27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşenbiran xwest PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ derxin

Siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî di nav de 29 kesên navdar, ‘Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî’ ava kirin. Xwediyê Xelata Nobelê Elfriede Jelinek, Fîlozof Slavoj Zizek, Pisporê Hiqûqa Navneteweyî Prof. Norman Paech, Sekreterê Giştî yê EUTCC’ê Prof. Michael M. Gunter, ji damezrînerên Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas jî tevlî Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî bûn. Însiyatîfê ji bo PKK ji nava lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bê derxistin dest bi kampanyayekê kir. Însiyatîfê ragihand ku li gorî pêvajoya heyî û rastiyên li ber çavan, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin û got: “Ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan em bang li Konseya Yekîtiya Ewropayê dikin ku PKK’ê ji Lîsteya Rêxistinên Terorê derxîne.”

Înîsiyatifê anî ziman ku çareseriya aştiyane û siyasî ya pirsgirêka kurd şertê destpêkê yê pêkhatina demokrasî û aramiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn e û wiha cih da daxuyaniye: “Her şer rojekê bi çareseriya siyasî bi dawî dibe. Ev rastî ji bo şerê ku dewleta tirk li dijî kurdan dike jî derbas dibe. Çareseriya aştiyane û siyasî jî bi diyalogê û danûstandinan dibe. Pêvajoyeke gengaz a diyalogê û danûstandinan divê PKK (Partiya Karkerên Kurdistanê) jî di nav de bi beşdariya hemû aliyan pêk were. Lê belê bicihkirina PKK”ê li lîsteya rêxistinên terorê bi tena serê xwe li pêşiya diyalog û danûstandinan asteng e. Pêvajoya heyî û rastiya objektîf ferz dike ku PKK ji lîsteyê bê derxistin. Ji bo vê jî gelek pratîk û hincetên hiqûqî hene.”

Înîsiyatîfê bal kişand ser rola PKK’ê ya li Rojhilata Navîn û wiha li daxuyaniyê zêde kir: “Tevî vê yekê di mijara bicihkirina PKK’ê li lîsteyê de rewşa nû ya PKK’ê ya li Rojhilata Navîn li ber çavan nehatiye girtin. Di vê mijarê de ne pêvajoya aştî û danûstandinan a navbera PKK/kurdan û hikumeta tirk a navbera salên 2013-2015’an, ne jî rola nû ya PKK’ê ya di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de ya li Rojhilata Navîn li ber çavan hatiye girtin. DAÎŞ’ê di havîna 2014’an de beşeke mezin a axa Iraq û Sûriyeyê dagir kiribû; di dema vê dagirkeriyê de dewleta tirk bi rengekî eşkere piştgirî dabû DAÎŞ’ê û ji bo DAÎŞ êrişê bibe ser kurdên li Rojava bi her awayî alîkarî dabû. Lê gerîlayên PKK’ê di têkbirina artêşa Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê de bi roleke diyarker rabûn û DAÎŞ hate têkbirin.

Têkoşîna PKK’ê ya li dijî DAÎŞ’ê pêşî li vê tevgera li dijî mirovahiyê girt ku li Iraq û Sûriyeyê mezin nebe. PKK’ê di şerê dijî DAÎŞ’ê de tevî herêmên Mexmûr, Şengal û Kerkûkê yên li Iraqê, her wiha li Bakurê Sûriyeyê jî bajarên Kobanê, Reqai Girê Spî, Serêkaniyê, Minbic û Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.

Kesên ku mohra xwe li bin bangê danîn wiha ne:

Elfriede Jelinek – Nivîskar, Xwediyê Xelata Nobelê /Awûstûrya

Slavoj Zizek – Fîlozof/Slovenya

Janet Biehl – Nivîskar, Edîtor û hunermend/DYE

Selay Ghaffar – Parêzvana Mafên Jinan û Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efganistanê

Miguel Urbán Crespo – Parlamenterê Parlamenta Ewropayê/Spanya

Srecko Horvat – Fîlozof/Hirvatîstan

David R. K. Adler – Dîrektorê Giştî yê Progressive Internasyonal

Roberto Rampi – Senator û Parlamenterê Konseya Ewropayê/Îtalya

Paolo Ferrero –  Wezîrê berê û Alîkarê Serokê Partiya Çep a Ewropayê/Îtalya

Gorka Elejabarrieta Díaz, Senatorê Spanî û Berdevkê Têkiliyên navneteweyî yê Partiya Baskê EH Bildu

Prof. Norman Paech – Pisporê Hiqûqa Navneteweyî

Prof. Kariane Westrheim – Seroka Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) /Norwêc

Nils Andersson – Nivîskar û Edîtor/Fransa

Joel Dutto – Endamê Koordînasyona Piştevaniya Kurdistanê/Fransa

Nora Cortinas – Endama Damezrîner a Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo/Arjantin

Prof. Achin Vanaik – Aktîvîstê Aştiyê û Profesorê Teqawîtbûyî yê Zanîngeha JNU/Hindistan

Prof. Michael M. Gunter, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) /DYE

Berthold Fresenius – Hiqûqnas/Elmanya

Prof. Raúl Prada Alcoreza – Zanîngeha San Andres /Bolivya

Roland Denis – Wezîrê Plansaziyê yê Berê/Venezuela

Villo Sigurdsson –  Şaredarê Berê yê Kopenhagenê

Pernille Frahm – Parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê/Danimarka

Benny Gustavsson – Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê/Swêd

Erling Folkvord – Parlamenterê berê, Nivîskar/Norwêc

Pia Maria Roll – Şanoger û Dîrektor/Norwêc

Håkan Svenneling – Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep/Swêd

Dr. Jonas Staal – Hunermend û lêkolînerê propagandayê û Serokê Civîna Bilind a Cîhana Nû/Hollanda

Dr. Rolf Gössner – Hiqûqnas/Elmanya

Ludo de Brabander – Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Vrede