27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzedersên Kurmancî 11 – Daçek

Daçek, ango edat, ango prepositioin çi ne? Di kurmancî de karê daçekan temamkirina peyv û hevokan e. Ango ew riste û hevokên ku ji aliyê wateyê ve nîvco û lawaz in bi alîkariya daçekan tên temamkirin. Daçekên kurmancî di hevokan de wateya wekhevî, dijberî, sedem, cih û bergehan destnîşan dikin. Bi tena serê xwe tu wateyeke daçekan tune ye. Lê belê bêyî daçekan mirov nikare cih, bergeh û pozîsyona tiştan diyar bike. Daçekên kurmancî yên bingehîn ev in: li, bi, ji, di, bê Ji hêla peyvsaziyê ve daçekên kurmancî dibin du beş:

1. Daçekên xwerû

2. Daçekên nexwerû

Niha em hinekî behsa daçekên xwerû bikin. Daçekên xwerû ji hêmanekê tenê pêk tên. Ango tu qertaf û peyvên dîtir nagirin ser xwe. Daçekên xwerû ji pêşdaçek û paşdaçekan pêk tên.

Pêşdaçekên kurmancî yên xwerû ev in: li, bi, ji, di, bê.

Paşdaçekên kurmancî jî ev in: de/da, re/ra, ve/va.

Niha em balê bikişînin ser xaleke girîng: Ev paşdaçek dikarin bi her du awayan jî bên nivîsîn. Yanî kesek dikare ‘de’ jî binivîse, dikare ‘da’ jî binivîse her du awayan jî qebûl dike lê belê xêncî paşdaçeka ‘ve’yê awayê paşdaçekên ‘da’ û ‘ra’yê esas digire. Di nav kurdînivîsaran de jî her du awa tên bikaranîn û tên qebûlkirin. Ji daçekên xwerû yên bi pêşdaçek û paşdaçekan çêdibin re bazinedaçek an jî dordaçek tên gotin.

Bazinedaçekên kurmancî jî ev in: di…..de/da, di……re/ra, ji……de/da, ji……re/ra, bi……..re/ra, bi…….de/da, bi…….ve

De îja em ji bo daçekên xwe yek bi yek mînakan bidin da ku awayê bikaranîna wan bê fehmkirin:

Li: Cihê tiştan û bûyeran destnîşan dike. Her wiha daçeka ‘li’yê amûra tiştan jî destnîşan dike. Zarok li dibistanê ne. (pêşdaçeka ‘li’yê cih û warê di hevokê de destnîşan dike)

• Hevala min li gund dijî.

• Gel li meydanê kom bû.

Bi: Rol û rista vê daçekê pir e. Di hevokan de: dide nîşan ka karek bi çi hatiye kirin, alî û berê diyardeyan nîşan dide, bi hokerên cih û bergehê re tên bikaranîn û dikeve navbera hejmar û qalibên koman û çawaniya wan dide nîşan.

• Ez bi erebeyê çûm bajêr. (bi çi çûm bajêr, bi erebeyê. Yanî dide nîşan ka kar bi çi pêk hatiye)

• Ew bi ser avê ket. (bi ser çi, bi ser avê. Alî û berê bûyerê nîşan dide)

• Kew ref bi ref diçin. (kew çawa diçin, ref bi ref diçin.) Ji: Daçeka ‘ji’yê dema bi tena serê xwe tê bikaranîn, wateya jêcudabûnê dide hevokê.

• Berf ji deşta Amedê rabû.

• Mêvanên min ji Hezexê tên.

Di: Daçeka ‘di’yê daçekeke bingehîn a kurdî ye lê belê ew tu carî bi tena serê xwe nayê bikaranîn. Ew tim bi paşdaçekan re tê bikaranîn. Lê wekî mamoste Samî Tan jî destnîşan kiriye di hin biwêjên kurdî de ev daçek bi tena serê xwe hatiye bikaranîn û dibe ku paşdaçeka wê jî bi demê re jê ketibe. Ev daçek bi paşdaçekên wekî ‘de/da’ û ‘re/ra’ re tê bikaranîn.

• Kesên wekî wî di cihê xwe de nasekinin.

• Ez dê di vê nameyê da behsa wan jî bikim, bavo.

Bê: Ev daçek berovajî daçeka bingehîn a ‘bi’yê tevdigere. Ango daçeka ‘bê’yê ji hêla wateyê ve dijî daçeka ‘bi’yê ye. Wateya tunebûn, pêrenebûnê lê barkirî ye. Ev daçek ji peyva ‘bêyî’ hatiye kurtkirin.

• Ez çayê bê şekir vedixwim.

• Bê guman ev tiştên te gotî, rast in.

• Duhî ez bê pere çûbûm dikanê.

• Ez ê qewlê xwe bê gotin bînim cih.

• Çi bikim, bê bext im, şansê min tune ye!