27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Êlihê Rojên Wêjeya Kurdî

Di 22’yê kanûnê de bi pêşengiya Şaredariya Êlihê, Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê, Komeleya Çand û Hûnerê ya Êlihê (BART) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Meretoyê, li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihê, 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî dest pê kir. Bername di 29’ê kanûnê de bi dawî bû. Di çarçoveya bernameyê de gelek nivîskar, helbestvan û wêjevanên kurd berhemên xwe pêşkeş kirin û wêjeya kurdî nirxandin.

Di roja destpêkê ya bernameyê de hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz û ji Berken Bereh heta Mueyed Teyîp, Îrfan Amîda, Selîm Temo û Roza Metîna, gelek nivîskar û helbestvan jî amade bûn.

Mêvanê rûmetê yê Rojên Wêjeya Kurdî yê îsal, helbestvanê kurd Berken Bereh bû. Di destpêka bernameyê de Şeva Rêzgirtinê ya ji bo Bereh hate amadekirin. Hevşaredar Mehmet Demîr di şevê de axivî û got ku wan ji bo xwedîderketina li çanda kurdî, sond xwariye. Salîha Aydenîz jî bal kişand ser çand û zimanê kurdî û wiha got: “Bi salan e zimanê kurdî di bin zext û qedexeyan de ye. Em deyndarên helbestvan, dengbêj û nivîskarên xwe ne ku heta roja me ya îro zimanê me bi pêş xistine.”

Dema başûrî dikenin…

Yek ji mijarên ku beşdaran di bernameyê de bal kişand ser jî yekitiya neteweyî ya gelê kurd bû. Ev mijar ji hêla helbestvan Mueyed Teyîp ve bi gotina; ‘Dema li Başûr kurd dikenin, li Bakur jî kurd dikenin’ hate nirxandin. Piştî axaftinan jî nivîskar Selîm Temo, Weysel Tirpan, Roza Metîna, Merdan Newayî jî helbestên Bereh xwendin.

Piştre jî helbestvan Berken Bereh derket ser dikê û da zanîn ku dema dest bi nivîsandina helbestan kir, kurd di bin zext û zilmeke mezin de bûn. Bereh diyar kir ku ji wê rojê ve îradeya gelê kurd nehat şikandin û wiha dom kir: “Divê her kes girîngiyê bide çand û zimanê xwe. Dema hûn zimanê miletekî tune bikin û ji holê rakin, ji wî miletî tiştek namîne. Ji ber vê yekê dema cara ewil qeyûm hatin dest bi daxistina tabelayên kurdî kirin.” Piştî axaftina Bereh jî parlamenter Feleknas Uca plaket diyarî Bereh kir.

Piştî axaftinan jî bername bi nîşandana fîlman, xwendina helbestan û bi gotûbêj, panel û îmzeyan dom kir. Di gotûbêj, panel û guhdarkirinan de mijarên weke ‘Pêşketina çîroka kurdî’, ‘Di wêjeya kurdî de werger’, ‘Rengê jinê yê di wêjeya kurdî de’, ‘Di zaravayên kurdî de roman’ û ‘Motîvasyon û pirsgirêkên romana kurdî’ ji hêla nivîskar û helbestvanan ve hatin nirxandin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê