5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qesra Spî: Em ji Sûriyê venakişin

Qesra Spî ya Amerîkayê îro daxuyaniyek der barê vekişandina hêzên wê yên ji Sûriyeyê da tê de destnîşan kir ku niha tu niyeteke wan ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişînin tune ye

Di van rojên dawî piştî ku nûçeyeke der barê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê di rojnameya Foreign Polîsî de hate weşandin, gelek nîqaş û gote got li ser wê mijarê di medya û ajansên cuda dehatin belavkirin.

Li ser wê yekê ajansa El-Erebiye/El-Hedath li ser zarê pêwindiyeke bi Qesra Spî re got ku rêveberiya Serok Joe Biden li ser vekişîna ji Sûriyê nafikire.

“Nepêwist”

Ev yek piştî wê yekê hat, ku li gorî kovara Foreign Policy, çavkaniyên Wezareta Derve ya Amerîka û Pentagonê aşkere kirin ku Washington li ser îhtimala vekişandina bi temamî ya hêzên xwe ji Sûriyê difikire. Li gorî wan çavkaniya, Qesra Spî êdî bi erkê Amerîkayê yên li Sûriyê eleqedar nabe û “ne pêwîst dibîne”.

Her wiha tê gotin ku niha di nava rêveberiya Amerîkayê de gotûbêj li ser kengî û çawaniya vekişîna hêzan tê kirin, lê heta niha biryara dawî nehatiye standin.

Ji aliyekî din ve ev daxuyanî di demeke wiha de hate kirin ku komên çekdar li Iraq û Sûriyê êrîşên xwe yên berfireh, ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, li dijî baregehên hevpeymaniya navdewletî di nav axa Sûriyê de berdewam dikin.

90 êrîş

Li gorî daneyên dawî, ji roja 19’ê Cotmeha 2023’an ve, ango piştî 12 rojan ji şerê li Xezeyê, hejmara êrîşan li gorî saziya Mafên Mirovan a  Sûriyê gihîştiye nêzîkî 90 êrîşan.

Ji wan êrîşan 22 li dijî zeviya gazê ya Conico û 21 li zeviya petrolê ya El-Omer li Dêrezorê pêk hatine, ku ew dever mezintirîn baregehên leşkerî yên amerîkî dihewîne.

Her wiha 15 êrîş li dijî baregeha El-Şeddadî ya li gundewarê Hesekê û 15 êrîş jî li dijî baregeha Xerab El-Cir a li Rimêlanê pêk hatine.

Hêjayî gotinê ye ku 900 leşkerên Amerîkayê li Sûriyê hene. Ew hêz weke beşek ji hêzên hevpeymaniya navdewletî li wir kar dikin. Hêzên hevpeymanî di çarçoveya şêwirmendî û pêşkêşkirina alîkariyan li wir pêwendîdarin û tevî Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê dikin da ku rê li ber vegera wan çeteyan bigirin ku di 2014’an de beşek berfireh ji axa Sûriyeyê xistin bin kontrola xwe.