26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peywendiyên ziman, aqil û hiş

Di navbera mirov û ajelan (heywanan) de cudatî û taybetiya herî mezin yek jê ziman e. Ev cudatî û taybetî ji dema antîk ve heta niha tê gotûbêjkirin. Gelek fîlozof û zanayên dema antîk, palpişt û şopînerên wan bawer kirine ku du cudatî û taybetiyên mezin di navbera mirov û ajelan de hene. Ji wan yek jê ziman û ya duyem jî hizir e. Fîlozof û matematîkzanê fransî Renè Descartes (1596-1650) li ser hişê mirov rawestiyaye û di wî warî de lêkolînên hêja kirine. Descartes di vê mijara tevlîhev de gehîştiye wê baweriyê ku di warê hiş û mêjî de têgehiştin û daxwaz ewqas tevlihev û aloz in ku mirov nikare bi awayekî zelal vebêje yan jî şirove bike. Ew rabûye teoriya dudilî (gumanî) peyde kiriye. Gotiye, “ziman derya ye, hunereke mezin û veşartî ye; bexş û îlhama îlahî ye ku Yezdan daye mirovan.” Ji vê cureyê baweriyê re hizirên skolastîk tê gotin, vê zanistiyê bi rûh ve girê dide.
Descartes, di vê mijarê de ceribandin û teoriyên nû afirandiye. Li gor wî hişê ajelan mekanîk û bi tixûb e. Ajel jî dikarin hîs bikin, bertek (reaksiyon) nîşan bidin û xwe biparêzin, lê ji aliyê ziman ve wekî mirovan ne xwedî şiyan e. Hiş û fikrekê ku bi zarokekî kêmaqil re heye, bi meymûneke piraqil re tune ye…”
Fizîkzanê spanî Juan Huarte di sala 1575’an de, bi navê Examen de Ingenios para las Ciencias pirtûkeke biçûk li ser hişê mirov nivîsiye. Wî di şûna gotina hiş de ”ingenio” bi kar aniye. Ev di heman demê de tê wateya berhemdariyê jî. Huarte îdea dike ku du hêzên berhemdar hene. Yek ji wan ji vê hêzê bi ajel û nebatan re heye, lê ya duyem jî fenomena rûhî ye ku bi ajel û nebatan re tune. Ew dibêje, ”ingenio hêzeke berhemdar e, lê têgehîştin hêzeke hunerî ye…” Huarte di lêkolîna xwe ya warê hiş û ziman de sê pileyên hiş datîne:
Asta kêmhişî, ev hişê herî kêm e. Dibêje, ”di hişê mirov û ajelan de esas tu tişt tune, lê bi hestan her tişt digihêje mejî û ew jî mirov agahdar dike.” Huarte vê tespîta xwe dispêre Arîstoteles lê gelek lêkolînerên din vê dîtinê rast nabînin.
Asta normalhişî, ne bi alîkariya kesekî din, ew bi xwe tiştên ku ji tu kesî hîn nebûye, nebihîstiye jî dikare bi xwe hîn bibe. Ev hiş afranêr e. Dikare bi hezaran tiştên nû biafrîne. Hişê normal ji hestan sûd û kelk digre û tiştên nû diafrîne.
Asta hişê afiranêrî, ji hişê normal bêtir û bilintir e. Ev hişê nûvekar (îcadker) e ku derî li ber bûyer û tiştên ne normal vedike. Mirov dikare bêje rastî û fantazî di nav hev de hunandî ne. Tê angaşekirin ku ev hişê afrenêrî û hunerî bi tenê bi mirovan re heye. Bi ajel û nebatiyan re tune ye. Ajel dema ji maka xwe dikevin bi tenê xwedî dozîneke (içgüdüyeke) bi tixûb in.
Dr. Juan Huartê spanî dibêje, “ferqa navbera asta kêmhişî û ya normalhişî, wekî ferqa di navbera hişê mirov û ajelan de ye. Hiş û zeka eynî tişt in gelo? Juan Huarte di warê ziman de destnîşan dike ku ziman ji aliyê hiş ve mirov û ajelan ji hevdu cuda dike. Zanist asta normalhişî di warê ziman de wekî gaveke zanistî û erênî qebûl dikin. Her ku dem diçe teknîk û zanist jî bi pêş dikevin, teoriya ziman a hişmendî li hember teoriya zanist a rûhî bi pêş dikeve.
Îro bi azmûnan tê zanîn ku liv, tevger û hînbûna ajelan jî ne tixûbkirî ye, bi perwerdeyê ew tixûb heta astekê berfireh dibin. Kûҫik an hesp bi perwerdê dikare gelek ҫalakiyan bi cî bîne. Ji ber vê yekê tê gotin ku Descartes li aqilê ajelan heqaret kiriye û ev tespîta Descartes bersiveke ne zanistî ye.
Ziman ne ji bo kesên xwedî bi şiyan û huner, her wiha ji bo her mirovekî normal amûrekî hizir û vegotinê ye.
Piştre Kant teoriya zanînê derdixe pêş. Kant, ji rasyonalîzma Descart û emprîzma Hume kelk û sûd digire, herduyan di nav hev de dihune û îdealîzma epîstemolojîk bi pêş dixe. Kant azadiya hizir, berpirsiya hizirî û exlaqê xirîstiyanî diparêze. Dibêje, ”du dinya hene, ev cîhan a ku em li ser dijîn, mirov bi hestên xwe dibîne û şirove dike, lê cîhana din mirov nikare bi hestên xwe bibîne û şirove bike. Ha, aqil û hizir li wir radiwestin. Mirov nikare rûh, Xwedê, Îsa û gerdûnê bi telesiyan îspat bike. Ji ber ku di destê me de tu malzeme tune…”
Peirce ne wekî Descart dudil û bi guman e, ew dibêje, ”di nav hişê mirov û dozîneya ajelan de nêzîkatiyek heye. Ji ber ku mirov jî di destpêkê de, bi dozînê bi xwe dihese û dihizire. Mînakek ji bo dozîna ajelan: ”Dema ҫûҫik hîn nû ji nav hêkê derdikeve, ew li derûdora xwe digere û dixwaze tiştinan bixwe. Ev ne hînbûn e, dozîneya ji dayikbûnê ye. Lê ji derî wê şiyaneke wê yê din tune ku hînbûn û zanîna xwe bi pêş bixe. Ew heta mirinê di wê asta dozîneyê de dimîne, zêde tişt hîn nabe…” Hişmendî gav bi gav xurt nabe û bi pêş nakeve, lê bi telesiyan, di proseseke dûr û dirêj de, li hev digunce. Ev herdu gav berdewamiya hev in û hevdu têkuz û temam dikin.
Lêbelê di van ҫend salên dawî de, di warê zanistiya rûhî ya telesî de, li ser hiş û ziman gelek lêkolînên hêja hatine kirin. Zanist û lêkolîner di mijara ziman de hemfikir in ku laş û sîstema sinir roleke mezin û girîng dilîzin. Lê hîn jî ew negehîştine encameke zanistî ku vebêjin û qanûnek ji vê mijara ziman re ava bikin. Belê bi awayekî zanistî ziman bi hebûn û sîstema laşê mirov ve girêdayî ye. Di laşê mirov de, bi taybetî di mêji, serî û gewriya mirov de sîstema axaftinê heye. Şanên (hucreyên) ku sîstema axaftina mirov de hene, ew di laşên ajel û nebatan de tune ne. Di vî warî de lêkolîn û lêgerînên zanistî her berdewam in.
Paraleliyek di navbera ziman, hiş û aqil de heye. Her ku hiş û aqil bi pêş dikevin ziman jî bi pêş dikeve. Nebikaranîn û qedexekirina ziman bandor li ser hiş jî dike. Formulasyona hizir û raman bi pêşketin û xurtbûna asta ziman ve girêdayî ye. Loma di navbera mirov û ajelan de ferqa herî mezin yek jê jî ziman e. Bi ajelan re jî hîsên weke deng derxistin, hay li xwe bûn, talûke dîtin, xweparastin, xemgînî, dilşadî, têr, tîh, birçîbûn û hînbûn hene, lê ziman tune. Ji derî ajelan darûber heta hemû nebat di her demsalê de, li hember sar û germê xwe diparêzin, bertek nîşan didin, pel û kulîlk vedikin , digirin û diweşînin, lê kerr, lal û kor in.