8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî rizgarkirinê welatî vegeriyan taxa Tey

Agirbesta dayîmî ya ku li herêma Qamişloyê hatibû dabînkirin ji teref hêzên Dîfa El-Wetanî ve hat xerakirin. Hêzên Dîfa El-Wetanî êrîş birin ser nuqteyên asayîşa navxweyî û Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur Rojhilatê Sûrîyeyê  bersiva êrîşan dan.

Duh bi navbeynkariya Hêzên  Sûriyeya Demokratîk  (HSD) û Rûsyayê agirbest di navbera Dîfa El-Wetanî û Hêzên Ewlehiya Hundirîn de pêk hatibû. Lê piştî çend saetan Dîfa El-Wetanî li taxên Tey û Hilko êrîşî nuqteyên Hêzên Ewlehiya Hundurîn kirin û agirbestê bin pê kirin. Piştî binpêkirina agirbestê şerekî dijwar di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Dîfa El-Wetanî de derket. Hat ragihandin ku Hêzên Dîfa El-Wetanî çekên navîn û hawan bi kar anîn.

Dîfa El-Wetanîyê sivîlan kir hedef

Hêzên Ewlekariyê li taxa Teyî hinek çek û cebilxane dîtin û hat ragihandin ku li taxa Teyî mayîneke Dîfa El-Wetanî teqiyaye. Hêzên Dîfa El-Wetanî sivîlên li taxa Teyî kirin hedef û xwestin ku vê yekê bixin stûyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Di saetên dawîn ên şer de hat ragihandin ku taxa Teyî ji Dîfa El-Wetanî hatiye rizgarkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariyê gihîştine kembera başûrê bajêr û piraniya kolanan ji Dîfa El-Wetanî rizgar kirin.

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn tedbîrên giştî yên taxa Teyî girtin şêniyên taxê cardin vegeriyan taxê. Wesyîtên şêniyan di bin çavdêriya Hêzên Ewlekariyê de derbasî taxê dibin.

Di 20’ê nîsanê de, li bajarê Qamişloyê di navbera çekdarên alîgirên rejîmê Dîfa El-Wetanî û asayîşa bajarê Qamişloyê de pevçûn derketibû.  Li gorî agahiyên Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, piştî ku Dîfa El-Wetanî gule li bendekî kontrolê yên asayîşê reşandibû, endamek asayîşê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê yekê hêzên asayîşê û yekîneyên dijî terorê derdora taxa Tey girtibûn û benda kontrolê ya Dîfa El-Wetenî xistibûn bin kontrola xwe.