3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Payîz û Zaroktî

Gula Almastê

Min bêriya gundê xwe şûn û warê xwe kiriye.

Destê sibê bi dengê bayê hêrsok dikire xişeşix naylona li ber şibaka cama wê şikestî, ewan em ji xewa şêrîn vediciniqandin.

Gundî daketibû bajaran, hê jî tewziyên xewê dihatin me. Dibe dayê pêxistibû jî, ucax bibû qirçeqirça agirê êzingan. Deng dabû hewşê, belkî avjaja hêkan jî çêkiribû.

Bayê payîzê bû ew a difîtande guhên me, çartilî berf ketibû erdê niha. Herçiqas wê biheliya ji rexê çiyê vebikişiya û belekiyê xwe biavêta ser sîngê wê, lê vê gavê serê çiya û baniya bi seranser çîlspî girtibû. Sar bibû ava misînê destmêja kal û pîran. Cih bi cih hê jî şînahî hebû li newala li keviya çêm û kaniya.

Belê jixwe soring ji zû de hişk bibûn. Me nikaribû dêm û lêvên xwe yên tenik ew ên li ber bayê kur qelişîbûn pê sor bikira. Lê hebû kevza li ser keviran me dest û neynûkên xwe pê sorgevez bikira.

Gelo, qaz hatibûn serjêkirin. Helbet niha devê wan li berfê ketibû. Di vê mehê de divêm çalên kartolan ji zû de kolabûn. Devê avrêncê ji eyarê par ve hatibû çêkirin jî vekiribûn.

Gelo, hesp hatibûn berdan ji tewleyan çûbûn gihîştibûn naxirên berêniyan.

Zêrê? Qewlî dilketiyê wê bi hezkirin jê re digot “mihîna kihêl,” Zêrê dîsa wek xwe yî berê bedew bû. Xorta dîsa stran diavêtin ser wê. Keçikan şar û şemaqiyên xwe wek wê li dorseriya xwe tevgirêdidan.

Dibistan vebibûn mamosteyê ciwan hatibû helbet. Xortan dor lê girtibûn şiyarî dabûnê gotibûn: “Keçên gundê me ne bêxweyîne. Nebî nebî hay ji xwe û tevgera xwe hebî!”

Tenûra kê bû ya vêdiket me û kûçikên malê -em ji bo kirkirîkan ew ji bo kutê bine tenûran- me xwe li bêhna nanê germî girtibû.

Gelo, hê jî êvarê îniya şîva miriya ji malê derdixistin?

Cemse! Kula bêderman, ketibû nava gund bibû şirpeşirpa sapokên leşkeran kerik li wan dagir kiribûn. Bibûn hûtê heftserî bi ser şêniyan de girtibûn. Pîrê, qûça ji êgir, derkekibû derve an li ber devê dêrî destê xwe kiribû her du kêlekên xwe dijûn li wan dabû, gotibû: “We Îsa wendakiriye an Musa?” werekî li wan têkbiribû.

Zarokan kewkaniyên xwe bi tevî rika xwe ragirtibûn. Çavekî xwe girtibûn bi yê bîbik çirûsî ve nîşanê xwe li eniya wan xistibûn. Min dilê xwe dabû ber devê xwe, awirên min li pişt pêşa dayê de veşartîbûn.

Ber bi şevê hêvî bi tevî lempê xistibûn xiznê. Stêrk bi xeyalan barkirî dixuricîn li paceyan – em bi mirazê xwe şa bibûn an di çavên me de mabûn hemû hesretên me- Ji çîrokên hezar salan pekiyabûn ew çend hevokên hezkirinê. Gelo guhên me pê şên bibûn. Ka li ku bû serê me yê li ser çonga dayê dîsa dilê me saw girtibû ji xofa çîrokên nepeniyê?

Zanim, min bêriya zarokatiya xwe kiriye!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê