Rojnameya Heftane

Ferhengeke din li kurdî zêde bû

Ferhenga Têgihên Hiqûqê bi resepisyonekê li navenda baroya Amedê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî hate danasîn.  Ferhenga Têgihên Hiqûqê  beriya 4 salan bi beşdariya gelek hiqûqnas û zimanzanên kurd û bi hevkariya Baroya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê hate destpêkirin. Ferheng ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye çapkirin û bi resepisyonekê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê hate danasîn.  Resepisyon roja çarşemê saet di navbera 16.00-18.00’an de bi tevlêbûna gelek nivîskar, zimanas, parêzer û heskiriyên zimanê kurdî pêk hat.  AMED