26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rîwayet û rastî

Ji mehan heyva gulanê bû; berfa zozanan diheliya, avên çem û rûbaran boş bûbûn. Sibê zû rabû ser xwe, cotek nan û hinek pêxwarin kir nav paçekê û li çelteyê xwe dagirt. Paşê çelteyê xwe da milê xwe, babê xwe da pişta xwe û berê xwe da Kelha Gurkêlê.

Kelha Gurkêlê li herêma Botan, geliyê Goyan e. Kelhe di navbera sînorê başûr û bakurê Kurdistanê de ye. Di dîrokê de hemû kelhe bi şer û lehengiyan tên nasîn. Lê kelha Gurkêlê li herêma Botanê bi taybetmendiyek xwe ya din jî tê nasîn û bibîranîn. Ava Hêzil û çemê gundê Roboskê li jêrî Kelha Gurkêlê digihêjin hev. Ji serê kelhê heta digihêje avê tehtek bi qasî sêsed metreyan bilind heye. Hindurê vê tehta bilind wekî botekê ye. Bot navê amûrekê ye ku tê de alif didin pez. Hundirê daran tê qewartin, wekî amûra alifxwarina pez tê bikaranîn. Serê vê botê digihêje nava çem.

Li gorî riwayetekê bi sedsalan berê vî camêrê me li jorê behs kirî jî wekî dewama kevneşopiyekê babê xwe daye pişta xwe û berê xwe daye vê kelhê. Piştî kur û bab ji malê derdikevin, kenek li bab peyda dibe. Dike nake nikare kenê xwe rawestîne. Kurê wî yê di xwihdanê de mayî, westiyayî û ji westanê nikare henase bigire ji kenê babê xwe matmayî dimîne. Piştî meşa bi saetan şûn de, êdî hew xwe digire û ji babê xwe dipirse, “babo, tu çima ewqas dikenî? Tu dizanî em ji hev qut dibin, ji ber rêzdariya xwe bi saetane min ji te nepirsî. Lê êdî bese, ka sedema kenê xwe ji min re bêje.”

Kemek maye wê bigihêjin kelhê û ber bi nîvro ye. Zilamê kal keserek kûr dikişîne û ji kurê xwe re dibêje, “ez bi xwe û te dikenim kurê min. Heta niha ti mirovî nekariye ji pîrbûn û kalbûnê bireve. Min jî wekî te beriya bi salan babê xwe da pişta xwe û anî heman cihî. Îro te ez dame pişta xwe, ev bi saetan e tu min hildigirî û dibî Kelha Gurkêlê. Dema ez ciwan bûm min ev nezanî, lê niha ez bi halê xwe û te dikenim. Ji bîr neke, wê sibe kurê te jî te bide pişta xwe, paşê neviyên te kurê te bidin pişta xwe û bînin. Wê bi vî awayî Kelha Gurkêlê hêj bibe cihê gelek serpêhatiyên wekî ya min û te.” .

Li gorî riwayetê hinek qebîleyên herêmê kal û pîrên xwe dibirin û di tehta Kelha Gurkêlê de, di wî cihê wekî botê de diavêtin xwar. Ji bo av wan li ber xwe bibe, piranî heyvên ku av boş, an ku biharê dibirin. Piştî vê serpêhatiyê û şûn de, zilamê ku babê xwe ji bo avêtinê birî, babê xwe paş ve vegerandiye û piştî wê êdî dawî li wê kevneşopiyê hatiye.

Bêguman ev rîwayetek e. Ez di wê baweriyê de me ku rastî tam berevajî vê riwayetê ye. Di serdemên berê de awayên vegotinan mîtolojî ne. Dibe ku ev çîroka seyr li ser nirx û bihaya ezmûna kal û pîran hatibe gotin. Ji bo biçûk bikarin rêza mezinên xwe bigirin, ev çîroka seyr wekî amûra vegotinê hatiye hilbijartin. Ji xwe exlaq û dada civakî ne nivîskî, bi devkî ne û her bûyerek dibe bingeha dayîna rûniştkandina pîvanek exlaqî. Di hemû civakên xwezayî de nirxa ezmûnan bilind e. Bîra civakî bi riya mirovên pîr û kal tê veguhastin û ji ber vê yekê mirovên pîr û kal di civaka me de xwedî nirx û rêzdayîneke mezin in. Tevî pêşketina kapîtalîzmê û gihiştina şêweyê jiyana wê ya hemû deverên cîhanê, di civaka me de pîr û kal di nav avahiya çandî de xwedî gotin in. Di civaka me de bi siyaneta ji mezinan re tê dayîn, biesilbûn û exlaqbûna mirovan tê pîvan û siyaneta ji mezinan re hêj jî cihê pesindariyê ye. Ji xwe dema em li neyîna aramxaneyan an ku di xwe de malên huzurê yên li Kurdistanê binêrin, wê bê dîtin ku tevî hemû êriş û hewldanên tinekirina çanda me, çanda me ya civakî hêj serwer e.

Rastî ev e ku wê rojek bê û em hemû li rastî qonaxa pîr û kalbûnê bên. Ev di jiyê mirovan de qonaxek xwezayî ye û li pêşiya me hemûyan e ger em zûtir nemirin. Ji ber pîrbûn piranî wekî kombûna ziyanê ya di organ, raçînk û şanikên laşê me tê pênasekirin. Di encama van de erzing biçûk dibe, rah diqermiçin, çerm sist dibe, hestî nazik dibin, kirkirk zirav dibin û gihik diwerimin; damar dixetimin û hişk dibin, por spî dibe, windabûna dîtinê çêdibe û hiş û bîr lewaz dibe. Lê yek ji van jî nirx û bihaya mafê bi rûmet jiyankirinê ji dest me nagire û divê negire.

Em van rojan jî qonaxek nazik dijîn û vîrusa koronayê cihan daye ber xwe. Ev vîrus herî zêde bandorê li kal û pîran dike. Nêzîkatiya me ya ji kal û pîrên me re çawa be, wê ev nêzîkatiya nifşên nû ya ji me re diyar bike. Ya rast ti vîrus bi qasî nezanînê zerer û ziyanê nade civakan. Em çiqas di zanebûna çand û pîvanên civaka xwe yên exlaqî de bin, piştgirî û alîkariya hev bikin û van nirxên çanda xwe ya civakî biparêzin, wê civaka me ewqas tendirust bimîne. Bi vê wateyê çîroka jor xwedî wateyeke mezin e. Dibe ku ji bo zarokan çîrok be, lê di rastiyê de ji bo mezinan wane û dîrok e. Bi hêviya em pîr û kalên xwe, bîra civaka xwe biparêzin, nirx û rûmeta wan biçûk nexin, rojên şad û tendurist hêvî dikim ji bo hemû mirovên nirx û rûmeta mirovbûnê diparêzin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê