26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwîtiya tûtinê û dîroka wê

Dema em dibêjin tûtin, tûtina Xursê, tûtina Licê, tûtina Semsûrê, tûtina Şemzînanê û tûtina Bedlîsê tê bîra me kurdan. Kesên cixareyê dipêçin û dikişînin, baş ji tam û bêhna tûtinê fam dikin ku tûtina kîjan bajarî ye. Tiryakên tûtinê bi ruh û kezeba wê zanin ku ya kîjan newal û geliyî ye. Ji tûtina Xursê bigire heta ya Mûşê, ji ya Semsûrê bigire heta ya Meletiyê, Semsûr, Bedlîs, Şemzînanê ji her celeb tûtinê fêhm dikin. Kurd herî zêde cixareyê dipêçin û cixareyên pêçayî dikişînin. Heta 10 sal berê di bêrîka her kurdên cixarekêş de qutiya tûtinê û hestê wî yê benzînê hebû. Lê hikûmet ji bo rê li pêş vê yekê bigire û bêtir cixareyên TEKEL’ê bifiroşe û pere biçin ji sermayeya dewletê re rê li pêş firotina tûtinê digire.
Îro li tevahiya cîhanê 1.1 milyar kes tûtinê dikişînin û tiryak in. Heta niha kesên ji ber cixareyê mirine 7.7 milyon in. Li gel vê rastiyê hejmara kesên tûtinê dikişînin zêde dibe. Dîsa li gel vê rastiyê temenê kesên tûtinê dikişînin her ku diçe biçûk dibe. Dema em li dîrok û çîroka tûtinê dinêrin, em dibînin ku kişandina tûtinê hezar û 500 sal in didome.
Niştecihê parzemina Amerîkayê ango çermsoran tûtin ne ji bo kêfê ji bo ayîn û îbadetan de ji aliyê şamanên bi tecrûbe dihat kişandin. Lê piştî ewropayî çûn Amerîkayê keşif kirin û tûtin dîtin, vê carê tûtin ji armanca wê derxistin û ji bo kêfê kişandin. Piştî ku ewropayî fêrî tûtinê bûn, dest bi mêtîngeriya başûrê Amerikayê kirin. Amerîkayiyan koleyên reşik anîn li Amerîkayê bi cih kirin û dest bi çandiniya tûtinê kirin.

Li gorî çavkaniyan tûtin di salên 1490/1500’î de amerîkayiyan bi rêyên keştiyên îspanyoliyan anîn Îspanyayê û ji wir anîn Ewropayê. Piştî tûtin li Ewropayê belav bû, vê carê bazirganên Venedîkî di salên 1600’î de di serdema Osmanî de anîn axa Anatolyayê. Ji vir jî derbasî Asyayê bûye. Cara yekemîn li San Salvadorê tûtin hatiye şewitandin û kişandin.
Pelên tûtinê ji aliyê çermsoran ve pîroz hatiye dîtin û pelê wê di rojên şahî û bernameyan de hatiye pêxistin. Di serdema Maya û Aztekan de jî keşeyan di îbadetên baweriyê de agir bi tûtinê xistine û şewitandine. Piştî demekê pelê tûtinê wekî derman danîne ser birînan û derman kirine.

Tûtin bû berhema bazirganiyê

Li Misir û Mezopotamyayê jî agir bi pelê tûtinê xistine û ji dûxana wê sûd girtine. Tûtina ku heta salên 1600’î di ayîn û îbadetên baweriyê de dihat pêxistin, piştî sedsala 16’an vê carê li welatên Ewropayê kirin amûra bazirganiyê û li welatên Hindistan, Çîn û welatên Rojhilat belav kirin.

Di salên 1600’î de cara yekemîn tûtin bi keştiyên îngîlîz, îtalyanî û îspanyoliyan anîn Stenbolê û li Tirkiyeyê belav kirin.
Li welatên cîhanê heta sala 2002’an herî zêde li Çînê û piştre li welatên Amerîka, Hindistan, Rûsya, Almanya, Endonezya, Japonya û Tirkiyeyê tûtin hatiye çandin.
Li Tirkiye û cîhanê her ku diçe kesên cixareyê dikişînin zêde dibin. Li gel ku yên cixareyê dikişînin dizanin cixare zerarê dide tendirustî û aboriya wan, dîsa jî dikişînin.
Li gorî daneyên Kovara Tibê ya Navdewletî ya Lancet, li cîhanê hejmara kesên cixareyê dikişînin 1,1 milyar e. Li gorî lêkolînê di nava 10 welatan de Tirkiye jî heye. Lêkolînên hatine kirin destnîşan dikin ku kesên ji ber cixareyê mirine 7,7 milyon in. Ji her 5 zilamên ku dimirin 1 ji wan ji ber cixareyê dimirin.

Li gorî rapora Kovara Lancet ji sedî 89 kesên ku cixareyê dikişînin heta 25 saliya xwe bûne tiryak. Li hemû welatên cîhanê her ku diçe temenê kesên cixareyê dikişîne biçûk dibe.
Tûtin niha li gelek bajarên Tirkiyeyê tê çandin û bazirganiya wê tê kirin. Herî zêde li herêma Ege, Marmara, Deryaya Reş û Kurdistanê tê çandin.
Li Herêma Egeyê herî zêde li der û dorê Çemê Gedîz, Bakirçay û Menderesê tûtin tê çandin. Li Herêma Deryaya Reş jî tûtin herî zêde li Samsûn, Beriya Bafra, Alaçam, Ladik û Vezîrkopruyê tê çandin. Li Herêma Marmarayê jî herî zêde li Başûrê Marmarayê tê çandin. Li bajarên Balikesîr û Bûrsayê zêde tê çandin. Li Kurdistanê jî herî zêde li Şemzînanê ya Colemêrgê, Hîzana Bedlîsê, Mûş, Licêya Amedê, Çêlikan a Semsûrê, herêma Xursê ya Mêrdînê, Meletî û Sêrtê tê çandin.
Li Tirkiyeyê ji ber kotayê datînin ser çandiniyê, sal bi sal cotkarên tûtinê kêm dibin. Di salên 1980’î de li Tirkiyeyê 600 hezar malbatan debara xwe bi tûtinê dikir. Lê piştî di sala 2001’ê de xala 4733’an a kota xistin meriyetê, hejmara cotkarên tûtinê ji 477 hezar û 829 kesan daket 333 hezar û 761 kesan.
Vê zagonê herî zêde bandor li ser hilberîner û cotkarên tûtinê yên Kurdistanê kir.

Li Tirkiyeyê hilberîna tûtinê

Tûtin di navbera mehên gulan û cotmehê de tê çandin û komkirin. Ji hewa germ hez dike. Di mehên gulan, hezîran, tîrmeh û tebaxê de bejna wî bilind dibe. Di meha îlon û cotmehê de jî tav digire. Tûtin herî kêm ji germahiya 13-15 pileyan û herî zêde ji 35-38 pileyên germahiyê hez dike. Li bajarên navborî zêde germ û sar çênabe. Li gel ku erdnîgariya gelek bajarên Tirkiyeyê ji çandiniyê re guncav e jî piştî hikûmeta AKP’ê êdî rê li pêş çandiniyê hat girtin.
Piştî zagona kotayê danîn pêş tûtinê li Tirkiyeyê sal bi sal hilberîna tûtinê kêm bû û îthala tûtinê zêde bû. Di sala 2006’an de hilberîna tûtinê li Tirkiyeyê 39 hezar ton bû. 72 hezar ton îthal kirin. Hilberîn sal bi sal kêm bû, îthal jî sal bi sal zêde bû. Di 2017’an de hilberîn daket 13 hezar tonî, îthalat jî derket 96 hezaran. Ev jî nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê rê li pêş hilberînê girt û rêya îthalê li tûtinê vekir. Bi vê yekê Tirkiye zêde bi welatên derve ve hat girêdan.

Astengiyên li pêş firotina tûtinê

Wezareta Çandinî û Daristanê, di 1’ê tîrmeha 2021’ê de ji bo tûtinfiroşan qanûneke nû derxist. Li gorî vê qanûnê kesên ku “belgeya karbidestiyê” ji Wezareta Çandinî û Daristanê negirin, nikaribin tûtinê bifiroşin. Kesên bêyî “belgeya karbidestiyê” bazirganiyê bikin, dê ji 3 salan heya 6 salan ceza li wan bê birîn. Piştî vê zagonê li Semsûr, Meletî, Amedê bi hezaran cotkarên tûtinê kom bûn û çalakî li dar xistibûn û bertekên xwe anîbûn ziman. Lê hikûmetê di guhertina zagonan de gav paşve neavêt.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê