30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Grev dikeve meha sêyemîn

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan, di meha duyemîn de ye û bi israr berdewam dike.

Li kampa Mexmûrê ya girêdayî Herêma Federal a Kurdistanê jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengiya jinan di 18’ê kanûnê de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di hefteya 5’emîn de ye.

Welatiyên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di hefteya 3’yemîn de ye.

Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rêzana Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ji raya giştî hat xwestin ku guh bidin daxwazên girtiyan.

Li gelek bajaran çalakî

Navendên HDP’ê yên Mêrdîn, Şirnex, Riha, Enqere û Îzmîrê bi armanca piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re çalakî li dar xistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, rêveberên rêxistinên bajêr û navçeyan û Dayikên Aştiyê tev li çalakiya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat lidarxistin bûn. Di çalakiyê de, pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, ji tecrîdê re êdî bese” hat vekirin.

HDP’a navçeya Sîlopî ya Şirnexê, der barê çalakiya greva birçîbûnê de li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP’a Sîlopyayê Kadîr axivî û got ku îro xwedîderketina li girtîgehan berpirsiyariyeke exlaqî û wijdanî ye. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr got ku divê hikûmet guh bide daxwazên girtiyan.

Bavê girtî Veysî Mîran Işik ê ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, di çalakiya grevê de ye, Ramazan Işik diyar kir ku daxwazên girtiyan hiqûqî ne û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin.

Li Girtîgeha Turkoglû ya Gurgumê ya Hejmar 1 a Tîpa L’yê girtî Baran Gul telefonî malbata xwe kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Gul ragihand ku gardiyanan avêtiye ser qawişên girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û êrîş birine ser hevalên wan.

Daxwazan qebûl bikin

Koordînasoyna Şopandina Greva Birçîbûnê ya ji aliyê ÎHD, TTB, OHD, TÎHV û ÇHD’ê ve hatiye avakirin, bi armanca rakirina tecrîda li Îmraliyê ya ku girtiyên siyasî ji bo bidawîkirina wê ketine greva birçîbûnê, bi dawî bibe li Enqereyê daxuyanî dan û bang li wezîrê dadê kirin ku gavên şênber bên avêtin û tecrîd bi dawî bibe.

Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî grevan li meclisê daxuyanî da û wiha got: “Pergala Îmraliyê di tu pergalên hiqûqî de tune ye. Tecrîd îşkenceya herî giran e. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku bibin dengê girtiyan.”