27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya bi dijwarî êrişê Idlibê dike

Di van demên dawî de êrîşên Rûsyayê yên li ser Idlibê zêde bûne. Li gorî çavkaniyên Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê roja çarşemê dîsa balafirên Rûsyayê êrişê Çiyayê El Zawiyê yê gundewarên Idlibê kir, her wiha bajarokê Kinsfira û derdora wê 4 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin. Li gorî heman çavkaniyan ji destpêkê vê mehê ve hejmara êrişên balafirên Rûsyayê li ser herêmê (Erdogan-Putin) gihaye 167 êrişan. Ji van êrişan 122 êriş li ser parêzgeha Idlibê, 25 êriş li Lazqiyeyê, 2 êriş li gundewarên Hemayê û 18 êriş li hin deverên Helebê pêk hatine.

Balkêş e ku ev êrişên Rûsyayê yên dema dawî di nava bêdengiya hikûmeta tirk de pêk tên. Wiha xuya dike ku êdî xitimînek li wir jî, di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de çêbûye.

Ji aliyekî din ve Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Qasim Miqdad da xuyakirin ku hebûna artêşa tirk li ser axa Sûriyeyê tê wateya dagirkirinê. Miqdad der barê êrişên li ser Idlibê de jî got ku sedema êrişên li ser Idlibê dewleta tirk û piştgiriya wê ya bi komên çete û terorîst re ye.

Miqdad wiha berdewam kir û got: “Divê demildest artêşa tirk xwe ji axa Sûriyeyê vekişîne û divê civaka navnetewî alîkariya Sûriyeyê bike ku hemû axa xwe ya dagirkirî rizgar bike.”