spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Tirkiyeyê ji bo çi serdana Bexda û Hewlêrê kir?

Navenda Nûçeyan

Di 18’ê çileyê de wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar bi şandeyekê re pêşî serdana Bexdayê kir û pişt re jî berê xwe da Hewlerê. Akar li Bexdayê bi Serokwezir Mistefa Kazimî û Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re civiya; li Hewlerê jî ji aliyê Wezirê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin. Wezîrê parastina Tirkiyeyê li başûrê Kurdistinê pêşî li gel Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) Mesûd Barzanî û pişt re jî bi Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Wek tê zanîn ku ev demeke dirêj e rêhevaltiya rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ya bi Tirkiyeyê re li dijî deskeftiyên kurdan her diçe sexlemtir dibe. Ev demeke rojane balafirên şer ên Tirkiyeyê bi alîkariya PDK’ê axa Başûr bombebaran dike û serweriya axa Iraqê binpê dike. Ya din jî Tirkiye 40 kîlometre kûrehî ketiye nava axa Başûr û bi dehan navendên leşkerî û yên sîxuriyê ava kiriye. Hevdîtina şandeya Tirkiyeyê ya bi Bexda û Hewlêrê re ji bilî tunekirina destkeftiyên kurdan nayê tu wateyê.

Der barê şandeya Tirkiyeyê û hevdîtina heyetê ya bi Bexda û Hewlêrê siyasetmedarên kurd ên Başûr Arêz Ebddullah, Pişder Babekir û Adil Osman axivîn. Li gorî çavdêran, serdana şandeya Tirkiyeyê peywendiya wê bi polîtîkayên dagirkirinê û ji bo qonexekî nû ya li diji gelê kurd ava bikin re heye û hat gotin ku Tirkiye dixwaze li dijî gelê kurd amadekirina êrîşên berfirehtir bike û ji bo vê yekê jî piştgiriya Iraq û başûrê Kurdistanê bi dest bixe.

‘Piştgiriya Iraqê jî dixwaze’

Siysetmedar Arêz Ebdullah da zanîn ku armanca serdana şandeyê berfirehkirina êrîşên Tirkiyeyê û wiha got: “Tirkiye xwe amade dike ku bi hatina biharê re êrîşên xwe yên li ser PKK’ê zêde bike. Ji bo vê mebestê jî dixwaze piştgiriya Iraqê bi dest bîne. Ev serdan jî di vê çarçoveyê de bû ku vê siyaseta xwe berdewam bike û dagirkeriya xwe berfireh bike.”

‘Dixwazin kurdan înkar bikin’

Der bare heman mijarê de çavdêrê siyasî Pişder Babekir diyar ki ku Tirkiye dixwaze li dijî gelê kurd  qonaxek nû bide destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê armancê jî dixwaze alîkarî û piştgiriya Iraqê bi dest bixe û Başûr jî tev li vî şerî bike. Lê her du hikûmet di rewşek xerab de ne û hêza wan nîne bi pratîkî xwesteka Tirkiyeyê bi cih bînin. Tenê di warê medya û îstîxbaratî de alîkariyê bidin Tirkiyeyê. Şandeya Tirkiyeyê bi temamî leşkerî ye. Ev jî ji me re dibêje ku serdena sereke ya hatina vê şandeyê rasterast peywendî bi êrîşa PKK’ê û doza kurd a li rojava, başûr û bakurê Kurdistanê ve heye. Ji aliyê Tirkiyeyê ve dagirkerî, bombebaran û topbarana Kurdistanê û ji aliyê din ve hatina şandeya Tirkiyeyê ya leşkerî diyarkirina vê yekê ye ku dixwaze bi heman siyaset û aqilê berê pirsgirêka Tirkiyeyê bi leşkerî çareser bikin û kurdan înkar bikin.”

‘Aqilsivikî ye’

Her wiha siyasetmedar Adil Osman serdena şandeyê wek ‘peyamek xerab’ pênase kir û wiha got: “Hatina şandeya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê û peyama Kazimî ya ji bo bikarneanîna sînorê Iraqê ji bo êrîşên li ser Tirkiyeyê, peyamek xerab e û li hemberî Tevgera Azadiya Kurd aqilsivikî ye. Pêwîst e li şûna peyama şer, peyama aştî û çareserkirinê pirsgirêkan bidan.”