26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NY: Tirkiyeyê zarok şandine leşkeriyê

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi raporekê ragihand ku dewleta tirk ‘leşkerên zarok’ şandiye Lîbyayê.
Komîsyona Hevdana Daneyan a Lîbyayê ya Konseya Mafên Mirovan rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên mirovan a ji sala 2016’an û vir ve aşkera kir.
Li gorî rapora hatiye parvekirin di şerê navxweyî yê Lîbyayê de Tirkiyeyê zarok şandine leşkeriyê.
Di raporê de wiha hate gotin: “Li gorî delîlên ku dawiya sala 2019’an hatin bidestxistin, Tirkiyeyê li Sûriyeyê çek dan destê zarokên di navbera 15-18 salî de. Ji bo Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî di berdêla pereyan de li dijî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê weke amûreke şer bi kar anî.”
Di raporê de hate ragihandin ku Tirkiyeyê peymanên navneteweyî binpê kirine û hate gotin ku “Hem Lîbyayê hem jî Tirkiyeyê berpirsiyariyên xwe yên protokola Peymana Mafên Zarokan a ‘di şer de bikarneanîna zarokan’ binpê kirine.”
Her wiha di raporê de hat ragihandin di êrîşên ku sîvîl hatin kuştin de balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê hatine bikaranîn.
Di raporê de hat destnîşankirin ku li gorî dane û delîlên hatine bidestxistin, Tirkiyeyê çete ji Sûriyeyê derbasî Lîbyayê kiriye û daye şerkirin.
NEW YORK