26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ocalan ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn bang dike’

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Newrozê ya Agiriyê mîtînga “Banga Demokrasiyê” li dar xist. Girseyek mezin beşdarî mîtîngê bû. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan beşdarî mîtîngê bûn û axivîn. Ozturk û Buldan li Balafirgeha Agiriyê bi def û zurneyan hatin pêşwazîkirin. Hevserok bi karwanekî mezin ketin rê û hatin qada mîtîngê. Destpêkê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku sîstema li Tirkiyeyê li ser xerabiyê hatiye avakirin û wiha got: “Ermenî, Suryanî û netewên din ên li ser van axê dijîn hatin qetilkirin. Çiqas êrişî me kirin jî, em sax man. Dema ku asê dimînin tim ji me re dibêjin ‘bira’, lê dema ku hewcedariya wan bi me namîne vê biratiyê ji bîra dikin.

Ozturk: Ocalan ji bo hemû gelê bindest bang dike

Ozturk bibîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her tim banga çareseriya pirsgirêka kurd kiriye û wiha got: “Birêz Ocalan ne tenê ji bo kurdan, ji bo Rojhilata Navîn û hemû mafên bindestan bang dike. Gelê me ji bo daxwazên hatine ziman bedelên mezin dan. Em gelê kurd jiyaneke bi rûmet û azad dixwazin. Heta ku aştiyek bi rûmet neyê vî welatî bila kes qala azadiyê neke. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji sala 1993’an û vir ve her tim destê xwe ji bo aştiyê dirêj kiriye. Ocalan digot, ‘Bêyî çareserkirina pirsgirêka kurd pirsgirêk çareser nabe’. Lê ev yek nehat hesabê wan.”

Piştî Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û wiha got: “Me deklerasyonek, helwestek weşand û bersivek baş girt. Ji gelek derdoran daxuyanî hatin ku ev belge nexşerêya Tirkiyeyê ye. Ev belge belgeyek e ku wê pêşî li hemû qeyran û kaosên li Tirkiyeyê bigire. Banga me ji her kesê ku xwe wekî mirov, ji hemî muxalîfên xwedî wijdan, pêşengên raya giştî, rêxistinên sivîl, tevgerên jinan, ciwan û hemî beşên civakê re ye: Werin em bi hev re, mil bidin milê hev û li ber xwe bidin. Hewcedariya Tirkiyeyê bi demokrasî, aştî û azadiyê heye.”

Mîtîng bi guhdariya stranan bi dawî bû.