26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûniştina 5’emîn a doza Kobanê didome

Rûniştina 5’emîn a doza Kobanê didome. 108 siyasetmedarên ku Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê û rêveberên niha, têne darizandin. Siyasetmedar bi hinceta protestoyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê tên darizandin. Rûniştina dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Gelek parêzer û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê anîn eywana danişînê û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bûn. Siyasetmedarên ne girtî jî li ewyana danişînê amade bûn. Serokê dadgehê bi sedema rapor girtiye beşdarî dozê nebû. Şandeyek demkî danişîn bi rêve bir. Serokê dadgehê der barê ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin agahî da û dosyeyên Gultan Kişanak û Sabahat Tuncel xwend. Di danişînên berê de derbarê aktîvîsta jin Aynûr Aşan de biryara girtinê hatibû dayîn û hat zanîn ku Aynur di çarçoveya dosyeyê de hatiye girtin. Bi girtina Aynur re hejmara yên girtî tên darizandin derket 21 kesan. Aynur ji girtîgeha lê girtî ye bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû bi kurdî axivî û diyar kir ku îdianame negihîştiye ber destê wê û ji bo parastinê dema zêde xwest. Pişt re derbarê esasê de ji siyasetmedarên girtî parastin hat xwestin.

Endama MYK’a HDP’ê ya berê Meryem Adibellî bi kurdî axivî. Meryem diyar kir ku ji bo ew parastina xwe bike amade ye û got: “Ji ber ku serokê dadgehê nîne ez ê vê hefteyê jî parastina xwe nekim.”

Danişîna dozê bi parastinê didome.