. Di encama vê ehd û cehdê de, sala 1919’an, bi navê Shakespeare & Company kitêbfiroşekê ava dike. Siftehî kitêbfiroş, lêbele bi demê re him dibe kitêbxane, him weşanxane him jî dîwana dost û hevalan. Dost û hevalên ku piştî şerê rê û rêwarên xwe winda kirine û tevde bûne endamên Nifşê Wendabûyî (Lost Generation). Hima bêje hemû tên li vir dicivin û bazara wêjevanîya îngilizî-axêvan geş dikin. Ernest Hemingway, F. Scott Fitzgerald, Ezra Pound, James Joyce kesên sereke ne di vê mêvanxaneya edebî de.

Bere bere ev der dibe motora hilberîna wêjeya bi îngilîzî li Parîsê. Ew çend ku cara ewil kitêba navdar a James Joyceyî, Ulysses bi saya wêrektîya xwedîya vê derê, S. Beachê, bi temamî tê çapkirin. Heya 1922’yan çend qismên wê di rojnameyên cihê de diweşin lê hege ji Beachê nebûya dibe ku bo demeke dirêj alema edebî yek ji kitebên herî sansasyonel a hemû deman bêpar bimaya.

Şerê cîhanê yê duyem wekî gelek war û wargehan rê li ber geşbûna jiyana edebî û çandî ya Parîsê jî digire û Shakespeare & Co ji ber zexta Nazîyan tê girtin. Heya 1951’î ti cihek bi heman navê di pîyasê de tune. Ta ku amerîqîyekî din, George Whitmanî ev cih werdigire ser xwe û ar û armancên vê derê tevî xêr û xisletên wê pêş ve dibe. Ya ku vira birê ve dibe jî jixwe anha keça wî, Sylvia Whitman e.

Çawa ku Nifşê Wenda têra xwe sûd ji Shakespeare & Co wergirtibe, G. Whitman jî dixwaze Nifşê Beatê (Beat Generation) jî xwe ber bi vê kitêbfiroşîyê ve bikin. Loma bi qasî 30 nivînan li mekanê zêde dike û wê dizivirîne cihekî navendî ku wêjevan û xwîner tên û beranberî çend saet xebat û xwendina kitêban lê dimînin. Ji vê nifşê Beatê ku navê xwe ji otelekê nêzîkî kitêbfiroşê digire bi navên wek Henry Miller, Allen Ginsberg, William S. Burroughs, Anais Nin û Ray Bradbury derbas dibin.

Her ku diçe kitêbfiroş bala bêhtir kesan dikişîne. Rêya bi dehan fîlm û xebatên dîtbarî ji vir derbas dibe. Derheqê wê de mesel û çîrok tên gotin, ev der dibe wek îkoneke demên modern.

Digel vê yekê hê jî bedewîya xwe parastîye û mirov hê jî dikare qewşek aramîyê lê bibîne. Li qata yekê nivînek, li ya duyem jî du nivîn hene ku nivîskarên xwedî plan û proje bikaribin werin li vir razin.

Helbet wekî kevneşopîyek avakirina ciheyekî wiha, ji wê wêdetir, domdarîya mekanekî wilo, ne tenê girêdayî şexs û kesan e lêbelê ji struktureke civakî û ji rihê demê dinizile. Parîs tevî mezinahîya xwe ya bi qasî Uskudar û Kadikoyê ji qedr û qîmeteke wilo feyz digire û bivê nevê bi awayekî li nav şaristanîya çiroka me bi cih dibe.

Shakespeare and Company, 37 Rue de la Bûcherie, Parîs, France