6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê du jinên li dijî polîtîkayên wê derketin girt

Rejîma Îranê, jinên bi navê Armîta Paver û Meryem Abbasî Nîko ku li dijî polîtîkayê wê derketin, girtin.

Serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” sala borî di meha îlonê de ji ber kuştina jina ciwan a kurd Jina Emînî ya ji aliyê polîsên “ehlaqê” ve dest pê kir. Sehildan di meha 9’an de berdewam dike. Rejîma Îranê bi girtin û darvekirinan hewl dide serhildanan bitepisîne û pêşî li wan bigire.  Di vê çarçoveyê de herî dawî rejîma Îranê du aktîvîstin jin ku tev li serhildanan bûb ûn girt.

Yek ji van aktîvîstan xwendekara bi navê Armita Paver e. Bi hinceta ku tev li serhildanan bûye Paver duh li bajarê Tebrîzê cara duyemîn hat girtin. Paver di 9’ê Mijdara 2022’yan de bi hinceta “beşdarî xwepêşandanên li dijî hikûmetê bûye” hatibû girtin û bi kefaleteke bilind bi awayê demkî hatibû berdan. Ji ber “nameya lêborîn û poşmaniyê” ya ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Rejîmê ve li ser wê ferz kiribû nenivîsand, Paver duh careke din hat girtin û nayê zanîn ku ew birine ku derê.

Yek ji van aktîvîstan jî Meryem Abbasî Nîko ye. Nîko dayika xwendekar Bîta Şafîî ye. Şafîî bi hinceta êrîşên kîmyewî yên li ser dibistanên zarokên keç ên li Îranê protesto kiribû hatibû binçavkirin û îşkence lê hatibû kirin. Duh danê sibehê hêzên Rejîmê bi ser mala dayika Bîta Şafîî Meryem Abbasî Nîko de girtin û ew binçav kirin. Piştre Nîko girtin û girtîgeha ku lê hatiye bicihkirin bi malbatê re nehat parvekirin.

Di 30’ê Mijdara 2022’yan de, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, cara yekem bi gaza jehrî êrîşî dibistanên zarokên keç hatin kirin. Êrîş heta serê hezîrana 2023’yan berdewam kir. Di êrîşan de bi sedan keç bi jehrê ketin, li gorî daneyên fermî herî kêm 4 zarok mirin. Di dema ku girseyên gel li dijî êrîşên kîmyewî yên li Îranê protesto dikirin, gelek xwendekar û dê û bav beşdarî van çalakiyan bûn.