6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Riyad Derar: Çareseriya krîza Sûriyeyê bi lihevkirina muxalefetê pêkan e

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar diyar kir ku belgeya bê ya ku tê payîn bi Heyet El Tensîq El Wetaniye re li ser li hev bikin, dê doza Kurd û nêrîneke hevbeş têkildarî têgeha nenavendîbûnê bigire dest

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Heyet El Tensîq El Wetaniye ya Hêzên Guhartina Demokratîk  di 24′ê Hezîranê de belgeyeke rêkeftinê îmze kir. Belge ji 5 rêgezan pêk tê û tê de nêrîna her du aliyan ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê heye.

Çend roj piştî wê hevseroka MSD`ê Emîne Omer ji rojnamevanan re axivî û da zanîn ku ew ê belgeyeke berfirehtir ragihînin.

Hevserokê MSD′ê Riyad Derar têkildarî mijarê ji ajansa ANHA’yê re axivî. Derar got: “Heyet El Tensîq El Wetaniye formeke yekemîn der barê xalên ku li ser difirkire pêşkêş kir, dê MSD′ê jî belgeyek nû ku wê formê temam dike pêşkêş bike. Bi wê yekê dê nêrînên her du aliyan di belgeyekê de bigihînin hev, li ser bê îmzekirin û bê ragihandin.”

Têkildarî xalên ku belgeya bê de werin destgirtin, Derar got: “Ruxmî ku birêz Hesen Ebdulezîm di civîna çapemeniyê de daxuyandibû ku doza Kurd di bingeha belgeyên Heyet El Tensîq de ye, em jî di vê mijarê de hemfikr in, lê belgeya yekemîn ya ku derketiye doza Kurd bi awayekî zelal negirtibû dest.”

Derar wiha axaftina xwe dewam kir: “Di belgeya yekemîn de îşaret bi têgeha nenavendîbûyînê hate kirin, lê nehatibû şîrovekirin. Ji ber ku nakokî li ser nêrîna têkildarî têgeha nenavendîbûyînê hene, lewma ji me her du aliyan lêkolîn û lêveger tê xwestin, da ku em forma nû bi rengekî ku xizmetê ji nêrîna têkildarî siberoja Sûriyeyê -Sûriyeya nenavendî, pirreng û demokratîk-re saz bikin.  Forma nenavendîbûnê ku em behsê dikin di çarçoveya xwe de gelek têgehan dihewîne. Gelek caran Heyet El Tensîq behsa nenavendîbûna rêveberiyê dike. Di vir de pêwîstiya me bi nêzîkatiyan heye.”

Li gorî Derar, xala sêyemîn ku tê payîn bi rengekî berfireh di belgeya bê de were nîqaşkirin mijara artêşa Sûriyeyê û tevkirina QSD`ê di nava artêşê de ye. Derar di wê derbarê de got: “Me di belgeya berê de ya bi Heyet El Tensîq re ev xal diyar kiribû. Di lihevkirinên bê de jî dikare ji nû ve bê formelîzekirin.”

Derar, demek ji bo ragihandina vê belgeyê diyar nekir û anî ziman ku ew li benda hin refleksan in û got: “Hin reflkes hene, em li bendê ne, em pêşbîn jî dikin. Em ê ji wan sûd werbigirin.”

Derar derbarê mekanîzmayên pêkanîna belgeya rêkeftinê de jî destnîşan kir ku ew ê hêzên siyasî jî beşdarê bikin, belgeyê di nava aliyan de belav bikin, made û bendên belgeyê jî bixin rojeva diyalogên berfireh ji bo lihevkirineke nîştimanî ya giştî.

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar anî ziman ku lihevkirina wan bi Heyet El Tensîq re dibe ku di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de rol bilîze û got: “Lihevkirina muxalefeta Sûriyeyê li ser nêrîneke hevbeş dikare li hember rejîmê bisekine. Ji ber ku rejîm dê li pêşiya xwe hêzeke muxaleftê ya xwedî bandor bibîne.”