26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reforma darazê bi bêhiqûqiyê dest pê kir

Li Tirkiyeyê kengî desthilatdar behsa hiqûq û edaletê bikin herî zêde wê demê bêedaletî û bêhiqûqî pêk tên. Hikûmeta AKP’ê ragihand ku dê di mijara hiqûqê de reforman bikin û gavên mezin biavêjin. Wezîrê dadê jî ragihand ku ger qiyamet jî rabe dê edalet û hiqûqê pêk bînin.

Piştî van daxuyaniyan daraza tirk li ser hev biryarên bêhiqûqiyê dan. Derheqê gelek siyasetmedar û rojnamegeran de ceza hat birîn û her roj doz li wan tên vekirin. Herî dawî daraza tirk der barê polîsên ku xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut li pêş çavên hemû cîhanê di Newroza Amedê de qetil kiribûn de biryara beraetê da. Rojnameger Abdurrahman Gok di kêliya qetilkirina Kurkutê ciwan de wêneyên bûyerê  kişanibûn lê li gel van belgeyên dîrokî jî daraza tirk polîsên kujer parastin û ji bo wan biryara beraetê da. Polîsên ku ciwanê 22 salî Kemal Kurkut qetil kirin rojekê jî nehatin girtin. Jixwe heman tişt bi salan e li Kurdistanê dubare dibin. Polîs û leşker sîvîlan qetil dikin, hikûmet û daraz kujeran diparêzin û piştre kujer terfî dibin û kujeran tayînî karên bilidtir dikin.

Ev edaleteke çawa ye?

Ajansa Mezopotamyayê têkildarî mijarê bi dayika Kemal Kurkut, Sîcan Kurkut re axivî û dayikê li hemberî bêhiqûqiyê wiha bertek nîşan da: “Çima edalet tune ye? Ev edaleteke çawa ye, kesekî ku ciwanekî dikuje serbest tê berdan? Em ê qet û qet vê biryara dadgehê qebûl nekin. Bêsûc û bêguneh lawê min kuştin. Heke sûcekî wî hebe, wî binçav bikin û bigirin. Çavê we kor bibe, ma hûn nabînin? Çima hûn gule berdidinê. Kor bibin.”

Dayikê destnîşan kir ku biryareke wiha didin ku rê li ber polîsan vedikin ku karibin gelek ciwanan bikujin û wiha axivî: “Çima li gor dilê xwe û ji kêfî gêncan qetil dikin? Heke wisa dewam bike wê  ev kuştin ne ya ne ya dawî be.” Dayikê xwest ew tenê neyên hiştin û wiha got: “Berxikê min sêwî bû. Min wî û zarokên xwe yên din di nav feqîriyê de mezin kir. Çawa çê dibe gêncek 22 salî yê bêsûc dikujin û qatil jî ceza nakin.”

Dê şopdarên dozê bin

Parêzerê malbata Kemal Kurkut, Reyhan Yalçindag der barê biryara beraetê ya polîsê kujer de wiha got: “Bi vê biryarê jî careke din nîşan dan ku wêrekiyê didin kujerên kuştinên ji niha şûn ve pêk werin. Heta em nebêjin qediya dê ev dosya neyê girtin. Heta ev kujer werin cezakirin wê têkoşîna me bidome.”