Yekşem, Hezîran 13, 2021

Platforma ziman xwest kurdî di qanûnan de bê naskirin

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand. PZK’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û xwest ku kurdî di qanûnan de bê naskirin û banga piştgiriya kampanyaya îmzeyan kir.

Platformê bi bîrxist ku di 15’ê Gulana 1932’an de li bajarê Şamê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dest bi weşana Kovara Hewarê kirin û wiha got: “Ev kovara ku xwedî gelek nirxên hêja bû bi salan xizmetên giranbûha ji doza gelê me re kirin. Em baş dizanin ku îro jî xebata ziman, wêje û çanda kurdî li ser mîrata Hewarê pêşve diçe, dibişkive, geşdibe û berheman dide. Platforma Zimanê Kurdî xebata Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî bi rêzgirtin bibîr tîne.”

Platformê, da zanîn ku Roja Zimanê Kurdî ji sala 2006’an û vir tê pîroz kirin û ev tişt got: “Platforma Zimanê Kurdî di vê roja watedar de dixwaze bala gelê xwe bikşînê ser pirsa zimanê dayîkê. Zimanê dayîka me divê were parastin û bikaranîn. Dê û bav, xort û qîz, jin û mêr divê zimanê Kurdî bi hevdû re biparêzin. Em dizanin ku zimanê kurdî nasnameya me hemûyan e, rûmeta me ye, hebûna me ye. Di pirsa zimanê kurdî de divê em bi hişmendi tevger bikin. Ji ber wan sedeman divê miletê Kurd di her qada jîyanê de zimanê xwe bi baldarî, bi dildarî û bi hişmendî bikarbîne. Bi hemû hêza xwe xwedî li zimanê xwe derkeve.”

Platformê hin daxwazên xwe yê têkildarî zimanê kurdî wiha rêz kirin: “Di xebata siyasî de divê kurd civînên xwe bi kurdî bikin, di çalakiyan de bi kurdî biaxivin, rewşenbirên me divê bi kurdî binivîsînin, hunermendên me divê bi kurdî xebatên xwe bikin, divê gelê me di dawet û şahîyan de bi kurdî biaxivin. Bila TV, rojname û malpêrên kurdan bi kurdî weşanên xwe bikin. Di hemû tevgirêdanên olî de zimanê xwe bikarbînin, li mizgeftan, li şînan, li mewlûdan zimanê xwe bikarbînin. Li balafirgehan, li otogaran, di otobûs û minîbûsan de, li sûk û qeyseriyan bi kurdî biaxivin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û xwedî lê derkevin.”

Platformê, destnîşan kir ku hin daxwazên wan ji berpirs û rayedarên dewletê jî hene û wiha berdewam kir: “Zimanê kurdî bila bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu. Divê zimanê kurdî bi awayekî eşkere di qanûnan de were naskirin û pejirandin.” 

Bila her roj bibe roja ziman

Platformê herî dawî bal kişand ser kampanyaya îmzeyan a wan û Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî daye destpêkirin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Me kampanyayeke îmzeyan daye destpêkirin. Di vê kampanyayê de daxwaza me ji gelê me ev e; him li ser online û him ji li ser kaxizê em îmzeyan berhev dikin. Hemû kes bîla li gora derfetên xwe beşdarî vê kampanyayê bibe. Zimanê kurdi rûmeta hemû kurdan e. Ji ber vê yekê jî em dibêjin;  Bila Roja Zimanê Kurdî pîroz be! Bila ji kurdan re her roja bibe Roja Zimanê Kurdî!”