26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya KNK bi partiyên Başûr re civiya

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca dabînkirina yekitiya niştîmanî û neteweyî serdanên xwe yên li başûrê Kurdistanê didomîne. Şandeya KNK’ê serdana Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir. Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, Zeyneb Mistefa, Raman Mecîd û Bêkes Qadir di şandeyê de cih  digirtin.

Şandeyê bi komên Tevgera Goran, Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê, Yekgirtû, Komel û Nifşê Nû re hevdîtin kir û civiya.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ji ajansa Rojnewsê re diyar kir ku ew der heqê êrîşên dewleta tirk ên li hemberî axa başûrê Kurdistanê axivîne.

Murad diyar kir ku ji bo li dijî dagirkeriyê rola xwe pêk bîne parlamento dê di nav xwe de li ser êrîşan bicive û wiha berdewam kir: “Hinek alî tenê dixwazin mijara darbirînê têxin rojevê, lê divê bê zanîn darbirîn û şewitandina xwezaya Kurdistanê encamên dagirkeriyê ne.”

Murad di dawiyê de wiha got: “Pêwîst e li dijî êrîşên dewleta tirk helwestek aşkera derkeve holê û parlamento bikaribe di asta navnetweyî de li dijî êrîşan rola xwe bi cih bîne.”