Rojnameya Heftane

Qet behsa guh neke

Lawikekî bê ar bi diya xwe re çû mala xaltîka xwe. Xaltîka wî nû zarokek jê re çêbibû lê feqîro bê guh bû.

Diya lawik di rê de jê re got ku em çûn mala xaltîka te rihet rûne, xwe fehşo mehşo neke û qet û qet, nebî nebî tu behsa guhê zarok bikî wê dilê xaltîka te ji me bimîne.

Dîsa diya Şêro  jê re got tu qet behsa guh miha nekî wê xaltîka te xemgîn bibe.

Şêroyê me got ma ez dînim  temam ez qet behsa guhan nakim.

Nû gihan mala xaltîkê, dayikê ji lawê xwe re got tu jî biçe destê xatiya xwe.

Lawik çû li kêleka xaltîka xwe rûnişt û jê re  got:

Şêro: Derbasî be xaltîkê çavê we ronî be, divê hûn baş guh bidinê, gelekî zeîf e.

Xaltîk: (bi xemgînî) Tu sax bî berxê min.

Şêro: Ya herî girîng hûn gelekî ava gêzeran bidin wî, ji bo çavê wî xurt bibin.

Xaltîk: Çav ne pirsgirêk e zêde zêde em ê jê re berçavkan deynin.

Şêro: Jixwe teşqele di wir de ye xaltîî, ma ka wê pepûko çawa bikaribe berçavkê bikar bîne, wê berçavk çawa bisekine…