26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêjing – Mîrkut

Li Kurdistanê jiyan her tim bi awayekî komînal, kolektîf û civakî herikiye. Bi hêza hest û fikirên hevpar ên civakî bi ahengên rîtmîk û muzîkal kar û xebatên xwe yên rojane bi kêfxweşiya jiyanê kirine. Wekî palehî, zibare, bêrîvanî, berxbirî, avakirina gundan, berhevkirina giya û pincar, dankutan û hwd. Dankutan kevneşopiyeke çandî ye. Dankutan di çanda kurdan de roleke mezin dileyîze û him ji hêla sosyolojîk, him jî ji hêla hunerî ve rîtueleke balkêş e. Di nav kurdan de dankutan piranî ji aliyê mêran ve tê kirin, lê jin jî carinan vî karî dikin. Di dankutanê de piştî komkirina genim gundî ji bo genim bikin dan, savar, danhûrik û hûrik li hev dicivin. Ev kar û xebata kolektîf li ser dangoh bi şêweyekî civakî tê kirin. Ji bo vî karê civakî sê peyvên sereke xwe didin der û bi ahengeke xweş, bedew, rîtmîk û muzîkal tên ser ziman. Mîrkut, dox û dangoh.. Her wiha zend û bend, jîn û jiyan, ked û xwêdan, dan û nan hêmanên bingehîn ên vî karî ne. Rojnameya Xwebûn bi awayeke azad xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomîne. Hûn jî li ser platforman dikarin Xwebûnê bişopînin. Bi piranî li gundan mêr û jin li derdora dangohê kom dibin. Di destên hemûyan de mîrkutek heye û bi awayekî dorveger, mîrkut li dangohê dixin. Mîrkut û dangoh genim di nava xwe de dihêrin. Her wiha genim bi vê çalakiya civakî re, bi hêza mîrkut û bi berxwedana dangoh dibe dan, savar, danhûrik û hûrik. Her yek ji wan hevokekê dibêje. Ji gotinên strana mîrkut ahengek çêdibe û stranek wiha ava dibe. Gundî di pêvajoya vê xebatê de strana mîrkut diavêjin ber hev û reng û dengekî bêhempa didin xebatê. Ji bo vê yekê gelek kes bi kêfxweşî û mîna şahiyekê li vê xebata dankutanê temaşe dikin û tev lê dibin. Lê li gorî agahiyên heyî stranên dankutanê li gorî herêmên Kurdistanê cur be cur in. A heyî û tê nasîn û ji aliyê gelek hunermend û koman ve hatiye gotin ev e, ango MÎRKUT e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê