26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Pola heta nehele nabe şûr, kurd jî heta nebin yek, azad nabin;’

Leyla Îşxan Aslanova Ankosî ku li Yerîwanê ji dayik bû û niha bijîşka  jinekolojiye dike, li gel karê xwe yê bijîşkiyê her êvar rojê 2 saetan dersa kurdî dide 3 zarokên xwe û ji bo sala 2022’an armanc dike “Desteguleke” stranên kurdî yên klasîk amade bike.

Leyla Îşxan ku demekê bi muzîka kurdî re eleqeder dibû û piştî pîşeya xwe ya bijîşktiyê neçar ma navber bide stranbejiyê, qala serpêhatiyên xwe û hunera xwe kir. Îşxan di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser dewlemendiya huner û stranbêjiya kurdî û polîtîkayên li dijî muzîka kurdî.  Îşxan, bi gotina “Pola heta nehele nabe şûr, kurd jî heta nebin yek, azad nabin” bal kişand ser girîngiya yekitiyê ya li dijî êrîşên nijadperestiyê. Bavê Leyla Aslan Ankosî jî êrîşa li dijî avahiya HDP’ê û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir û anî ziman ku ev nîşaneya polîtîkayên AKP-MHP’ê yên qirkirina gelê kurd in. Hevpeyvîna ku edîtora Yenî Yaşamê Gulcan Derelî bi Leyla Îşxan û bavê wê Îşxanê Aslan Ankosî re kiriye wiha ye:

*Tu dikarî bi kurtasî behsa xwe û xebatên xwe bikî? Em dizanin tu berê li Rûsyayê dijiya. Gelo te çawa biryara çûna Almanyayê da?

Ez  Leyla Îşxan Aslanova Ankosî, di 13’ê cotmeha 1974’an de, li Ermenistanê, li bajarê Yerîwanê  (Rewanê) hatime cîhanê. Bavê min Îşxanê Aslan Ankosî rojnameger û rojhilatzan e. Gelek salan karê dîplomasiya Yekitiya Sovyet, Îran û Afganistanê kiriye. 24 salan li Radyoya Rewanê di beşa kurdî û televîzyona ermenîstanê ya Netewî de wek rojnemeger kar kiriye. Dayika min Lûsika Huseyin Ankosî di dibistana gundê Elegezê de mamosteya zimanê kurdî û ermenî bûye. Lê di sala 1980’î de li Radyoya Rewanê axaftinên kurdî kiriye. Ez, xwişka min Nazê û Almast, birayê me Reşîd di malbateke welatparêz û kurdperwer de mezin bûne. Ji xeynî dibistanê, her wisa me xwişk û bira, koleja muzîka navendî, beşa Fortêpiyanoyê xwendiye. Rast e, me dibistana zimanê rûsî xwendiye, lê zimanê malbata me kurdî bûye. Bavê me digot ji bo zanebûna zimanê dayikê divê em timî stranên kurdî guhdarî bikin. Ji ber bikin û bistrên. Bi vî awayî me zimanê dayika xwe ji bîr nekir, lê pê re me ji muzîka neteweya xwe hez kir, kurdayetî kete nava ruhê me û bû pareke jiyana me.

* Tişta ku we ji mûzîkê dûr xistiye çi ye? Pîşeya we hekîmtî (bijîşkî) ketiye pêşiya karê we an jî tiştek din bû asteng?

Piştî dibistanê min 6 salan li Akademiya Rûsyayê Doktora li bajarê Krasnodarê bijîşkî xwend û piştî akademiyayê ji bo zêdekirin û temamkirina zanebûna xwe ya bijîşkiyê-doktorayê  du salan întêrnatura bijîşkiyê xwend û kar kir. Ji bo xatirê kûrkirina zanebûna xwe û bijartina pîşeyeke sereke du salan jî ordênatura bijîşkiyê (doktorayê) xwend û paşê min li nexweşxaneya bajarê Krasnodarê bijîşkiya xîrûrîya jinekolojî (dayîk û dergûşê) kir. Bi du salan şûn de dewleta Rûsyayê ji kîsê xwe bi qasî şeş mehan ez rêkirim Almanyayê ji bo tecrûbeyên zanistiyê zêde bigirim. Piştî  6 mehan wezareta Tendirustiya Almanyayê pêşniyar kir ku ez li Almanyayê  bimînim û bibim bijîşka emeliyatê ya jinekolog. Bi wî awayî ez bûm hemwelatiya Almanyayê ya doktor.

*Gelo te çima navber daye strandina stranan û nastrê?

Stranên me yên neteweyî ketibûn nav ruhê min. Her wext, her dema serhêsa dibûm, min ji xwe re stran digotin. Min stran di cejna Newrozê de digotin. Rûsyayê pêşniyar kir, ez wekî Operata-teatroya Rûs li bajarê Krasnodarê bistrêm, ez qayîl nebûm. Min nexwest aqilê stranê kurmancî winda bikim, stran bi aqilê kurmancî zelal û şîrîn e. Hem dema min tune bû û hem jî karê bijîşkiyê li gorî xwastek û armanca min bû. Ji ber vê yekê min pîşeya doktoriyê hilbijart.

Karê bijîşkyê pir zor û zehmet e û barekî pir giran û tabdar e. Jiyan û gumana nexweşan bi destê te ve girêdayî ye. Her roj emeliyatan dikim, roj heye 3-4 emeliyatan dikim. Dema min namîne. Çawa pêşiyên me gotine “Mirov nikare bi destekî du zebeşan bigire”, ji xeynî kar û xebata bijîşkiyê, karê malbat, zarokan jî di stuyê min de ye. Ji zarokan re perwerde lazim e. Ez her êvar 2 saetan dersên zimanê kurdî didim hersê zarokên xwe Şêraz, Reşîd û Yasmînê. Em bê welat in, heqê me nîne zimanê neteweya xwe nizanibin. Helbet, dixwazim xizmeta çanda neteweya xwe bikim. Lê şert û derfetê min heta niha kêm in. Lê bawer im dê fersend çêbibe. Niha pirsgirêk wext e. Yan divê ez bijîşkiyê bikim, yan jî divê ez bistrêm. Ez nikarim dest ji karê xwe berdim. Ji ber ku malbata xwe xwedî dikim.

Stranbêjî, sazbendî karekî bi rûmet e, welatparêzî ye. Dema mirov xizmeta çanda neteweya xwe dike, şanaz dibe. Stranbêjek dikare 100 stranan bêje, lê di nava wan de stranek dikare sertaca wan stranan be.  Minak, çawa ku Mehmed Arif Cizrawî  330 stranan dibêje, lê sertaca strana wî  “Eyşana Elî Begê” ye. Stranbêjên wisa pir in. Stranên netewî-klasik ruhê neteweyê ye, kevin nabin. Lê mixabin pir stranbêj stranan didizin, faş û şaş dikin.  Di sazbendiyê de tenê pereyan û qazancê dibînin. Dema stranbêj kilaman amade dikin, divê bifikirin. Ew ê baş bê bihîstin, pejirandin. Vê dawiyê gelek dengbêjên me yên ji bakurê Kurdistanê dest bi dizîna stranên kurdî yên ji “Radyoya Rewanê” kirine.

Dîroka her straneke “Radyoya Rewanê” heye, bila stranan bêjin; lê dema awaz û gotinên stranan bi kêfa xwe diguherînin, navê xwediyê wan stranan vedişêrin. Navê vê yekê dizî ye. Divê her dengbêjek bi stranên xwe bikeve nava dil, ruh û hîsa gel û guhdaran.

* Strana ‘Were Domam’ hêj di bîra xelkê de ye û zindî ye. Te ev stran çawa bijart? Çîrokek wê heye gelo? Mirov dibêje qey stran ji bo te hatiye çêkirin…

Stranên me yên neteweyî jî ketine bin bandora neteweyên cîranan. Ew normal e. Lê mixabin ji ereban adetekî nebaş ketiye nava çanda me. Ew ên bi hevre zewicîne, ango qîza apê dane kurê apê, qîza xalê dane kurê xalê. Mînak: strana Meyrem Xan “Ware Dotmam”. Dotmam, qîza apê ye. Dot; qiz, mam jî ap e. Qîzap ango dotmam. Dîroka vê stranê wiha ye: Dilê pismam dikeve qîza apê wî. Lê dayika keçikê naxwaze qîza xwe bide kurê tiyê xwe, dixwaze qîza xwe  bide kurê birayê xwe.  Kurmanc dibêjin  “Bûka xalê, delaliya malê’’. Xort li ser qîza apê xwe bengî û evîndar bûye, kilam avêtiye ser dotmama xwe.

* Hê jî em vîdeoyên te bi kêfxweşî guhdar dikin. Deng û awaza te di bîra gelê kurd de cî girtî ye. Em ê kengê dîsa guhdariya dengê te bikin?

Armanceke min heye, eger bê serî, miyaser bibe, bawer im di sala 2022’an de ez ê  “Desteguleke” stranên kurdî yên klasîk amade bikim. “Strana nateweyî, diroka jiyana neteweyî ye.” Stranên neteweya kurd, bi tenê ne zargotin in. Di heman demê de çanda neteweya me nin. Her wiha dîroka neteweya me ye.

*Em bi bavê te re axivîn. Bavê te got ji bo te û ferdên malbata te stran nivîsandine. Dema tu van stranan dibêjî hestek çawa bi te re çêdibe? Mînak Leyla Leyla bihar e…

Bavê min gelek stran nivîsîne. Bawer bikin pir şîrîn û serketî ne. Mînak, stranek li ser min û xwişka min Almastê û Nazê nivîsî ye “Almasta min dersê tê”, ya li ser min   “Leylanê”,  “Leyla-Leyla bihar e”,  “Naza min e bedewe”. Strana “Yara min e bedewe” (Yar Meleke), 174 stranbêj û hunermendên kurd û biyanî ev stran gotine. Gelek stran li ser evîna Kurdistanê nivîsîne. Helbet ev ji bo min şanazî ye.

* Bi qasî ku ez dizanim tu jî jineke êzidî yî. Dema fermana Şengalê ya sala 2014’an qewimî te çi hîs kir?

Ez jî weke her kurdeke welatparêz, her miroveke mirovhez û demokrat hovîtî û faşîzma DAIŞ ’ê şermezar û nalet dikim. Piştî jenosîda êzdiyan, jin, qîz û bûkên kurdên êzdiyên rojavayê Kurdistanê û Şengalê zanin ku ez kurd im; gelek tên nexaşxaneya ez têde kar dikim û min alikariya pêwîst daye wan û dîsa alîkariyê didim wan. Li vir pirsgirêk êzditî û misilmanî nîne. Dibêjin “Bijîşk bê netew in’’ ez deyndar im. Kurd, kurd e. Her kurdek bi kuştinê re rû bi rû maye. Em bêjin êzdî ji ber ku ne misilman in dihatin kuştin. Lê çima Erdogan, Esad û Sedam ên faşîst kurdên misilman dikujin?

Şerê DAIŞ’ê sînoran nas nake. Ew şerê dagirkeriya bi destê faşîstên DAIŞ’ên kevneperest li dijî temamiya gelê kurd e. Li dijî Kurdistanê ye.

* Niha dema te çawa derbas dibe? Koronayê bandoreke çawa li ser te kir? Di pandemiyê de herî zêde barê doktoran giran bû. Hûn di vê pêvajoyê de çi dikin û çawa dikin?

Di navbera Covid-19 û DAIŞ’ê de tu ferq tune ye. Her du ji bê exlaq in. Dema DAIŞ’ê di sala 2014’an de êzidî qetil kirin, agir cîgera her mirovekî kurd dişewitand. Di dema  Covid-19’ê de jî agir bi dil û hinavê cîhanê ket. Covid-19  nexweşiyeke pir zor û xeternak e. Bijîşk ji sibê heta êvarê bê xew û bê xwarin li dijî nexweşiya Covid-19’ê di nava lez û bezekê de ne. Li aliyê din bi tirsa ku malbata xwe ji vê nexweşiyê biparêzin dijîn. Destkeftiya me ya mezin ew e bêyî ku dayik bi Covid-19’ê bikevin em wan û dergûşên wan bi sax û silametî dişînin malbatên wan.

 * Tu jî dizanî ziman û çanda gelê kurd bi zext û zordariyan re rû bi rû ye. Di vê serdemê de hîn bêtir zêde bûye. Tu dixwazî ji bo gelê kurd çi bêjî?

Sal bi sal, rêxistinên neteweya kurd çiqas bi hêz dibin, dijminên me zêde har û dev bixwîn dibin. Lê em ê bi ser kevin. Ez serkeftinê ji yekitiya neteweya kurd re dixwazim. “Pola heta nehele nabe şûr, Kurd heta nebin yek, azad nabin. Ji we re serkeftin û selametiyê dixwazim.

Bavê Leylayê Îşxanê Aslan Ankosî: Tirkiye dixwaze Împaratoriya Osmanî ya faşîst ava bike

Li dijî Kurdan êrîşên nijadperestiyê li pey hev pêk tên. Herî dawî li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Tu vê komkujiyê çawa dinirxînî?

Diroka cîhanê ya sedsala 20’î dubare dibe. Di destpêka sedsala 20’î de sê împeretorî rûxiyan, têkçûn: Almanyaya Kayzêr, Osmaniya tirkan û Rûsya. Di sala 1939’an de Adolf  Hîtlerê faşîst xwest dîsa Împeretoriya Almanan ava bike. Li gorî plana  “Barbaros” eger Hîtler Yekitiya Sovyetê bigirta, wê Împeretoriya Almanyayê ya di sala 1915’an de têkçûbû, dubare xwe ava bikira. Almanyaya faşîst û Tirkiyeya Osmaniyê hevalbend bûn.

Tirkiyeya faşîst di sedsala 21’ê de dixwaze plana “Rêvanş” bikin û “Împaratoriya Osmanî” ava bikin. Lê ne tenê gorî sinorê Împaratoriya Osmaniya berê.  Li gorî “Stratejiya Jeopolitîk”, teza Erdogan dixaze her şeş komarên Sovyeta berê- Qazaxistan, Uzbekîstan, Qirqizya, Tirkmenistan, Azerbeycana Sovyet û Azerbeycana Îranê  bigihîne hevdu û dewleta “Turanê” ava bike. Erdogan di sala 2020’î de, li paytexta Azerbeycanê Bakûyê digot “Şeş dewlet  û zimanek” yanî dixwest wan dewletan bike yek û xwe bike “Ata Turan”, weke Atatirk. Lê çi li ser riya “Stratejiya Jeopolîtîk” Erdogan û faşîstên tirk bûn asteng. Lê di navbera Tirkiyeyê de du netew hene. Kurd û ermen. Ew dixazin parçeyek axa Ermenistanê bistîne. Wekî sinorê wan û azeriyan bigîhîne hev. Ji bo karibe wan dewletên tirkîziman bike nava “Turanê”. Li wir jî kurd dibin asteng. Kurdên li Rojhilat, neteweya herî bihêz û pêşketî ye. Ev sebeb û maneya sereke, ku Erdogan û faşistên tirk dibêjin, wekî wê nehêlin Kurdistan ava bibe. Kurdistan dimîne di navbera tirk û azeriyan de.  Ji bo pêkhatina plana “Turan” tirkan biryar girtine komkujiya jenosîdê ya kurdan pêk bînin, wekî nebin asteng.

Piştî hilweşandina Yekitiya Sovyetê hêza navneteweyî hatiye guhartin. Eger berê Yekitiya Sovyetê hindik be jî pişta rastiyê û wekeheviyê digirt, îro ew Sovyet tune ye. Rûsya jî bûye alîgirê Erdogan û hêzên dewletên emperyalîst û koledar. Niha gelek bûyerên xeternak rû didin. Çawa dibêjin “Dema hevîr zêde hiltê, tirş dibe”. Îro rewşeke gelekî xeter çêbûye. Ev rewş salên beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn tînin ber çavên mirov. Niha ji Erdogan û faşîstên tirk re fersend çêbûye. Rûsya ji aliyê xwe de dixwaze Erdogan bikişîne nava polîtîkayên xwe. Piştgiriyê dide polîtîkayên Erdogan ên kujer û faşîst. Gotineke Erdogan nake dudu. Mînak Efrîn e. Dixwazin Kurdan mecbûrî rejîma Esad bikin. Ji ber vê yekê Rûsyayê Tirkiye li dijî HSD’ê sor kir û Efrîn dagir kirin.

Çawa li aliyekî li dijî DAIŞ’ê bi hevpeymanê bi kurdan re koalisyon ava kirin û Amerîkayê çek dan kurdan. Amerîkayê wisa alîkarî dide terorist Erdogan û muxalefeta Sûriye DAIŞ’ê . Rûsyayê û Amerîkayê çavê xwe li Erdogan girt. Terorîstên Sûriyeyê û DAIŞ’ê tenê Efrîn danegirtin. Bi temamî dirêjahiya sinorê Tirkiye-Sûriyeyê bi kûrahiya 40-50 km yî girtin. Erdogan dixwaze kembera DAIŞ’ê û  terorîstên misilman di navbera bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê de ava bike. Naxwazin kurd hêza xwe bikin yek. Erdogan ji bo bigihêje armanca xwe, siyasetek zirav bi serokên cîhana xirîstiyan re dimeşîne.  Ji bo vê yekê amade ye ku dest û piyê Biden û Pûtîn maç bike. Amerîkayê komkujiya ermeniyan nas kir. Ji bo dilê Erdogan  xweş bike, heq da Erdogan û xwest li gorî dilê xwe li dijî kurdan polîtikayê pêş bixe. Piştî sed salan niha dixwaze komkujiya kurdan pêk bîne. Niha dest û çavê Erdogan vekirine û destûra kuştina kurdan dane Erdogan.

Tirkan bi hevkariya malbata Barzanî li Başûrê Kurdistanê dest bi komkujiya kurdan kirine. Dixwazin HDP’ê bigirin. Ji bo çavê bakurê Kurdistanê bitirsîne dest bi terorê kirine.

Serê Gelê Kurd Sax be

Terora Îzmirê encama vê yekê ye. Şehîdkirina Denîz Poyraz parçeyê vê siyasetê ye. AKP û MHP ne tenê ji bo kuştina Denîz Poyraz qatil şandin avahiya HDP’yê. Plan kirin ku HDP’ê li Îzmirê tune bikin. Xwestin komkujiyê bikin. Ku 20-30 endamên HDP’ê li avahiyê hebûya gelo dê tenê Denîz bikuştina? Nexêr. Terorîstê AKP û MHP’ê hatibû ku hemû endamên HDP’yê yên Îzmirê qetil bike. Kuştina Denîzê ji bo Kurdan bû hişyarî. Hêzên Tirkiye yên demokrat dîtin ku rejîma Erdogan amade ye hemû kesên demokrat yeko yeko bikuje. Erdogan ji bo bigihêje armanca xwe û bibe “Xelîfeyê Turanê” her rê û rêbazê bê exlaq û nemirovayî bi kar tîne.

Ji bo şehîd Deniz Poyraz  ez Erdogan û rejima wî ya kujer nalet dikim.