26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – GAP

Projeya GAP’ê wek berdewama Bernameya Islahata Şarqê tê xuyanê. Dîroka pêkanîna vê projeyê digihêje dema Mistefa Kemal. Lê şert û mercên wê demê pêkane nîn bûn. Proje di sala 1977’an de hat plankirin, lêbelê destpêkirina wê bi desthilatdariya Ozal ve kete meriyetê. Bi avbendên ango bendavên ku di nav projeya GAP’ê de cîh digirin, dixwazin demografiya Kurdistanê biguherînin û herêmê bikin qada şer. Li ser vê yekê hê di destpêka projeyê de hatibû aşkerakirin ku 2 milyon 500 hezar kes wê axa xwe terk bike. Lê heya niha bi tevahî 6 milyon kes cih guhert û 4 milyonê vî jî ji Kurdistanê çû bajarên Tirkiyeyê û welatên Ewropayê. Di serî de çemê Firatê wek navend hat diyarkirin û jixwe li Xarpêtê avbenda Kebanê berê hatibû çêkirin. Gelek gund, zevî, bax û bostan di bin avbenda Kebanê hatibûn hêştin. Bi vê avbendê êdî desteseriya ava çemên kurdistanê destpêkiribû. Şêniyên ku gund û zeviyên wan di bin avê de man naçar bûn ku koçî bajaran bikin. Di nav sînorên projeyê de bajarên Semsûr, Êlih, Amed, Dîlok, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Riha û Şirnex cîh digirin. Ev bajar bi tevahî 75 hezar û 358 km2 ne. “Sînorê” van bi bajarên rojhilat û başûrê Kurdistanê re heye. GAP di Tirkiyeyê de yekemîn, di dinyayê de 8’emîn projeya herî mezin e. Dewletê di destpêkê de ji bo projeyê 32 milyar dolar veqetand. Bi reklam û nûçeyan dewlet tim hewl dide ku di hişê gel de ji bo projeya GAP’ê nêrînên erênî avabike. Lê di esasê xwe de projeya Gap’ê ji bo bakurê Kurdistanê bê mirov were hêştin hatiye avakirin. Bi projeya GAP’ê çandinî û sewalkariya kurdan ket bin xetereyê. Êdî kurdê di nav sînorê projeya GAP’ê de ne dikarin debara xwe bikin, ne jî dikarin karûbarekî din bibînin. Ji ber neçariyê koçê bajaran dikin. Bi valabûna gundan dewlet rihetir operasyonên xwe yên leşkerî jî pêk tîne û xwezaya Kurdistanê talan dike. Ji aliyê din ve Kurdên ku neçar dimînin û koçê bajaran dikin êdî ji bo pergala kapîtalîst dibin karkerên erzan. Dewleta Tirkiyeyê ji sala 2000’î vir ve zeviyên Kurdistanê yên di nav projeya GAP’ê de difiroşe cihû, îngilîz, amerîkî û almanan. Di lêkolînan de tê diyarkirin ku li herêmê ji sedî 30 erdê çandiniyê firotine Karsazên wan dewletên ku me rêz kir. Di navbera Dîcle û Firatê de 2 hezar û 235 km rûbar, 6 hezar û 481 hektar deryaçe û 129 hezar û 987 hektar avbend hene. Bi projeyê ve tê hedefkirin ku 200 hezar hektar pergala avê û avdaniyê çêbikin. Ji ber ku her diçe herêm vala dibe û dewlet bi çekên leşkerî operayona dike ax, av û hewa qirêj dibe. Ji ber vê qirêjiyê her sal bi hezaran ajal telef dibin, flora û fauna jî dikevin bin xetereyê. Bi projeyê nebata endemîk ya Trifollium batmanicum ya ku tenê li Heskêfê dihat dîtin tune bû. Darên fistiqan yên keda hezar salan ya şêniyên Helfetîne di bin ava Bîrecikê de man. Masiyên bi derzî, masiyên bi simbêl û masiyên maya yên ku di ava Firatê de dijiyan bi projeyê tune bûn. Bi projeyê avhewaha herêmê jî diguhere û ne cotkar dikarin ji zeviyên xwe hilberînê wek berê bigirin, ne jî fêkî wek berê çêdibin. Beriya projeya GAP’ê li Rihayê kesên erdê wan yê çandiniyê tunebûn ji sedî 70 bû û lê bi GAP’ê ev bû ji sedî 90. Li Amedê jî ev rêje berê ji sedî 60 bû niha ji sedî 80’yan derbas kiriye. Di encamê de projeya GAP’ê ne ji bo pêşxistina herêmê hatiye avakirin. Wekî me di jor de jî got bi destê projeyê di çandinî û sewalkariya gelê heremê, bi teybetî jî yên kurdan de pêşketinên neyînî pêkhatine. Bi projeya GAP’ê cîhên antîk yên wek Heskêf, Zeugma û Samosat jî din av de bi tevahî 580 berhemên dibin avê de hatin hêştin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê