26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şengalî dê serî netewînin

PDK’yê bi hêzên çekdarî di 2’yê cotmehê de xwest derbasî Şengalê bibe û hêza xwe ya leşkerî lê bi cih bike. Lê gelê Şengalê ji bo xwedî li çand, dîn û rûmeta xwe derkeve daketin kolanan. Gelê Şengalê ji ber nêzîkatiya PDK’yê ya 3’yê tebaxa 2014’an, nehişt ev hêz derbasî axa wan bibe. Dayik, ciwan û tevahiya gel, Şengal li dijî dagirkeriya PDK’yê parast û ew neçar kirin ku paş ve gav biavêjin. Lê roja din PDK’yê careke din xwest vê provokasyonê bibe serî. Şûbeya 17’an navenda îşkence û qetilkirina keç û xortên êzidiyan e. Lê civaka êzidî bi îrade û nêrînên azad tevdigere û ne mimkûn e careke din koletiyê qebûl bike. Civaka êzidî bi biryar û helwest e ku her êrîşeke li ser Şengalê pêk bê dê xwe biparêzin û wekî her gelekî azad mafê xwe yê parastina rewa pêş bixin. Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê gelek caran bang li civaka êzidî, Kurdistanê û tevahiya cîhanê kir ku xwedî li Şengalê derkevin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Qamişloyê bi armanca êrîşên li dijî Şengalê şermezar bike daxuyanî da. Endamê TEV-DEM’ê Ayd Îbrahîm di daxuyaniyê de wiha got: “Tevgera kurd di vê qonaxê de hewl dide yekitiya kurdan pêk bîne da ku armanc û hêviyên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pêk bîne. Li dijî DAIŞ’ê û ji bo rizgarkirina Şengalê bedelên mezin da. Lê PDK’yê bi desteka dewleta tirk hewl dide êrîşê Şengalê bike. Kiryarên PDK’yê di vê demê de li dijî doza kurdan e. Li Şengalê aramî heye û hêzeke wê bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) heye. YBŞ gel ji komkujiyan diparêze. Şengaliyan bi xwe rêveberiya xwe ya xweseriya demokratîk ava kir.”

Li dijî êrîşan meşiyan

Yekitiya Êzîdiyên Efrînê jî li bajarokê Til Rifet a kantona Şehbayê, bi xwepêşandanekê nerazîbûn nîşanî hewldanên hêzên PDK’ê dan. Xwepêşandan ji navenda navçeya Til Rifetê destpê kir û li kolanan berdewam kir. Xwepêşandêran alên Yekitiya Êzidiyan hildan û dirûşmên şermezarkirina sûcên PDK’yê berz kirin. Li ser navê Yekitiya Êzdiyên Efrînê Silêman Cefer bang li PDK’yê kir ku dev ji destwerdana karûbarên Şengalê berde. Cafer anî ziman ku her kesî dît hêzên PDK’yê çawa li dijî çeteyên DAIŞ’ê reviyan û xwest PDK’yê dev ji hewldana ketina Şengalê berde.”
Hevserokê Meclisa bajarokê Til Rifetê Mihemed Henan jî bal kişand ser komploya li dijî Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan û wiha got: “Her tiştê li dijî gelê kurd bi hev ve girêdayî ye. Armanca komploya li dijî Abdullah Ocalan, heman armancên dijmin ên hewldana kontrolkirina Şengalê ye.”

Li Cizîrê daxuyanî dan

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê êrîşên PDK’yê ya li ser gerîla û hewldana ketina Şengalê şermezar kirin. Girseya ku li pêşiya deriyê sînor ê Sêmalkayê kom bûn, pankartên ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Ajantî û xiyanet frotina axa welêt e’ û ‘ji xiyanet û ajantiyê re êdî bes e’ û wêneyên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, rakirin. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Mahsûm Hesen daxuyanî xwend.
Hesen anî ziman ku PDK di xiyanetê de israr dike û wiha got: “PDK xizmetê ji dijmin re dike. Ev yek li dijî berjewendiyên gelê kurd e.”

Mexmûriyan jî êrîş şermezar kir

Meclisa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî êrîşên PDK’yê yên li ser şervanên azadiyê û Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Girseya ku li pêş Meclisa Îştar ya wargehê kom bûn daxuyanî dan. Hevseroka Şaredariya Wargehê Rojîn Benek daxuyanî da û wiha got: “Dewleta tirk li herêmê çekên kîmyewî bi kar tîne. Civaka navneteweyî li dijî vî sûcê şer ê dewleta tirk bêdeng e. PDK di dîrokê de hertim rola xwe ya xiyanetê leyîstiye û dixwaze destkeftiyên gelê kurd tune bike. Em van kiryarên PDK’yê qebûl nakin. Em bang li hezên navneteweyî dikin, li hemberî êrîşan, bi erka xwe rabin. Divê gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dijî van êrîşan dakevin qadan. Em hemû cûreyen êrîşên ku li ser Herêmên Parastina Medya û Şengalê şermezar dikin.”